Dagirkerî bandorê li ser navê zarokan jî dike 1

Çand û netew bi hev ve girêdayî ne lê belê malbat navên biyanî li zarokên xwe dikin, nivîskara çîrokan Ketan Xadimî dibêje ku ji ber dagirkeriya li ser Kurdistanê hewl tê dayîn ziman jî were dagirkirin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Nav beşek ji kesayeta mirovan e, bi vê riyê kesên di nava civakê de pê tên nasîn, nav çandan ji hev cuda dikin, ji ber ku yek ji bingeha çanda civakê ye ji ber wê parastina nav, beşek parêzvaniya ziman û çanda neteweyî ye.

Nihe ji ber bandorên dewletên derdorê û medyaya civakî û çanda welatên Rojava, nav û zimanê Kurdî ber bi tunebûnê ve diçe. Bi awayekê piraniya malbatan navên biyanî li zarokên xwe dikin û bêwate ne û hinek şerm dikin navê zarokên wan naveke çandî û Kurdî be.

“Mirov bi navan tên nasîn”

Hunermend û çîroknivîs Ketan Xadimî der barê nav û diyarkirina kesayetên navan de diyar kir ku her kes dema ku nav li zarokên xwe dike divê bizanibe ev nav, heta dawiyê dibe beşek ji kesayeta wî/wê û mirov bi wî navê tê nasîn. Di salên borî de rasterast piştî jidayikbûnê navek li zarokan dihat kirin û ji ber hejmara kêm a gelên li wan herêman piraniya navan dubare dibûn lê belê niha ne bi wî awayî ye û di destpêka zanîna zayendê de ji zarokan re li navan digerin û wiha got: “Di salên borî de navê zarokan li gorî rewşa jiyanê, li zarokan dihatin kirin. Mînak dema kesek ji girtîgehê azad dibû wê demê navê zarokên xwe dikirin azad. Gelek bûyerên bi vî awayî hene li gorî wan rewşan bi ser wan de dihatin nav li zarokan dikirin yan ji navên şoreşgeran li wan dikirin.”

“Navê Kurdî rengdaneweya çanda Kurdî ye”

Çîroknivîs Ketanî Xadimî bi bîr xist ku pêwer û bingehek ji bo binavkirina zarokan nîn e lê belê ew dibe pêwer di civaka Kurdî de ayîn û çandiniyê ku hemû caran daxwaz ji malbatan tê kirin ku navek wisa li zarokan bikin bi wate bin û li gorî çanda Kurdî bin. Bi awayekî di dema li pêş de ew zarok ji navê xwe şerm neke. Ew kesên ku di ziman û çanda Kurdî de şaraza ne em daxwaz dikin navê zarokan wisa li wan daynin ku xizmeta zimanê Kurdî bike û li gorî çanda Kurdî be. Ji ber ku kes bi navan tên nasîn û li kîjan welat û herêman be wê were zanîn ev kes Kurd e. Navê Kurdî gelek bi wate ne, yan jî her gul û çiyayê li Kurdistanê û ji ber nav dengdan û rengdaneya Kurd û Kurdistanê ye.”

“Civaka Kurd ketiye bin bandora çanda welatên din”

Niha navê zarokan di nava civaka Kurd de weke çand nemaye, ew navên beriya sed salan li zarokan dihat kirin bûne beşek ji çand û dîroka Kurdî ku gelek caran ji dayik û bav dibihîstin, ji bo wê gelek caran kesên bi temen di lêkirina navan dibûn pirsgirêk. Di vê der barê de Ketanî wiha got: “Dayik û bavek li kîjan erdnîgariyê bijîn, bandora kîjan çandê li ser wan hebe, bi wî awayî reng didin jiyana xwe. Mînak dayik û bavek dema nav li zarokên xwe dikin bi hezaran dikevin bin bandora çanda welatên ji derve û Rojava, ji bo wê zarokên wan navê Tirkî, Farisî û Îngilizî li zarokên xwe dikin. Ji ber wê Kurd û xaka Kurdistanê her dem di bin êrîşên dagirkeriyê de ne, ji ber wê hewl didin ziman jî dagir bikin û hêdî hêdî zimanê Kurdî ji holê rakin. Xeletiya herî mezin a navan ew e ku nizanin wateya navê wan çi ye û kes ji tîpên di nav navê wan de fam nakin yan jî navek wisa li zarokên xwe dikin ew peyv wateyek xirab dide.”

“Tîpên nav bandorê li ser kesayeta zarokan dike”

Çîroknivîs Ketan Xadimî destnîşan kir ku rast e gelek nav ne li gorî çand Kurdî ne lê belê kes nizane wê di demên li pêş de civak ber bi ku ve biçe û herî zêde wê xwestek li ser çi hebe. Rengê van navan zêdetir wê xwestek li ser hebe, ji ber niha navek ber bi gihîştinê ve diçe ku bi tamamî li gorî çanda Rojava û medyaya civakî ye. Kesên şareza û derûnînas behsa vê yekê kirine ku nav bandorê li ser kesayet û derûniya zarokan dike û heta mezin dibin jî ew bandor dimîne. Navê neyênî û wateya xirab dibe sedema şikandina derûniya kesan. Erka li ser milên dayik û bavan ew e ku pêwîst e girîngî bidin navê zarokan, di danîna navê zarokan de hişyar bin, da ku kesayetên Kurdî resen bin û di navên zarokan de zarokên keç û Kur ji hev cuda nekin.”