Dêra Ermeniyan a dîrokî li benda restorekirinê ye

“Dêra Ermeniyan a Sor” ku tê gotin di sedsala 10’an de hatiye çêkirin, di bin xetera hilweşandinê de ye. Dêra ku divê bê parastin, tevî xisara ku dibîne û xezînegeran jî li ser piyan maye.

 
MEDÎNE MAMEDOGLU
Wan - Dêra Sor (Dêra Ermeniyan a Surp Asdvadzadzin) ku di çarçoveya Keşîşxaneya Garmravankê ya dîrokî ya li Taxa Mehrabed a navçeya Gevaşa Wanê de hatibû çêkirin, terkî qedera xwe hat kirin. Dêra ku bi qasî 5 kîlometreyan li başûrê Taxa Mehrabedê ye, di nav çiyayên bilind ên li Girava Akdamarê de hatiye çêkirin, li gorî hin çavkaniyan tê gotin ku di sedsala 10’an de ji aliyê Qralê Vaspuragan Kakig I ve hatiye çêkirin. Hin çavkanî diyar dikin ku dêr di sedsala 13'an de hatiye çêkirin, dêra ku di dîrokê de gelek caran hatiye hilweşandin, îro bêyî ku were restorekirin, bi awayî nîvhilweşandî li ser piyan disekine. 
Tu rênîşandanek an jî tabeleyek ku dêrê nîşan bide tune ye!
Dêra ku navê wê di Portala Çandê ya Tirkiyeyê de ye û ji aliyê Wezareta Çandê ve biryara parastinê ya pileya yekem hat dayîn, li qûntara geliyê ku sê lûtkeyên çiyayan hevbirîn hatiye çêkirin. Ji ber ku ji yekî zêdetir navên dêrê hene, hin çavkanî ji bo dêrê navê "Dêra Gorûndû", "Dêra Sor" an jî "Dêra Ezîz Astuacacın" bi kar tînin. Dêra ku li cihekî dîmenê rêzeçiyayên Artosê û Gola Wanê dimîne hatiye çêkirin, heta cihekî tu dikarî bi wesayîdan biçî. Tevî ku avahiyek dîrokî ye jî tu tabeleyek ku nav an jî riya dêrê nîşan bide tune ye.
Dêr ji sê beşan pêk tê
Dêra ku  mirov dikare bi peyatî xwe bigihîjînê, plansaziyek mezinahi çargoşe ya 12-6 m heye. Bi beşa absîs ya li aliyê rojhilat, beşa ketinê ya ku ji aliyê deriyê rojava ve bi tonozê pêçandiye û ji bakurê vê beşê deriyê ku mirov tê de derbas dibe ve, dêr ji sê beşan pêk tê. Dêra ku qubeya wê pîramîdek heştgoşe ye, li ser 4 stûnên rast hatiye avakirin. 
Beşek mezin a dêrê hilweşiyaye
Dêra ku 4 şibakên wê yên bi kapşon hene, li ser her şibakek wê kîtabeyek heye. Dema ku tu lê digerî dibînî ku dîwarê derdora dêrê, odeyên xizmetê û odeyên keşeyan rûxiyane. Kevirên gorê yên li ber dêrê yên li ser nivîsarên bi Ermenî hene jî li derdorê belav bûne. Dêra ku keviren wê yên aliyê hundirîn ketine, aliyê wê yê derve jî ji ber ku xebatên restorasyonê nehatine kirin hema bêje hemû kevirên wê jê ketine.
Dêr piştî qirkirina Ermeniyan vala ma
Dêra ku di dîrokê de ji roja hatiye avakirin û vir ve gelek caran zirar dîtiye, îro serdema xwe ya herî giran derbas dike. Dêra ku di Komkujiya Hemîdiye ya 1895'an de hat jiyîn de zerarê dît, di komkujiya Ermeniyan a sala 1915'an de jî zirarê dîtiye. Di dema qirkirinê de, piştî sirgûnkirin an jî kuştina civakên Ermenî yên di dêran de vala hat hiştin.
Xezînegeran dêrê ji xwe re kirin war
Dêra dîrokî piştî ku hat valahiştin, ji xezînegeran re bû war û bi dehan salan e di vê rewşê de ye. Dêra ku ji aliyê xezînegeran ve hat kolandin û xirabkirin terkî qedera xwe hatiye kirin. Wezareta Çand û Tûrîzmê ya ku dêrê girt bin parastina xwe, heta niha tu xebatek restorekirinê nemeşandiye.