"Bi riya xwendinê em dikarin çanda hemû cîhanê binasin"

Cigîra Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ronahî Hesen da zanîn ku 130 hezar pirtûk di pêşengehê de bi zimanên cur bi cur hatine pêşandan.

EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Bi armanca bîranîna salvegera şehadeta têkoşer Husên Çawîş (Herekol) bi serpereştiya Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşma "Pirtûk rehjena jiyanê ye” bi beşdarbûna partiyên siyasî, nivîskar, saziyên Rêveberiya Xweser û hejmarek ji rewşenbîr û helbestvanan 5’emîn pêşangeha şehîd Herekol a pirtûkan di 29’ê Tîrmehê de li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat destpêkirin û dê heta 5’ê Tebaxê bidome. Pêşangeh çalakiyên çandî, hizrî,wêjeyî, îmzekirina pirtûkan, semîner û form li xwe digre. Der barê pêşangehê de, Cigîra Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ronahî Hesen nêrîna xwe parve kir.
"130 hezar pirtûk di pêşangehê de hatiye pêşandan"
Ronahî Hesen bal kişand ser hejmara pirtûkan û bajarên ku beşdarî pêşangehê bûne û wiha got: "Pêşangeha şehîd Herekol a 5'emîn e ku li bajarê Qamişlo tê lidarxistin. Nêzî sê meh in em amadekariya vê pêşangehê dikin. Nêzî 44 weşanxaneyên li ser asta Rojhilata Navîn mîna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Bexda, Misir, Lubnan, Heleb, Şam û Îtalya beşdarî vê pêşangehê bûne. 130 hezar pirtûk di vê pêşangehê de bi zimanên cur be cur hatine pêşandan."
"Bi wesîleya pêşangehê hemû pirtûk tên peydakirin"
Ronahî armancên vê çalakiyê wiha parve kir: "Armanca me ji lidarxistina vê pêşangehê ew e ku em asta xwendinê li bajarên xwe bi pêş bixin, di heman demê de em nezaniyê ji holê rakin, danûstandina çandî çêbikin. Pirtûkên ku nayên peydakirin bi wesîleya pêşangehên wiha em dibînin û pêşkeşî civakê xwe dikin. Her wiha îsal tevlibûnek baş ji pêşangehê re heye, ev yek jî me kêfxweş dike. Di heman demê de pirtûk pir zêde tên firotin. Cudahiyek di navbera salên borî û îsal de heye. Îsal bernameyên dabeşkirinê hene û di pêşangehê de her weşanxaneyek beşa wan heye da ku berhemên hemû weşanxaneyan bê xuyakirin. Her wiha pirtûkên me hemû orjînal in û pirtûkên sexte di nav de tune ne. Li kêleka wê di pêşangehê de sê beşên taybet ji bo zarokan hene. Jixwe beşdariya herî zêde ji aliyê ciwanan ve tê kirin." 
"Çanda me di hemû pirtûkan de hatine nivîsandin"
Ronahî bal kişand ser girîngiya xwendinê û parastina çandê û wiha bi dawî kir: ""Çanda me di hemû pirtûkên ku di pêşangehê de tên pêşandan hatine nivîsandin. Loma em dikarin bi riya xwendinê çanda xwe biparêzin. Her wiha bi riya xwendinê em dikarin çanda hemû cîhanê binasin. Mirov dikare bi nivîsandinê çanda xwe mayinde bike. Herî dawî ez bi hêvî me ku hemû kesên pêşangeha me bihîstine werin serdanê û li gorî daxwazên xwe pirtûkan bigirin."