Bi maketan bêrîkirinên ax û gundê xwe vegot

Newroz a maketa gundê xwe yê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine şewitandin û qet nedîtiye çêkir, bêrikirinên ax û gundê xwe ya jinên Mexmûrî anî ziman.

BERJÎN KARA

Mexmûr – Li Kurdistan û gelek welatan Kurd û dostên wan di 4’ê Nîsanê de 74’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Di çalakiyên pîrozbahiyê de şitil hatin çandin, li hin cihan jî festîval hatin lidarxistin. Li Wargeha Penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê jî 15’emîn Mihricana 4’ê Nîsanê ya Çand û Werzîşê hat lidarxistin.

Yek ji zarokên ku beşdarî mihricanê bû Newroz Tunç e ku di salên beriya bi 30 salan malbata wê ji ber êrişên dewleta Tirk neçar maye ji Bakurê Kurdistanê koç bike û piştî çend wargehên ku lê bi cih bûye li wargeha Mexmûrê bi cih bibe. Newroz a li ser qalkirina malbata xwe ji bo 4’ê Nîsanê maketa gundê xwe yê li Bakurê Kurdistanê çêkiriye bi gotina “Gundê me bedew buye lê ji aliyê dewleta Tirk ve hat şewitandin” hestê tevahî şêniyên wargehê bilêv dike.

‘Dema dayik gundê xwe dîtin hestiyar bûn’

Newroz destnîşan dike ku dayikên Mexmûrî yên maketa wê dîtine hestiya bûne, dibêje, “Dema ku dayîk gundê xwe dîtin pir hestiyar bûn. Ez gelek kefxweş bûm, pir bi kelecan bûm. Dayîk digotin ‘te mîna gundê me çêkiriye. Digotin te çawa çêkir min jî digot min û xwişka xwe çêkiriye û ez spasiya xwişk, dayîk û bavê xwe dikim ji ber ku gundê me ji mere gotin ku min jî çêkir.”