Dalya Ebd bi tabloyên xwe êşa jinan vedibêje

Wênesaz Dalya Ebd El-Rehman bi riya tabloyên xwe sînordariyên civakê yên ku jinan ji mafên wan ên herî bingehîn bêpar dike, vedibêje.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Wênesaz Dalya Ebd El-Rehman a ku bi riya tabloyên xwe sînordariyên civakê yên ku jinan ji mafên wan ên herî bingehîn bêpar dike derdixe pêş, li yek ji tabloyên xwe yên daliqandî dinêre û dibêje ku her hêmanek di van tabloyên çêkirî de xwedî wateyek taybetî ye, ji ber ku civaka girtî ya Filistînê ya ku jin tê de dijîn temsîl dike.

Wênesaz Dalya Ebd El-Rehman a diyar kir ku wê di zarokatiya xwe de gelek tablo li ser tundiya li dijî jinan çêkiriye, destnîşan kir ku ji ber ev rastiya tundiya li dijî jinê neguherî, ew hêmanan di tabloyên xwe de diparêze û wiha pê de çû:  “Min rewşa siyasî ya ku jinên Filistînî jê êşê dikişînin, bi xêzkirina bedeneke kelepçekirî pêk dianîn, weke îfadeya bertekên neyînî yên ku hatin serê jinan. Li ser van grafîkan gelek rexne li min hatin, bi hinceta ku ew ne li gorî civakê ne. Nehiştin ku ez tabloyên xwe li yek ji navendên çandî yên navneteweyî li Xezayê nîşan bidim, bi hinceta ku di wêneyan de tazîbûn heye û divê bi vî rengî ji raya giştî re neyê nîşandan, lê ez li ser nêrîna xwe mam heta ku navendê qebûl kir ku tabloyên min bên nîşandan.”

‘Îsrar sedema sereke ya serkeftinê ye’

Dalya Ebd El-Rehman da zanîn ku israr sedema sereke ya serkeftinê ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ez rexneyan erênî digirim. Ez bi riya tabloyên xwe kêşeyên şer, civak û jinan bi rengên geş û xweşik ragihînim, ji ber ku ez bawer dikim ku belengazî û pirsgirêk jî dikarin bi awayekî xweş bigihêjin temaşevanan. Her sal ez hewl didim ku gelek tabloyan amade bikim da ku bi tabloyên xwe beşdarî hin pêşangehên navneteweyî bibim. Gelek tabloyên min li ser tundiya li ser jinan di warên cuda de ne. Ez hewl didim jin û keçan li ser wênexêziyê û peykersaziyê perwerde bikim. Ez bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînim, yek ji wan jî nebûna madeyên xav ên rengîn e.”