“Dayika min deriyê min ê hunerê ye”

Sûha EL-Mihemedî diyar dike ku ew girîngî dide hunermendiya ku ji sînorên hawirdorek kevneperest derdikeve û ber bi asoyên azad ve diçe û dibêje ku ji ber ji Iraqê ye pir bi şans e lewre Iraq çavkaniya hunerê ye.

XOFRAN EL-RADÎ
Bexda- Sûha EL-Mihemedî ji bajarê Bexdayê ye, di sala 1998’an de ji akademiya hunerên bedew de beşa estetîkê xwendiye. Piştre wê berê xwe daye Xezayê ji bo ku li wir bijî. Ji sala 2003’yan de ew li Iraq û Urdunê rêwîtiyê dike. Sûha El-Mihemedî dibêje; “Her reng bi hestan ve girêdayî ye. Ji ber ku amûreke derbirînê ye hest e.”
Danûstandina bi rengan re felsefe, hest, ezmûn û zanist e
Sûha EL-Mihemedî diyar dike ku huner girêdayî danûstandina bi rengan re ye û dibêje ku hemû tişt bi meylê dest pê dikin û ber bi tevlihevkirina rengan ve diçin. Piştre bi awayekî akademîk taybetmendî û pêwendiya rengan bi hev re tê naskirin.
Danûstandina bi tiştên ku mirov ji wan hez dike re, dihêle ku têkeve nav lêgerîna wî tiştî ji bo ku bêtir nas bike. Ev yek hunermendên nîgarî ber bi xwendin û lêgerîna rengan ve dibe da ku dîrok û rehên wan nas bike û piştre ramana xwe ya taybet ava bike.
“Iraq jêdera hunerê ye”
Sûha EL-Mihemedî destnîşan dike ku di wêneyan de û veşartina wan a di rabirdûyê de ku dibe çavkaniya îlhamê, roleke hawirdorê ya mezin heye û dibêje “Ez pir bi şans û bext im ji ber ku hunermendeke Iraqê me. Ji ber ku ez li Bexdayê ji dayik bûm gencîneyeke min a mezin heye. Iraq jêderka hunerê ye. Di her maleke Iraqê de hunermendek heye.”
Sûha EL-Mihemedî ji kesayeta dayika xwe gelekî bi bandor bûye ji ber ku dayika wê deriyê wê yê hunerê bûye. 
“Ez di tabloyên xwe de xîtabî civaka desthilatdar nakim, ji ber ku lehengên min jin in”
Sûha EL-Mihemedî di tabloyên xwe de weke amûreke derbirînê jinan derdixe pêş. Ew li ser têkoşîna jinên afrîner wiha dibêje; “Ez bawer dikim ku her afrîneriya jinan bi awayekî takekesî tê hesibandin û bi pêşketina welat re nayê muqayesekirin. Di tabloyên xwe de ez xîtabî civaka desthilatdar nakim ji ber ku lehenga min jin e û ew jî asoya derbirînê ya yekem e.”
Der barê hebûna zilam di tabloyên wê de Sûha EL-Mihemedî dibêje, hin caran zilam wek kesekî alîkar di tabloyên min de derdikevin, min di hin nîgarên xwe de behsa despotîzma mêr kir. Min tabloyek ku zilamek zirav jinekê li ser destên xwe digire, mîna ku ew tenê dekora jiyana wî temam dike, çêkir.
“Huner azadî ye”
Sûha EL-Mihemedî piştrast dike ku huner azadî ye û li ser vê bingehê ew di tabloyên xwe de bi bedenê re danûstandinê dike lewre cesareta hunerî azadiya derbirînê ye. Li ser vê yekê wiha dibêje;
“Tabloyên min fikir û nêrînên min ên taybet bi derdora min re ne, ew rêbaza axaftina min a nîgarî ne. Hin caran ez bi tabloyên xwe ji rastiyê direvim û xwe bi xeyalan dipêçim. Ji xwe re wêneyê jiyanê xêz dikim ku naşibe tu jiyana din.
“Hêviya min avakirina rêxistinek a piştgirî dide hunermendên Iraqê ye”
Sûha EL-Mihemedî di sala 2003’an de berê xwe da gelek dewletên Asya, Afrîqa û Ewropayê da ku li wir bijî. Beşdarî gelek çalakî û pêşangehên hunerî li Misir, Urdun, Kopinhag û Norwecê bû.
Şêwekar Sûha EL-Mihemedî di dawiya axaftina xwe de dibêje; “Ez dixwazim di vî warî de xwe bi pêş bixim û li tecrubeya xwe hin asoyên din zêde bikim. Teqez hewl didim saziyeke ku piştgiriyê dide hunermendên Iraqê damezirînim. Hêvî dikim ku gelê Iraqê bi hunermendên jin serbilind be, ji ber ku jinên Iraqî xwedan afîneriyeke bêhempa ne.