Deq xemla jinan û jiyanê ye

Dayikên ku di salan e bi xwe re deqê wekî çandek anîne heta roja îro dibêjin deq sembola xweşikbûnê ye.

HÊLÎN EYLUL

Qamışlo – Li Rojhilata Navîn bi taybetî bi jinên 50 salî mezintir re, nexşên deqan tên dîtin. Her wiha li Kurdistanê her nexşek tê weteyek û weke sembola xweşikbûnê tê penasekirin. Her civak û çand jî ji deqan re navên cuda dibêjin. Kurd jê re dibêjin deq, Ereb dibêjin weşm û Ewropî jî dibêjin Tattoo. Taybetmendiyên deqê yên herî girîng ew e ku dema carek çêdibe her dem li cihê xwe dimîne û jê naçe. Her çend nayê zanîn deq cara yekem ji aliyê kê ve û kengê hatiye çêkirin jî mirov dikare bibêje dîroka wê ya bi hezaran salan heye.

Deq kevneşop û îfadeya êşa ku jin di nav xwe de dihêlin e. Mîna melodiyên serpêhatiya jiyana mirovan a bê nota ye. Deq kevneşopiya zimanek vegotinek sembolîk e ku şopên paşerojê ber bi pêşerojê ve digre û mîna hunerek dimîne. Ji ber ku ji xêzkirina motîfan, mijarên wekî kîjan motîf dê li ku derê li ser bedenê were çêkirin, rêjeya motîfê, taybetmendiyên materyalên ku tên bikaranîn, çiqas kûr dikare bi rengekî ku kêmtir êşê çêbike bi jinan re dijî. Sembola têkoşîna bi derdor û nasnameya takekesî re ye.

Çêkirina deqan

Deq piranî ji şîrê dayikê tên çêkirin, bi taybetî dayikên şîr didin, dayika ku zaroka wê keç be û dimijîne tê hilbijartin. Her wiha tê gotin koka wê ya mîtolojîk heye. Yek jî bi teniya sîtila ku demeke dirêj di nav agir de maye, dixin nava şîr û bi derziyê di nava çerm de tê xêzkirin. Birînek ne kûr li ser devera ku deq tê de vedibe û di nav rojek an du rojan de tevlihev dibe û di bin çerm de diherike rengek kesk digre û şopek ku heta dewiya jiyanê winda nabe heta hetayê li ser çermê mirovan dimîne.

Armanca çêkirina deqan

Jin figurên wiha çêdikin. Stêrk, çivîk, dar, zengil, heyv, roj û gelek fîgurên geometrîk ên din li ser lêv, çeng, di navbera çav, enê, sing, ling, ooz û tiliyên xwe de çêkirine. Di lêkolînan de derketiye holê ku hin ji wan, jin ji bo nîşandana hêz û hin jî ji bo xweşkirina xwe hatine çêkirin.

''Deq xemla jinan ne''

Heyfa Simayîl ku ji bajarê Amûdê yê girêdayê Kantona Qamişloyê ye wiha qala çîroka deqên xwe dike: ''Bavê min ji Mêrdînê ye. Ji Mêrdînê hatiye gundê Amûde û jiyana xwe domandiye. Hê wê demê mezinên me digotin jinên gundê me ji bo xweşik bibin, deqan li ser lêv û rûyê  xwe çêdikirin. Me jî li mezinên xwe dinerî û çêdikir. Hê ez zarok bûm Ereban li gundê me kon vedabûn şeniyên gund hemûyan deq çêkirin. Ez giriyam çûm malê min ji dayika xwe re got tevahî hevalên min deq çêkirine, çima ya min tune ye. Piştre dayika min ez birim gel konê Ereban, jinên Ereb ji min re deq çêkirin. Du rengên deqan hene yek reş e yek jî şîn e ya min despêkê reş derket pişt re reş bû. Di dema me de yên dewlemend ji bo xweşik bibin deqan çêdikirin. Deq xemla jinan bû, bi deqan jinên gundê me xwe dixemilandin.''

''Jinan ji bo xweşikbûnê deq çêdikirin''

Edla zubeh li ser kevneşopiya deqan axivî û wiha got: “Ji sala 1974'an ve  min ev deq çêkiriye. Wê demê me ji bo xweşikbûnê çêdikir. Em hemû li hev kom dibûn diçûn ber gund me bi xwe çêdikir, ji bo kesek nebîne. Me hem ji bo kêfxweşiyê hem jî ji bo xemlê çêdikir. Ya hevala min û dayika min hebû min jî weke ya wan çêkir.''

“Çêkirina deqan çandek bû''

Îlham cemîl jî wiha qala çêkirina deqan kir: ''Berê li gel me çandek bû hemû jinan li hev dinêrîn û deq çêdikirin. Deqên li ser destên xwe min bi xwe çêkirine lê ya li ser rûyê min hevala min çêkir. Dema me çêkir bavê min aciz bû lê dema dît êdî jê naçe fêr bû. Min ji jinên gundê me û jinên gundên derdorê re çêdikir. Ji bo xweşik bibin min şîrê dayikên ku didin zarokên xwe û teniya binê beroşê li hev dixist û bi derziyê çêdikir. Me ji bo hin deqan gul ji bo hinekan wêneyê ajalan û ji bo hinekan jî xal çêdikir. Min bi destên xwe jî navê xwe bi Kurdî û Erebî çêkir.''

''Hê em zarok bûn, me deq çêdikirin''

Emîne Şêxo ya ku ji gundê Senceqa Sedon ê Amûdê ye jî wiha behsa çîroka xwe ya deqan dike: ''Em hê zarok bûn diçûn kerengan û pincarê me li wê derê deq çêdikirin. Mîna çandek bû hema me çêdikir. Em zarok bûn dema me çêdikir, bavê min nedixwest ez çêbikim lê min dîsa çêdikir. Ji ber hevalên min hemû yan çêdikirin. Kêfa min jî dihat ez çêbikim. Me darman datanî ser û dikuta çêdibû. Dema me derzî lê dida pir xwîn jê dihat. Ji ber êşa wî hinek digiriyan lê dîsa çêdikirin. Jinên Ereb ji me pirtir çêdikirin. Bi taybetî li ser lêvên xwe ji bo xweşik bûnê çêdikirin.”