Bi wêneyên xwe dîwarên Bexdayê dixemilîne

Wênexêza Bexdayê Wicdan Mecîd bi rêya xêzkirina wêneyan li ser dîwarên Bexdayê, hewil dide reng bide bajar û dîroka bajar bide nasandin.

Navenda Nûçeyan- Wênexêza ji Bexdaya Wicdan Mecîd ya 39 salî bi xêzkirina wêneyan li ser dîwaran hewil dide bajarê Bexdayê rengîn bike, li Bexdayê kesayetên weke Zeha Hedîd, dayê Têraza û Elî Werdî, nivîskar û rewşenbîr û kesên din yên ku di dîrokê Iraqê de navê xwe nivîsandine li ser dîwarên Bexda wêneyên wan xêz dike û dixwaze bi vê rêyê dîroka Bexdayê nujen bike û reng bide taxên Bexdayê.

Wîcdan nêzî 14 wêne xêz kirine û li herêmên Resafe û derdorên Bab Elmezum û her wiha li herêmên Kerax ya nêzî nexweşxaneya giştî Kerax nêzî 6 wêne xêz kiriye û nêzî 20 wêneyên ruberê wan fireh xêz kiriye.

“Hûnera min ji bo îro ye”

Ev ezmuna yekem e ku wênexêz Wicdan li ser diwaran xêz dike û wiha behsa hûnera xwe dike: “Min hunera xwe di hemû aliyan de pêş xistiye, di hûnera min de hemû çîn, kesyatên civakê, hûnermend, xelkên asayî û firoşgehên li ser cedayan, hemû ciwan û pîr pirsê di vî aliyê hûnerê de dikin. Zordariyek mezin li hemberî jinên ku wêneyan li ser diwaran xêz dikin, heye û min ev zoriye şikand. Bi xêzkirina wêneyên xwe yê li ser diwaran, ez dixwazim bajar rengîn bikim û dîroka wê bidim nasîn.”