Bi nêzbûna 8’ê Adarê re bajarê Qamişlo bi tabloyên jinan dixemile

Bi nêzbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanî re, dîwarên bajarê Qamişloyê bi tabloyên têkoşîn û yekitiya jinan tên xemilandin. Endamên koma Orchid dibêjin ku ev tablo diyarî ji bo hemû jinên têkoşer û kedkar dikin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Koma grafîtî ya Orchidê bi nêzbûna 8’e Adarê ya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê kampanyayek ji bo xêzkirina tabloyên ku jinan bi taybetî têkoşîna jinên Kurd vedibêjin da destpêkirin.

Koma Orchid li Taxa Munîr Hebîb a bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanyaya xwe li dar xist, taxê bi 21 wêneyên jinan xêz kir. Endama koma Orchid Ronaz Heyder di vê der barê de dibêje: “Koma Orchid di warê grafîtî de aktîf e û her dem di nava çalakiyan de ye. Her dema ku were xwestin jî em ê kampanyayan li dar dixin. Em di hemû bûyerên sembolîk de bi dilxwazî ​​pêşengiyê dikin. Li kêleka wê jî em karên xwe yên taybet jî didin meşandin.”

‘Jinên Kurd şervan û têkoşer in û hêjayî rûmetê ne’

Ronaz Heyder bal kişand ser berxwedaniya jinan bi taybetî jinên Kurd li Rojava û wiha pê de çû: “Bi boneya 8’ê Adarê me xwest em weke kom, ji aliyê xwe ve kampanyayê bidin destpêkirin ji bo pîrozkirina vê rojê û kêfxweşiyê bixin dilê jinan. Bi rastî jî jinên Kurd berxwedanî û têkoşîneke mezin dan meşandin li Kurdistanê tevahî û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê, hêja ye ku mirov vê rojê bi dilxweşî pîroz bike û balê bikşîne ser. Tabloyên ku me xêz kirin; rengên jinan û berxwedaniya wan nîşan didin. Di heman demê de yekgirtina jinên pêkhateyan me daye pêş, ev yek di wêneyan de jî xuya dike ku çawa her jinek ji pêkhateyeke cuda bi cil û bergên xwe yên gelêrî amade ye.”

‘Diyariyek ji bo hemû jinên cîhanê’

Ronaz Heyder 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û wiha bi dawî kir: “Bêguman me tabloyên bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” xêz kir ku nîşaneya herî bi nirx a jinên têkoşer e, li dinyayê deng vedan. Em Roja Jinên Kedkarên Cîhanî pîroz dikin, ev tablo diyarî ye ji bo tevahî jinên cîhanê û bi taybetî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Hêviya me ew e ku salên pêş ji bo jinan; salên xweşî û serkeftinê bin.”