Bi muzîk û wênekêşanê kêrhatina xwe der dike

Hensek Mihemed a ku bi hunerê re eleqeder dibe diyar kir ku jinên bi muzîkê re eleqedar dibin civak bi çavekî xirab li wan dinêre û got ji bo jin bigihîjin armanca xwe divê li hemberî hişmendiya mêrsalar ê di civakê de rawestin û wan astengiyan bişkînin.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Hensek Mehemed a 25 salî, li bajarê Silêmaniyê dijî, di sê qadên hunerê yên weke muzîk, şêwekarî û şanoyê de kar dike. Hensek Mehemed a hê di temenê biçûk de kêrhatiya wê ya fêrbûna muzîk û gîtarê hebû, diyar kir ku bi giştî astengiyên ku derketine pêş ji ber nexweşî û paşverûtiya civakê bûne lê belê malbat, mamoste û hevalên wê ji bo berdewamkirina hunerê her dem piştgiriya wê kirine.

Hensek Mehemed got: “Ji ber aqilê mêrsalarî û paşverûtiya civakê di hunerê de, dema ku jinek li amûrek dixe û bi hunerê re eleqedar dibe di nava civakê de weke kesek xirab tê dîtin.”

‘Di temenê biçûk de ez fêrî lêdana gîtarê bûm’

Hensek Mihemed da zanîn ku di temenê 13 salî de dest bi fêrbûna gîtarê kiriye û li kêleka wê dixwaze fêrî amûrên din jî bibe û wiha dibêje: “Kêrhatiya min a fêrbûna amûrên muzîkê di temenê biçûk de hebû, ez zû fêrî lêdana gîtar û noteyan bûm. Bi alîkariya mamoste û hewldana xwe min berdewam kir. Dema ku dewreyeke hunerî vebûya ez beşdar dibûm.”

‘Min îlham ji jinên têkoşer girt’

Hensek Mihemed li kêleka gîtarê wêneyan jî dikşîne, dema ku beşa hunerê li zanîngeha Silêmaniyê dixwend, hêdî hêdî daxwaza wê ji wênekêşanê re çêdibe û ev salek e wêneyan dikşîne, piranî wêneyên grafîk in. Hensek Mihemed wiha got: “Di Kurdistanê de gelek jinên bi hêz û ji bo mijara Kurdîtî û şoreşê xebatên siyasî kirine. Ev yek ji bo min bû îlham ku zêdetir wêneyên jinan bikşînim û karê xwe bi pêş bixim. Ji bo salevegera Silêmaniyê di pêşangehan de min wêneyên çend jinên têkoşer ên Kurdistanê pêşan dan. Em jinên ku bi hunera muzîkê re eleqeder dibin divê alîkariya hev bikin û piştgiriyê bidin hev. Ji bo pêşxistina karê hunerî divê em li hemberî astengiyên ku tên pêşiya me rawestin.”