Bi karîkaturan qetilkirina Jîna Emînî hat şermezarkirin

Ji aliyê rejîma Îranê ve qetilkirina Jîna (Mehsa) Emînî li Kurdistan û Îranê bû sedemê nerazîbûnên mezin, li gelek deveran çalakî hat lidarxistin. Li gel çalakiyên rojane bi karîkaturan jî qetilkirina Jîna Emînî hat şermezarkirin.

Navenda Nûçeyan – Di 15’ê Îlonê de jîna ciwan ya Kurd a 22 salî Jîna Mehsa Emînî dema ku li gel malbata xwe ji bo geştê berê xwe da Tahrana paytexta Îranê bi hêceta hîcaba xwe baş girênedaye ji aliyê rejîma Îranê ve hate girtin, îşkence lê hate kirin û ji ber îşkenceya ku lê hatî kirin krîza mejî derbaz kir û di 16’ê Îlonê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Qetilkirina Jîna Mehsa Emînî ji aliyê hêzên rejîma Îranî ve ji aliyê civaka Îranê ve bû sedemê nerazîbûnên tund, bi taybet Kurdên li cîhanê ev kiryarên rejîma Îranê bi merasîman şermezar kirin.

Bi belavbûna nûçeyên girtin û qetilkirina Jîna Emînî hunermedan bi çêkirina gelek karîkatorên cûr be cûr qetilkirina Jîna (Mehsa) Emînî û kiryarên dermirovî yên rejîma Îranê şermezar kirin.