'Bi riya dîwarên xwe pirsgirêkên jinan nîqaş dikim'

Jina ciwan ku ramanên xwe bi nîgaran tîne ziman, bi nîqaşên xwe yên ku li ser mijara temsîla firehiya Yemeniyan hatiye veqetandin gelek kampanya li darxist û beşdarî çalakiyên navneteweyî bû.

 

NÛR SERÎB
El-Yemen – Ajansa me bi hunermenda plastîk, Heyfai Sibîi re li ser xêzkirina li ser dîwaran  hevpeyivînek kir.
Heyfai Sibîi xwe çawa bi şopînerên Ajansa Nûçeyan a Jinan dide nasîn?
Hûn û hemî karmendên Ajansa Nûçeyan a Jinan bi xêr hatin. Navê min Heyfai Sibîi ye, min ji Zanîngeha Senia di beşa bazirganî û aborî de bekaloreys di hesab de girtiye. Ez li bajarê Sanai mezin bûme û min xwendina xwe ya zanîngehê jî qedandiye.  
We kengê dest bi çalakiya xwe ya hunerî kir û hûn dixwazin bi riya wê pirsgirêkên jinan nîqaş bikin?
Berî ku ez biçim dibistanê, di temenekî ciwan de min dest bi çalakiya xwe ya hunerî kir. Her wiha hunera grafîtî ji 2012'an de min dest bi pratîkê kir. Ez dixwazim bi riya dîwar, xwe û pirsgirêkên ku ez weke jinek ji vê civakê dikşînim van pirsgirêkan nîqaş bikim. Ji ber ku ez dizanim jin bi çi re rû bi rû dimînin û çi êşê dikşînin, nemaze di dema şer de.
Te çend wêne û li kîjan bajaran nîgar kirine?
Ji 2012'an vir ve gelek dîwar hene lê dîwarên ku min di kampanyaya xwe ya yekem de Mexdûrên Bêdeng neqişand 13 wêne li Sanai, dû re jî kampanyaya Kevoka Aştiyê ji bo Yemenê, kampaneyeke elektronîkî bû, ji bo piştgiriya aştiyê û mirovan bû.
Piştî wê, min pêşangehên şer û mirovan li Singaporê 'Bienala Singapore' 2019'an de li dar xist û pêşangehên min 9 dîwarên li ser erdek 22 metreyî bûn. Hemû nîgarên li ser dîwaran, li ser pirsgirêkên Yemeniyan bi giştî û bi taybetî di dema şer de ya jin û zarokan bû.
Di van demên dawî de, min kampanyaya xwe ya nû ya bi navê 'Jin û şer' li bajarê Aden da destpêkirin. Min dîwarê bi navê "Em ê bi hev re bijîn" xêz kir, heke li bajarên din piştî zayîna xwe derfet hebe ez ê hewl bidim bêtir dîwaran çêbikim.
Tu dikarî li ser dîwarê ‘em ê bi hev re bijîn’ biaxivî?
Li ser dîwarê em ê bi hev re bijîn, min ezmûna xwe ya nû ya jidayikbûnê xêz kir û hewl da ku xewna xwe ya pêşerojek çêtir tijî aştî, şahî û evîn bidim nîgarkirin. Dîwar jinên ducanî ronî dike.
Peyama ku tu dixwazî bigîhîjîne gel çi ye?
Huner dikare gelek peyaman ragihîne, ji ber ku şiyana wê ya mezin heye bandorê li civakan bike. Her gav di pêşengiya vegotina pirsgirêkên civak û gelan de bûye. Pirsgirêkên li welatê me pir in û bêtir giran dibin, ji ber şerê tirsnak ê ku bi salan e berdewam dike. Ya ku ez ji bo xwe û Yemeniyan dixwazim aştî ye û derketina ji tengasiyên ku xewnên me perçe kirine ye.