Bi wêneyên xwe balê dikşîne ser xweza û zarokan

Wênekêş Şêwe Silêman di pêşangeha wêneyan de rewşa zarokan raxist ber çavan û bi wêneyan diyar kir ku xwezaya tê de dijîn ne bi tendirust e û divê hawirdorek baş ji wan re were avakirin.

DÎVAN SÎHAD

Raperîn- Di çarçoveya projeya Guwan Eden a Peymangeha Elmanyayê, li bajarokê Serewçawe yê herêma Raperînê pêşangeha wêneyan a wênekêş Şêwe Silêman hat vekirin. Di wê pêşangeh de hat nîşandan ku divê zarok di xwezayek çawa de bijîn û divê hemû kes di perwerdekirina zarokan de rola xwe bilîzin.

‘Wêneyên min behsa girîngiya parastina xwezayê dikin’

Şêwe Silêman der barê vekirina pêşangehê de wiha got: “Wêneyê min zarokên ku ji mercên baş ên jiyanê bêpar in dikin. Mînak niha ew wêneyên ku min kişandine ger hûn li wan binêrin, hûn ê bibînin ku gelek zarok di çi rewşê de ne. Cihê zarokan nîn e dema xwe lê derbas bikin. Her wiha wêneyên min behsa xwezayê jî dikin ku çawa dikarin biparêzin û zarokan fêr bikin, bikaribin xwe û xwezayê paqij bigrin. Di vê projeyê de kar li ser xwezayê tê kirin. Parastina xwezayê erka niştimanî ye ji bo hemû kesên civakê ye ne tenê ji bo mezin û biçûkan e.”

‘Divê em xwezayê paqij bigrin’

Şêwe Silêman di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Armanca min a vê pêşangehê ew e ku agahiya hemûyan ji xwezaya bi tendirust çêbibe. Divê zarok di mercên wisa de bijîn. Mînak di tabloyan de jî diyar bûye ku ew xwezaya zarok tê de dijîn ne bi tendirust e. Mînak zarokan di nava çopan de û bi komkirina çopê ji bo firotinê mijûl dibin. Peyama min ji bo hemû kesan ew e ku ji aliyê xwe ve xwezayê biparêzin û paqij bigrin. Ew tiştên ku tên avêtin dikarin veguherînin tiştên cuda divê ku em hemû vê yekê bizanibin û wisa bikin.”