Dapîra Ayşe, tevî nexweşî û temenê xwe yê mezin jî stranan dibêje

Ayşe Uzum a 103 salî her çiqas nexweşa alzheimirê ye, stranên ku berê di dawet û şahiyên taybet de gotine ji bîr nake û diyar dike ku ew piştî mirina dayik û bavê xwe bi tenê maye, piştre bi zilamek sê jinên wî heyî re hatiye zewicandin û wiha dibejê: "Piştî ku ew zilam mir, ez bi heman rengî dîsa tenê mam. Her ku ez bi tenê dimam, min lawjeyan digot. Ew hem bûn çavkaniya aboriya min hem jî bûn sebra min.”

MEDÎNE MAMEDOGLU
Colemêrg – Li Colemêrga ku jiyana xwezayî, ji daxwazên ji rêzê yên rojane dûr, bi xweza, dîmen û dîroka xwe lê serwer e; çand û kevneşopiyên kevn zindî ne. Dawetên ku bi şêwaza kevneşopî tên lidarxistin, li bajêr li ber deriyê malan du rojan berdewam dikin. Bi hezaran kes di wan de li hev dicivin, dema jin û mêr kincên herêmî li xwe dikin, bi girtina dîlanê temaşevan matmayî dimînin. Ayşe Uzum a 103 salî piştî dayik û bavê xwe winda kiriye, bi gotina stranên dawetan hem debara xwe kiriye, hem jî zarokên xwe xwedî kirine. 
Tenê tişta ku ji bîr nekiriye stran in
Dapîra Ayşe ku li gundê Şakitan ê Geverê dijî, tevî temenê xwe yê mezin jî stranan dibêje. Li ber derî rûdinê û rojên berê bi bîr tîne, ji her mêvanê ku tê balê re stranên xwe dibêje. Her çendî nexweşiya wê ya alzheimerê heye jî tenê tişta ku ji bîr nake stranên wê ne.
"Dema ku ez tenê dimînim, xwe li stranan digrim" 
Dapîra Ayşe dayik û bavê xwe di temenek biçûk de winda kiriye û bi tenê maye wiha dibejê; “Ez bêkes mabûm û kesek tunebû li min binêre. Ez jî bi gotina stranên xwe li ser piyan mam û min zikê xwe têr kir. Dema ku min vî karî kir, nasên min, ez bi zilamek bi 3 jinên wî heyî re dam zewicandin. Piştî ku ew zilam mir, ez bi heman rengî dîsa tenê mam. Her ku ez tenê dimam, min xwe li stranan digirt. Ew hem bûn çavkaniya aboriya min hem jî sebra min.”
"Min bi stranan zarokên xwe mezin kirin" 
Dapîra Ayşe anî ziman ku tişta wê bi jiyanê ve girê dide stranên wê ne, bi gotina wan bêrî û hesreta xwe ya rojên berê tîne ziman û dibêje; "Ger min stranan negota, ez ê nikaribûma bijîm. Min bi gotina wan, xwe û zarokan xwedî kir. Niha ez tenê ji xwe re dibêjim. Car caran ez rojên xwe yên berê difikirim. Ger lingên min bigirtana min ê dîsa heman tiştî bikira. Berê ez diçûm dawetan û min stran digotin. Bi sê çar stranan, min hem zikê zarokên xwe hem jî zikê xwe têr dikir.”