‘Dengbêjî vegotina hestane’

Hunermend Mizgîn Mehmûd a ku ev 40 sal in çand û zimanê xwe bi dengbêjiyê diparêze diyar dike ku dengbêjî vegotina hestane.

 
ROJDA SEYÎDXAN
Qamişlo- Dengbêjî çandeke pir kevnar e û di nava civaka kurd de li pêş e. Bi dengbêjiyê re civakan ziman û çanda xwe parastin. Jinên Kurd jî bi dengbêjiya xwe ya zelal tên nasîn, di hemû kar û xebatên jiyana xwe de stran gotine. Dema jin diçûn nava zeviyan ji xwe re stran dogotin, di kêfxweşiyan de dîsa ew hunera xwe derdixistin pêş, her wiha ya herî balkêş ku civaka me kurdan pê tê naskirin ew e dema dayikan zarokên xwe dilorandin dîsa jî lorikên xwe digotin. Bi Şoreşa Rojavayê kurdistanê re êdî jin tenê bi vê yekê sînordar neman, berovajî wê di xebatên çand û hunerê de cihê xwe gitin û dengbêjî hînî nifşên ku vî mîrasî biparêzin, kirin. 
Jina bi navê Mizgîn Mehmûd bi temenê 47 salî li gundê Girbawî yê Kantona Qamişloyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dijî. Mizgînê di sala 1988’an de dest bi xebatên dengbêjiyê kiriye û niha jî di Komîteya Çand û Hunera Girbawî de cihê xwe digre. Mizgîn, hem ev 40 sal in stranan dibêjê, hem jî xwe fêrî tembûrê kiriye. Mizgîn heya niha bi ruhekî zindî xwedî li çand û zimanê Kurdî derketiye û hêviyên wê her zindî mane. Têkildarî xebatên hunermendiyê, em bi Mizgînê re axivîn.  
 ‘Ji zarokatiya xwe ve ez fêrî dengbêjiyê bûme’
Mizgîn ji destpêka zaroktiya xwe ve fêrî hunerê bûye û li ser jiyana xwe ya hunerî  wiha ji me re axivî: “Di sala 1974’an de li gundê Girbawî ji dayik bûme. Di temenekî pir biçûk de fêrî hunerê bûm û heya niha jî didomînim. Destpêkê ez fêrî amûra tembûrê bûm, paşê jî dengbêjiya min pir pêş ket. Di sala 1988’an êdî bi rengekî rehet min stran digotin. Helbet dema mirov di nava malbateke dengbêj de mezin bibe wê bandorên erênî li mirovan bike. Ji bo wê herî zêde malbata min alîkarî dida min û ez teşwîqî hunerê dikirim. Niha ya girîng ji bo min ew e ku heya niha min dikaribûye bi zimanê xwe strana bibêjim.”
 ‘Çand nasnameya civakê ye’
Mizgînê teqez kir ku çand nasnameya mirovan diparêze û herî zêde jî jin parastina vê nasnameyê dikin û wiha domand: “Çand nasnameya civakê ye, civaka bê çand xwedî nasname nîn e û hebûna wê tê helandin. Girêdana hunerê bi parastina ziman û kevneşopiyê re heye, mirov bi reng û dengê xwe derdikeve pêşberî civakên din. Di demên berê de jin bi karên xwe yên malê re, di nava zeviyan de bûn bi lorandina zarokên xwe çanda dengbêjiya ziman diparastin. Dibe ku di wan deman de ewqas derfet tunebûn ev jin bi rengekî rehet stranên xwe bêjin. Ji bo wê jinan her bûyerên jiyana xwe dikirin stran, ji kêfxweşiyê bigire heta dilêşiyê. Îro parastina mîrasên ku dayikên me li pey xwe hiştine erkên me ne.” 
 ‘Ji dengê hunermendên navdar bi bandor bûm’
Mizgîn dibêjê ku ew ji dengê gelek hunermendên dengbêj û xwedî qîmet bi bandor bûye û wiha pê de çû: “Hunermendên hêja mîna Eyşeşan, Şivan Perwer, Aram Tîgran û Şakiro bandorên mezin li ser xebatên min ên dengbêjiyê çêkirin. Bi guhdarîkirina wan re dengê min bi pêş ket. Ez pir qîmet didim van hunermendan û dibêjim ku ew parezvanên hunera kurdî ne. Der barê xebatên dengbêjiyê de ez tevli gelek karên hevbeş bûme û di nav de jî beşdarî 5 klîban bûm. Her wiha beşdarî mîhrîcanan jî bûme, herî dawî jî di sala 2017’an de tevli Mîhrîcana Orkêş a li bajarê Qamişloyê bûm.”
 ‘Hunermend xîtabê hestên mirovan dikin’
Mizgînê bal kişand ser taybetmendiyên hunermendan ku bi dengbêjiyê re mirovên hunermend hestên xwe derdixin pêş û bi civakê re parve dikin û wiha domand: “Mirovên hunermend taybetmendiyên wan ên cuda hene, pêwîst e ji dilekî zelal ew peyvên stranê derkevin û bi civakê re bibin yek. Stran xîtabê hestên mirov dikin. Her kes nikare bibe hunermend, ger hestên hunermend ne ji dil bin, tu kes nikare li dengê wî/ê guhdarî bike.” 
 ‘Huner tiştekî xweşik û bedew e ’
Mizgîn, hunerê bi rengekî xweşik û bedew pênase dike û wiha dawî li gotina xwe tîne: “Gelek jin hene stran, lorik û helbestan dibêjin lê ji ber fikrên şermok ên di mêjiyê me de bi cih bûne, dengê xwe vedişêrin. Huner tiştekî xweşik û bedew e û pêwîst e li her derê bê gotin û parvekirin.”