Bi şanoya sî di warê mafên jinan de hişyariyê çêdike

Amîra Hamdan bi şanoya sî, hewl dide di nava civakê de bi taybetî di warê mafên jin û zarokên keç de hişyariyê çêbike. Amîra Hamdan dibêje; “Di dema pêş de em dixwazin balê bikşînin ser zagon, maf û mijarên têkildarî jinan.”

RAFIF ESLEEM

Xeza – Bi sedsalan e yek ji awayên şanoyê ku wekî kevneşopî heye, şanoya sî ye. Şanoya sî yan jî lîstika sî li hinek herêmên cîhanê wekî çalakiyeke çandî tê lidarxistin. Amîra Hamdan a ji Xezayê jî bi lîstikên sî, balê dikşîne ser çîrokên jin û zarokan. Amîra Hamdan jineke ciwan e, bîst salî ye, ji bo ji zarokan re bi stranên klasîk performansek pêşkêş bike amadekariyên xwe didomîne.

Her ku diçe jin zêdetir şiyar dibin

Amîra Hamdan behsa destpêka pêvajoya lîstikên sî kir û wiha got: “Ji bo performanca min a destpêkê komek jinên ku li ser siyaseta jinan dixebitîn amade bûn. Lîstik li ser namzediya jinan a hilbijartinan û daxwaza wan a ji bo mafan bû. Jin, mêr û zarok beşdarî lîstikê bûbûn. Min texmîn nedikir ku ewqas eleqeyê bibîne. Jinan diyar kirin ku mafên wan heye ew di warê siyasetê de cihê xwe bigrin. Hinek jinên ku beşdarî lîstikê bûbûn roja din ji bo rola wan çalaktir bibe çûn Konseya Zagondanînê dan û gotin ku ew dixwzin beşdarî meclisên hilbijartina herêmî bibin.”

Mîrasa sedsalan

Amîra Hamdan, têkildarî lîstika sî ya ji bo zarokan ku li ser mijara bajarokê Safafa Beît ê Qudusê bû jî got: “Min xwest ez malên Filistînê yên ku derdora wan bi darên zeytûn û leymûnan xemilandîne bidim nasîn, girêdana zarokan bi axa wan re kûr bikim. Ger em behsa dîroka lîstika sî bikin, em dikarin bibêjin ku ev şano ji Çîn û Hindistanê, di ser Îranê de hatiye û di sala 2018'an de ketiye lîsteya UNESCO’yê Ev hunera gel, bi serdema Memlûk bi navûdeng bûye. Lîstika sî, hunereke ku ji çermên ajalan hatiye amadekirin, bi fîgurên mirov, ajal û eşyayan li pêşiya lembeyek ronî tê lîstin û siya xwe dide perdeya spî ye. Bi kûklayên ku dirêjahiya wan di navbera 30 an jî 50 metre de ye tê kirin. Ev kukla bi hinek darikan tên tevgerandin. Bi vî awayê temaşevan tenê siya wan dibînin.”

Amîra Hamdan bi gotinên; "Yek ji zehmetiyên ku ez dibînim, tunebûna madeyên xam ên ji bo şanoyê ye. Ez hewl didim malzemeyên kevin, bi yên texte û plastîk re biguherînim. Her çendî li gorî qelîteya yên orjînal nebin jî ez wisa pêşkêş dikim” behsa zehmetiyên ku dikşîne dike.

45 lîstik hene

Amîra Hamdan diyar dike ku ew mijarên lîstikên sî bi îlhama ku ji Filistînê digrin çêdikin û wiha didomîne: “Heta îro me 45 berhem çêkirine. Em bi Wezareta Çandê û Navenda Karên Jinan re hevkariyê dikin. Li Filistînê me li 9 bajaran şanoyê pêşkêş kir û ev lîstik ji aliyê temaşevanan ve rastî eleqeyek baş hatin.”

Amîra Hamdan diyar kir ku di mijara şîdeta li ser jinan de jî bi lîstikan wan hişyariyê çêkirine û wiha bi dawî kir: “Di pêvajoya li pêşiya me de em plan dikin ku mijarên cur be cur ji bo civakê pêşkêş bikin. Em hewl didin balê bikşînin ser zagon, maf, terzê jiyana civakî û mijarên ku pêdiviya jinan bi wan heye. Bi vê yekê em ê bi awayê herî pêwîst li ser pirsgirêkên jinan rawestin.”