Bi wêneyên xwe xwendekaran teşwîqê hunerê dike

Mamosteya hunerê Selwa Mistefa bi wêneyê ku li ser dîwar xêz dike ji xwendekaran re dibe îlham û dibêje ku ew dixwaze hunera xwe bi zarokan re parve bike da ku ji biçûkatî ve fêr bibin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepçe - Li Xurmal a girêdayî Helepçeyê, mamoste Selwa Mistafa dîwarên dibistanê bi wêneyên zarokan dinexşîne û armanca wê ew e ku cihekî xweş û aram ji bo zarokan ava bike.

Mamoste Selwa Mistefa ya peymangeha hunerên ciwan temam kiriye, ev çend sal in li dibistana seretayî ya devera Xurmalê dersê dide, li aliyekî din jî kêrhatiya wê ji hunerê re heye. Selwa Mistefa dibêje: “Ji bo zarok li dibistanê kêfxweş bibin, min biryar da hemû dîwarên dibistanê bi rengan bixemilînim. Zarok dema ku dest bi xwendinê dikin ji xweşikbûnê gelek hez dikin, min ji bo wan zarokan bi hunera xwe, hemû dîwarên dibistanê nexişandin ji bo bibe sedem ku zarok ji xwendinê hez bikin.”

‘Ez dixwazim bi reng û hunerê dibistana me cuda be’

Hemû wêneyên ku Selwe li ser dîwarên dibistanê dinexşîne behsa zarok û mafên wan dikin û peyama ji holêrakirina cudahiya di navbera zarokên xwedî pêwîstiyên taybet û yên din de dide. Selwa der barê wêneyên ku li ser dîwar dinexşîne de wiha dibêje: “Ez gelek kêfxweş im ku bi ve yekê zarok ji hunerê hez bikin, ez dixwazim bi reng û hunerê dibistana me cuda be û xwendekar kêfxweş bibin.”

Selwa Mistefa daxwaz ji hemû mamosteyên hunerê kir ku girîngi bidin zarokan û wiha got: “Dema ku min li dibistanê dixwend mamosteyê me yê hunerê tune bû. Ji ber ku min gelek ji hunerê hez dikir, niha bi hunera xwe xwendekaran kêfxweş dikim. Divê mamosteyên hunerê kêrhatiya xwe fêrî xwendekaran bikin. Bi qasî ku ji destên me were divê em bikaribin bi xwendekaran re bibin alîkar û wan bi pêş bixin.”