Bi pelên dara xurmeyê çand û kevneşopiyê diparêze

Nisrîn Salim Etîqa bi xebata xwe projeya bi navê “Çanda min a ji bo karên çandî’” ava kir û berhemên xwe derxist sûkê. Berhemên wê, li hundir û derveyî Lîbyayê hatin firotin. Nesrîn dibêje ku gelek kes ji bo kirînê daxwaza berhemên wê dikin

IPTÎSAM AXFÎR
Bingazî- Bi tiliyên xwe yên nazik, pelên dara xurmeyê bi awayekî xweş û rengên cur be cur çêdike û dixemlilîne, Nisrîn Salim Etîqa ya 24 salî. Ew di sala 2011’an de bi malbata xwe re ji bajarê Tewar Xaa koçberî bajarê Bingazî bûye.
Dayika wê hewl da ku wê fêrî çêkirina pelên dara xurmeyê û kevneşopiyên ku li bajarê Tewar Xaayê navdar in bike.
Nisrîn Etîqa dibêje ku dema dayika min ez fêrî vê pîşeyê kirim min nedizanî ku ez ê rojekê firoşgeheke ji bo firotina tiştên çandî vekim û bi wê debara jiyana xwe bikim, di zarokatiya xwe de keçikên bajarê Tewar Xaa xwe fêrî vê pîşeyî dikin da ku bi demê re neyê windakirin û her parastî bimîne.
Firoşgeheke çandî ye û kevneşopiyê diparêze
Nisrîn Etîqa piştî ku mezin bû, di vî karî de afrîneriyek mezin bi dest xist. Di demeke ku bajarê Lîbyayê di rewşên herî zehmet re derbas dibe, wê xwest ku vê behremendiya xwe veguherîne projeyekê da ku karibe debara jiyana xwe bike. Ew beşdarî kargeheke ku ji aliyê bernameya piştgiriya ji bo Lîbyayê ve hatibû organîzkirin û çar rojan domiya bû. Ev kargeh piştgiriyê dide jin û ciwanan da ku karibin projeyên biçûk ji bo xwe ava bikin.
Nisrînê karibû projeya xwe ya bi navê “Çanda min a ji bo karên çandî’” ava bike û berhemên xwe derxe sûkê. Berhemên wê, li hundir û derveyî Lîbyayê hatin firotin. Nesrîn dibêje ku gelek kes daxwaza berhemên min dikin, hin caran nêzî 300 parçe ji karên ku min çêkirine tên xwestin û piraniya wan kesên ku digrin wekî diyariyan pêşkêşî hevalên xwe dikin.
Ez tenê karên çandî dikim
Nisrîn Etîqa dide zanîn ku ew bi hemû cureyên karên kevneşopî û çandî re têkildar dibe ku ji wan yek zembîl in û dide zanîn ku ew li ser zembîlên ku çêdike navê xwe dinivîsîne.
Nisrîn der barê, madeyên xam ên ku pê kar dike de dibêje ku ew made pir tiştên hêsan in ku ew jî pelên dara xurmeyê û dezî ye.
Ji bo karê xwe bikim, hînî parastina ji koronayê bûm
Nisrîn Etîqa li ser pandemiya koronayê û bandora li ser karê wê kiriye dibêje; “Di destpêkê de li ser karê min jî wekî yê hemûyan bandor çêbû lê niha rewş baştir e. Ji bo ku ez baş karê xwe bikim, hînî parastina ji nexweşiyê bûm.
Firoşgeha Nisrîn Etîqa li Lîbyayê deng vedaye û navdar bûye. Tenê vê pîşeyê li firoşgeha wê heye, ji bo ku beşdarî şahî û pêşangehên girîngiyê didin çandê bibe ji aliyê gelek kes û saziyan ve tê vexwendin.
Di dawiya axafina xwe de Nisrîn Etîqa banga li hemû keç û ciwanan kir ku behremendiyên xwe veneşêrin û xwedî lê derbikevin.