“Bila mîreteya dîrokê winda nebe”

Necah Ezedîn diyar kir ku armanca wê ew e ku nifşên pêşerojê û zarokên wê tiştên kevnar ji bîr nekin.

HÊLÎN EYLÛL

Qamişlo – Çand nasnameya neteweyan nîşan dide, çand û kevneşopiyên jinên Kurd jî hişt ku  çanda Kurdan heta roja me ya îro bê jiyîn. Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek mînakên jinên kevneşop hene ku heya roja îro hatin, bi dilxweşiyek mezin alavên folklorî di mala xwe de dihewîne û bi kar tînin. Necah Ezedîn ji gundê Dugirê yê girêdayî navçeya Tirbespiyê ya Kantona qamişloyê di mala xwe de alavên folklorî diparêze. Dema mirov derbasî mala Necahê dibe, ji xwe re kêliyek vedigere dewlemendiya çanda Kurd. Necah ev çend sal in van kevnareyên çandî li gel xwe dihewînê û di nêrîna wî de ew dema li van mîrateyên dîrokî mêze dike jiyana wê ya bi ked dilnizmî û hezkirî di bîra wê de derbas dibe. Necah weke mafekî xwezayî erkeke pîroz li ser xwe dibîne ku vê çandê bipareze ji ber bi van alavan mezin bûye, xwarin jê xwariyê û zarokên xwe mezin kiriye. Necah qîmet dide destên wan dayikên ku ji ber vê yekê westiyane û hiştine jiyan bidome. Necah Ezedîn ji me re bahsa alavên dîrokî û bikaranîna wan kir.

Bi salan e dev ji komkirinê bernade

Necah Ezedîn destnîşan kir ku bi riya komkirina van alavan parastina mîrateya dapîr û bapîrên xwe berdewam dike û got: ''Ji biçûkatiya xwe ve heta niha ez vî karî dikim û hemû tiştên kevnar diparêzim. Ji  bo me mîrateyên dîrokî ne. Niha kelûpelên dîroka me di  nava civake de winda bûne lê ji bo winda nebin min her carê parçeyek anîn û kom kirin. Min destpêkê destar, cûnî, cirn, meşk û mîrkut anî ku alavên kevnar êm dîroka me diyar dikin. Bi van alavan ez dixwazim mîrateyên dayika xwe bidim jiyandin. Di dema berê de dayika min her dem ev bi kar dianîn, ji ber vê ez jî niha dixwazim zarokên xwe hîn bikim. Mîrateya  dayika min wê ji zarokên min re bimîne.''

''Jiyan bi kada destan dihat hûnandin''

Necah Ezedîn bal kişand ser alavên kevnar û wiha domand: ''Berê hemû tiştên me bi keda dest çêdibûn. Dayikên me rojane li derve diman, diçûn bêriyê, li ber bêriyê dar û  pincar kom dikirin. Her wiha bi berhemên lawiran gelek berhemên malê çêdikirin, mînak çermê bizinê jêdikirin, zuwa dikirin, bi şema hingivê dihelandin, dikirin ta pê meşk û kîsên genim çêdikirin. Ji hiriya pez bi  teşiyê ta dirêsandin û tevin çêdikirin.  Meşk bi sê daran girê didan, bi meşkê dew çêdikirin. Dema dew dikelandin nivîşk li ser diket ew nivîşk gelek xweş bû lê zehmetiyên wî jî zede bûn. Wê demê kar pir bû hemû tişt bi keda dest dihat çêkirin. Jiyana niha hesan bûye hemû tişt tên ber destên me lê dîsa berhem tê de nîn e, ji ber mirovên niha kêm ked didin.''

''Hemû rojên berê hatin bîra min''

Necah Ezedîn destnîşan kir ku dîrok roja îro diyar dike û wiha domand: “Heta roja me ya îro jî ez van tiştên kevnar alavên malê bi kar tînim. Genim kom dikim, lewiran xwedî dikem, ji bo zarokên xwe mehîr çêdikim û mîna dayika xwe nan çêdikim. Berê dayika min dema nan çedikir heta çar rojan xirab nedibû lê niha ez çêdikim zû xirab dibe, ji ber genimê niha weke berê baş nîn e. Dema ez diçim odeya xwe ya tiştên kevin, ez dibêjim ka rojên berê dema ez li van amûran mêze dikim, di hundirê wan de rojên berê veşartîne. Mînak gelek perde li ber çirayê çêkirine, ji ber wî heta niha ez wan perdeyan hiltînim.''

''Me westandin hîs nedikir''

Necah Ezedîn herî dawî daxwaza xwe wiha tîne ziman: “Ev amûrên ku niha li gel min in di dema berê de bi kedeke mezin û zehmetî hatine çêkirin. Di wan deman de bereket û pîroziya amûran hebû, nirxên wan jî diyar bûn. Karê berê taybetmendiyek wê ya hêja hebû ku çend jin li hev kom dibûn û bi dilxweşî alîkariya hev dikirin, me qet westandinê hîs nedikir. Di dema niha de her tişt bûye rehetî. Niha em mêze bikin, tiştên berê di nava civaka me de bêqîmet bûne loma ez bi vê yekê xemgîn dibim. Daxwaza min a sereke ew e ku piştî min jî amûrên dîrokî yên çanda me bên parastin.”