Dagirkerî bandorê li ser navê zarokan jî dike - 2

Hemwelatiyên bajarê Silêmaniyê yê herêma Kurdistanê der barê navê zarokan de nêrîna xwe anîn ziman û diyar kirin ku navê zarokan niha ne li gorî çanda Kurdî ye.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Nav beşek ji kesayeta mirovan e, bi vê yekê kesayetên civakê tê nasîn, ji ber nav çandên cuda ji hev cuda dike. Yek ji bingeha çanda civakê, ji bo wê parastina nav beşek ji parastina ziman, çand û neteweyî ye.

Li gorî fikrên hemwelatiyan navê zarokan ê niha ne li gorî çand û civaka Kurdan e. Dayik û bav di roja me ya niha de di bin bandora çand û civaka ji derve de nav li zarokên xwe dikin, li gorî wan dibêjin qey tiştek nû dikin lê belê ger bi vî awayî berdewam bike wê nasnameya Kurd ber bi tunebûnê ve biçe.

Hemwelatiyên bajarê Silêmaniyê ya herêma Kurdistanê der barê bandora navê zarokan de ji ajansa me re axivîn.

Hemwelatiya bi navê Stare Ehmed diyar kir ku hebûna navên cur be cur niha di civaka Kurd de k, ber rêzefîlmên di televîzyonan e malbat ji wan navan bi bandor dibin û wiha got: “Ez xwedî çar zarokan im û navê hemû zarokên min bi Kurdî ne û wateya wan heye lê belê zarokên niha navê wan balkêş in û biraziyên min hene navê biyanî li wan hatine kirin, ez nizanim navê wan bêjim. Gelek caran ji min dipirsin dibêjin navê wan çi ye ji ber gelek giran e nayê ser zimanê min û ne bi Kurdî ne. Ciwanên niha hinek navên kevin ên Kurdî li zarokên xwe dikin û gelek jê jî navên biyanî li zarokên xwe dikin li gorî baweriya xwe nûgeriyê dikin lê belê nizanin qet li gel çanda Kurdî ne guncav e, navekî Ewrûpî ji derveyî civaka resen a Kurdî ye.”

“Divê nav bi wate bin ne biyanî bin”

Şewbû Osman xwediyê keçek bi navê Sîvane ye wiha dibêje: “Wateya navê keça min gelek bi wate ye. Gelek  girîng e ku nav hê zêdetir Kurdî be û li gel çanda Kurdî guncaw be. Salên borî ji ber ola Îslamê piranî nav olî bûn, ji hemûyan girîngtir navê zarokan divê bi wate be ku kesayetek bi hêz ji bo wan ava bibe. Diramayên tirkî û medyaya civakî bandorê li ser dayik û bavan zêde kiriye ku gelek ji wan navan hez dikin. Lê belê ne di wê hişyariyê de ne ku navê zarokên wan bi Kurdî be, dema ku em carek biçin herêmek cuda ji bo ku bi navê Kurdî Kurd werin nasîn. Ji ber tu welat navê Kurdî bi kara nayne, tenê Kurd navê biyanî bi kar tînin. Her wiha divê di navlêkirin zarokan de ji hev cuda nekin û êdî navek bêhêvî li zarokên keç neyê kirin.”

Îsmet Kerîm dayikek ku navê zarokên wê hemû bi Kurdî ne bi bîr xist ku hemû dayik û bav divê bi berpirsyarî nêzî nav û nasnameya zarokên xwe bibin û wiha got: “Divê di binavkirina zarokan de bê armanc nebe divê bi hişyarî tevbigerin. Bila hewl bidin ne navek bêhêvî be û ji çanda me biyanî be, navê Kurdî hêvî ava dike, bi taybetî zarokên keç nabe cudahî were kirin ji bo di dema li pêş de jê re nebe cihê pirsê ku çawa malbata wê navek neyênî lê kiriye.”