Bi sînemayê pirsgirêkên jinên Ereb dijîn vedibêje

Derhêner û senarîst Rîma Mahmoud li dijî sansur û zextan pirsgirêkên jinên Filistînê û Ereb bi sînemayê nîşan dide.

RAFÎF ESLEEM

Xeza- Derhêner û senarîst Rîma Mahmoud pirsgirêk û zextên civakî yên jinên Filistîn û Ereb dijîn, dibe ser perdeya spî. Rîma Mahmoud fîlmê xwe yê bi navê ‘Kupaya Qehweyê’ rastî û êşa diyar a jinan û zarokên Filistînê, sûcên ku li hemberî jinan tên kirin balê dikşîne ser kiryarên wan bi nav dike. Di meha Cotmeha sala 2022’an de di festîvala 8’emîn ji aliyê navenda jinan a li Filistînê ve hat lidarxistin de yek ji wan fîlmên ku di festîvalê de eleqeyek mezin dît ew bû. Fîlmên ku ji derveyî Filistînê li Misir, Urdun, Umman, Mexrib, Bahreyn, Iraq, Norveç û Çînê ketin weşanê, Rîma Mahmoud di gelek qadan de xelat girt.  

Piştî ku sansur danîn ser ji weşanê hat rakirin

Rîma Mahmoud li ruxmê zextên civakî, bi fîlmên ku çêkirine balê dikşîne ser jiyana jinan. Fîlma yekem a ku çêkiriye ji ber mijara ‘ensest’ girtibû dest saziya sansurê destpêkê xwest hinek cihên wê qut bike bi wê jî nesekinî fîlm bi tevahî ji weşanê rakir.

Fîlma ku caran duyemîn kişand careke din hat sansurkirin

Rîma Mahmoud da zanîn ku piştî fîlm ji weşanê hat rakirin bi rojan ranezaye û wiha got: “Ji her sehneyekê ew xeyalên ku min kiribûn, planên ku difikirîm, fîlmê ku bi mehan min ked da bi carekê ji weşanê hat rakirin û piştre şewitandina wê ji bo min gelek zor bû. Vê carê min her sehne û rû bi baldarî careke din kişand lê belê careke din hat sansurkirin, vê rewşê moralê min şikand.”

‘Li dijî sansurê min riya têkoşînê hilbijart’

Rîma Mahmoud destnîşan kir ku demek weke rêvebera bernameyên medyaya dîjîtal xebitiye û di wî karî de xwe nedîtiye, biryar daye ku li dijî sensurê têbikoşe û wiha domand: “Wê demê min fîlmek ji bo zara keçtiyê, cinayetên namûsê kir mijar û kişand. Gelek jinên mazlûm ji ber vê sedemê çawa hatine qetilkirin min xwest nîşan bidim. Min navê fîlm jî kir ‘Xala sor.’ Min gelek rexne girt, ji ber van rexneyan min gav şûnde ne avêt, berovajî ez teşwîq kirim. Min dest avêt rolên dayik û bavan, ‘Bermayên ji ruhekî’ û careke din fîlmê kurt ê ku min ji nexweşên penceşêrê re kişand  ’20 Roj’ ket weşanê û eleqeyek baş dît.”

Dê du kurtefîlmên nû bikevin weşanê

Rîma Mahmoud da zanîn ku ‘Rihên derbasker’, ‘Kubeka qehweyê’ û ’18 xal’ fîlmên kurt ên ku kişandine ye li Filistînê balê dikşînin ser şer û jiyana civakê û wiha got: “Fîlmê ‘çîroka xeyal’ qetilkirina jinan nîşan dide, kurtefîlmê bi navê ‘Qehremanên ku vegera wan tune ye’ tiştên ku rojnamegeren jiyane girtiye dest wê di mehên li pêş de bikeve weşanê.

‘Zextên hemberî jinan tên veşartin’

Rîma Mahmoud bi bîr xist ku li Xezayê têkoşînek mezin heye û got: “Filistîn weke keleha têkoşînê tê dîtin. Tiştên ku jinan jiyane divê binirxînim. Ji ber dorpêça li ser Xezayê fîlmên min ji bo çûyîna gelek welatan hatin astengkirin. Ez xeyal dikim ku bibim derhênerek bi nav û deng hemû cîhan min nas bike û beşdarî festîvalên fîlman ên navneteweyî bibim. Careke din di nava planên min de fîlmek ku mijara wê jin û şer e heye. Ez dixwazim vê jî bibêjim di serî de bavê min hemû malbata min piştgiriya min dikin. Ev jî ji bo min gelek girîng e.”