Bi tabloyên ji qûmê dixwaze wêneyê bajarê xwe nîşan bide

Xedîce Murşêd diyar dike ku meyla hunerê ji zarokatiyê ve pê re çêbûye, dema ku kaxizên spî dîtine pênûsê girtiye destên xwe û li ser wan wêne xêz kirine.

HENAN HARIT
Mexrib – Hunermenda Mexribî Xedîca Murşêd a 46 salî, ji qûmê nîgarên hunerî yên ku raman û afirîneriyê digrin nav xwe û behsa pirsgirêkên mirovî dikin çêdike û her wiha dîrok û rewşa welatê xwe vedibêje.
Xedîce Murşêd der barê karê hunerê de diyar dike ku behremendiya nîgarî di zarokatiyê de pê re çêbûye û dibêje; “Min rûpelên kaxizên spî digirt destên xwe û çi diket bala min, min xêz dikir. Her kesê ku nîgarên min didît piştgirî dida min, bi vî awayî min behremendiya xwe bi pêş xist. Dema ku ez mezin bûm min xwest di vî warî de pispor bim. Ez ji xwe re li ser malperên tora civakî li dibistanên hunerî digeriyam da ku jê sûd bigrim. Di dema lêgerîna xwe de min hunermendekî Emerîkî dît ku li ser qûmê nîgar çêdikir, min ew yek gelek eciband û kêfa min hat. Bi vî rengî êdî ez fêr bûm ku çawa li ser qûmê wêneyan xêz bikim. Ez bi tena sere xwe li ser înternetê fêrî hunerê bûm, destpêkê zehmet bû lê piştre ez bi ser ketim.”
Qûm ji bo nîgaran bûye madeya wê ya bingehîn
Xedîca Murşêd Xemar di 1997’an de dest bi hunera nîgarê ya bi qûmê kiriye û ji wê rojê û vir ve qûm bûye madeya wê ya bingehîn a çêkirina tabloyên hunerî. Ew li ser teknîkên ku di xêzkirinê de bi kar tîne jî wiha dibêje; “Destpêkê, EL-Kirokî, bi pênûsa Risas tê xêzkirin, pişrte bi riya bikaranîna qûmê ez tabloyekê çêdikim ku ji her cure kevirên tevlihevkirî vala ye. Piştî wê beriya ku ez derbasî qonaxa boyaxikirnê bibim ez hinekî dihêlim da ku hişk bibe û bibe tabloyek hunerî ya pir bedew.
Xedîca Murşêd diyar dike ku ew qûmê paqij dike û dest bi pêvajoya siftkirin, parzûnkirin û paqijkirina wê ji qirêjiyan dike, ev pêvajo gelek caran tê dubarekirin heya ku qûm nazik dibe û ji bo bikaranînê amade dibe. Ev yek jî dem û kedeke mezin dixwaze.
Der barê cudahiya di navbera nîgarkirina bi rengan û teknîka qûmê ya ku bi kar tîne de jî dibêje; “Xêzkirina bi qûmê bêtir hewceyî hewldan û demek dirêjtir e. Berevajî nîgaran normal e divê ku di qonaxa amadekirinê de balkişandin hebe, li ser biçûktirîn detayan kar tê kirin. Di karê xwe de ez hewl didim rengên cuda amade bikim, ji ber ku reng jiyan, tevger û hîsa hunerî dide tebloyê. Nîgara bi qûmê ji ya normal gelek zehmetir e, ji ber ku bikaranîna qûmê di nîgarê de hewceyî teknîkên taybet e.”
Dixwazim bi nîgarên xwe rewşa Mexribê vebêjim
Der barê kar û xebata xwe de Xedîca Murşêd dibêje; “Ez gelekî girîngî didim nasnameya Mexribê. Bi riya karê xwe ez hewl didim jiyanê bi adet û kevneşopiyan bijîm her wiha dikim ku dîrok û rewşa bajarê xwe vebêjim.”
Der barê zehmetiyên ku Xedîce Murşêd pê re rû bi rû dimîne de jî dibêje ku nîgar li Mexribê ji bo hunermendan wekî çavkaniyek debarê nayê hesibandin û nikare hewcedariyên wan di jiyanê de pêk bîne. Ji ber wê jî hunermend mecbûr dibe ku karekî din nêzî karê xwe bike da ku di warê aborî de pirsgirêkan nejî û aloziyan çareser bike.
Xedîca Murşêd di 2008, 2012 û 2013’an de, ji Qralê Mexribê Mohammed EL-Sadis, sê nameyên padîşahî wergirtine.