Derhênera fîlmên dokumenter hebûna jinan di şer û aştiyê de vedibêje

Derhîner û produksera Libnanî Zalfa Assaf dengê jinan bilind kir, bi riya fîlmê xwe yê bi navê Şervanên Aştiyê xelata cîhanî li ser mijara Jin, Ewlekarî û Aştiyê girt û her dem li ser mijarên jin û maf û êşên jinan di şer de dixebite.

SUZAN EBO SEÎD

Beyrûd – Derhêner û produksera Libnanî Zalfa Assaf bi riya dokumenteran gelek mijaran bi awayekî cuda derdixe holê ji bo ragihandin xwedî lê derkeve bi taybetî mijarên jinan lewre gelek xelatên cîhanî girtine, weke xelata Jin, Ewlekarî û Aştî ya girêdayî biryara navneteweyî 1325 li ser fîlma Şervanên Aştiyê, her wiha ji aliyê UN’ê ve hate vexwendin li ser xwe û çîroka fîlmê xwe biaxive.

Zalfa Assaf bawernameya masterê di medyaya dengî û dîtbarî û elektronîkî de wergirt, di sala 2011’an de kampanyaya xwe ya taybet a berhemanîna medyayî damezrand ji bo naveroka medyayî ya hemû dezgehên ragihandinê, platform, malperên tora civakî dabîn bike.

Zalfa Assaf ji ajansa me re got: “Fîlmê dokumenter bi fikreke zîrek dest pê dike, dibe ku normal be jî em bi tîmeke pispor re li ser kar dikin, bi giştî dinivîsînin û piştî  platforma ragihandinê bipejirîne, em dîmenan digrin û li gorî rêgezên teknîkî kar dimeşînin dibe çîrokek. Her fîlmek digihîje saetekê (52 deqeyan).”

Rola jinan

Wêneya jinan di fîlmên wê de jina hevkar û aktîf di civakê de ye, rola jinan a pêşengtiyê çênabe mafê xwe di wekheviyê de bixwaze, ji ber ku ew bi mêran re xwedî heman asta fikirandin û kar in. Zalfa Assaf der barê wê mijarê  dibêje: “Jin fikra afrîner, rih û bingeha fîlmên min e weke fîlmê Şervanên Aştiyê, tê de çar jin beşdarî şerê navxweyî yê Libnanê dibin. Piştre dibînin şer vala ye hewl didin aştiyê di civaka Libnanê de xurt bikin. Jinan dîmenê keneşopî di warê aştiyê de şikandin çi di warê siyasî de çi jî hunerî yan afrînerî de ku ew jin piştî şer di warê perwerde, vegotina çîrokan, şanoyên girêdayî êşên wan kesî û giştî de, wêneya wan ji nifşên ciwan re ku aştiya rastîn pêk bînin ji şeran dûr bikevin. Ew çîroka her çar jinên Libnanî Jouslîn Xwêrî, Birnadêt Şidîd, Selma Sifêr û Selwa Saad e.”

Ji aliyê ronakbîrê ve Lubnanê derdixe pêş

Ji berhemên wê fîlma Atiyet El-Heyat li ser mijara daneriya endamên bedena mirovên mirî ye, fîlma Roh El-Asir (Giyana Serdemê) çîrokên gelêrî li cîhanê û girîngiya wan di mijarên çîrokên jinan, huner, helbest, civak û şerên di sedsala 9 emîn heya17’emîn e. Li rex gelek fîlmên din weke pençeşêr, otîzim û dokumanterên biçûk 7 deqe di bernameya fikir û hunerê de tê de aliyê ronakbîrî ji Libnanê derdixe pêş û girêdana bi welat ve weke fîlmê Tîyatir, Kebîr, Qesra Bîkadîlî û hwd. Di warên fîlmên jinan de jî fîlmê Abatîrat El-Saharîj li ser pirsgirêka avê li Libnanê ye, duyemîn welatê cîhana Ereb piştî Misirê bi avê dewlemend e, li ser vî fîlmê di sala 2020 dewreya 12’emîn ya Festîvala navdewletî ya Fîlmên kurt de xelat girtî, her wiha sala 2022’an xelata Ragihandinê girêdayî biryara navneteweyî 1325’an li ser fîlmê Şervanên Aştiyê wergirtî.

Berhemên wê yên dawî

Fîlma Xanima Muzîkê, dê di demek nêz de were pêşandan, tê de çîroka çar jinên Orkestrayê li cîhana Erebî vedibêje ku rola jinan bi hîcabê nayê sînordarkirin, ew jî Jina Tûnisî Emîne El-Srarfî yekemîn rêvebera muzîkê û orkestraya Erebî sala 1995’an de. Jina Misirî Îman Jinêdî ji Sayîd de û bi hîcab e ew jî yekemîn orkestra Misrî sala 2005’an de birêve bir li dijî civaka xwe rawestiya û xwe îsbat kir. Ew li Misir û cîhanê hat xelatkirin.

Jina sêyem jî Rosêla Adil Semîr e, di 21 saliya xwe de orkestra birêve biriye di Roja Cîhanî ya Jinan de, di fîm de rola jinên Misirê bi giştî û jinên Qibtî destnîşan kiriye. Armanca me hişyarkirin û piştgiriya têkoşîna jinê û civakên paşguhxistî û kêm netew, nijad û olan e. Jina çarem jî ya Libnanî Yasmîna Sebah e, ew ji nava 100 rêveberên orkestrayê li cîhanî hat hilbijartin ji bo orkestra Akspo 2020’an li Dubaiyê birêve bibe, tîma wê ya taybet ji jinan a muzîkê jî Firdus heye.

Projeyên ji bo pêşerojê

Zalfa Assaf niha amadekariya fîlmekî li ser jinan dike, li ser rola jinan a di cîhana Ereb de ku dikare di her warê taybet de bi mêran re jî kar bike, ev mijar cara yekem e girêdayî warê huner û afrîneriyê ye di cihekî de warê siyasî jî digre dest.

Peyama Zalfa Assaf ji bo hemû jinên cîhanê ev e: “Her dem ji xwe re dubare bibêjin; ez bi hêz im ez dikarim ji her tiştê ku hez dikim bikim, di her warî de xwe derbirînin û ji bo armancên xwe têbikoşin.”