Bi karê zivirandinê parastina jîngehê dike

Qutriya Hisên a ji bajarê Qamişlo karê zivirandina tiştên ne pêwîst dike û jê berhemeke baş û xweşik derdixe. Qutriya dibêjê qîmetdayina ji kedê re esasê serkeftinê ye.

ROJ HOZAN

Qamişlo-Dema em peyva afrîneriyê taybet bi jinan ve didin girêdan ev tesbîteke dîrokî ye û ne ji valahiyê tê gotin. Afrîneriyên jinan li her derê tên dîtin pê re jî esasên jiyanê di hevsengiyê de dimînin. Qutriya Hisên li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî. Her tiştekî ku êdî pêwîstiya wê namîne Qutriya Hisên ji nû ve jê berhemekî xweşik û bi fêde jê diafirîne. Qutriya bi hezkirineke mezin xebatên xwe dide meşandin, vê hezkirinê li derdorê jî belav dike û heya niha piştî 30 salan weke jineke xwedî pîşe, bi berhem û ked dixebite. Têkildarî naskirina jiyan û berheman me serdana mala Qurtriya Hisên kir û ji nêz ve xebata wê şopand.

Bi hezkirinê karê zivirandinê dike

Qutriya Hisên behsa jiyan û hezkirina xwe ji karê zivirandinê re kir û wiha dest bi axaftin xwe kir: “Bi qasî 30 salan min mamostehiya wênesaziyê kiriye lê zêdetir hezkirina min bi aliyê zivirandina tiştên kevnar û ne pêwîst ve diçû. Pir kêfa min dihat dema min ji tunebûnê hebûneke nû çêdikir û jê tişteke bi fêde ava dikir. Berê min ji fikir û mêzekirinên xwe teşe çêdikirin, mînak li bazarê, malên ku min serdan dikir û li ku derê min teşe dîtibûya pêwîst bî min ew teşe ezber bikira. Niha hin caran li înternetê vedigerim û ji xwe re li dîmenên çêkirina dekorê û tiştên ku tên zivirandin digerim da ku fikrên min zêde bibin lê tevî wê jî berhemeke min a cuda her dem pêwîst e tê de hebe. Ew teşeyên ez dibînim alavên wê hazir in lê yên ez bi xwe çêdikim hemû ji alavên ku êdî bên avêtin dizivirînim. Berê min pir zehmetî dikişand ji ber mal û zarok û mamostetî pir zext li ser min dikir lê hezkirina min ji karê min re her dem min dem jê re veqetandibû û heya niha berdewam dikim.”

Tiştên ku bên zivirandin

Qutriya Hisên bal kişand ser tiştên ku bên zivirandin, her wiha alavên jêre pêwîst û wiha domand: “Di karê min de her tiştên tên avêtin ji min re pêwîst dike mînak qaşilên dendik û fistiqan, têl, karton, qotîk, qaşilên zebzeyan, cil û berg û hemû tiştên ku êdî pêwîstiya mirov pê nîn e û yên avêtinê ne ez bi kar tînim. Alavên min pir hêsan in lê zehmetiyeke min pir girîng di aliyê ceyranê de heye ji ber pir caran ez dixwazim berhemekî çêbikim lê ceyran tune ye ez madeya ku alavan bi hev re girê didim bi kar bînim. Li aliyê din jî zivirandin yek ji rêbazên parastina jîngehê ye ji ber dema tişt bên zivirandin êdî çop namîne. Pir caran kesên min nas dikin, cîranên min tiştên ne pêwîst ji min re rêdikin û pir caran li kolanê jî dema tişt hebin bala min bikşînin ez bi xwe re tînim û pê tiştan çêdikim. Berhemên karê zivirandinê piranî ji bo dekor feydeya wê heye, niha dekore mala min hemû ji karê destê min e. Her wiha pir caran di mûnasebetan de ez weke diyarî bi xwe re dibim. Heya zarokên min jî weke diyarî ji hevalên xwe re radikin. Ez pir kêfxweş dibim dema karê xwe di her malê de dibînim. Her wiha di aliyê aborî de ji bo mîn alîkariye, min pir ji berhemên xwe di pêşengehan de firotine.”  

‘Qîmetdayîna kedê esasê serkeftinê ye’

Qutriya Hisên bal kişand ser beşdarbûna berhemên xwe ji pêşengeh û mîhrîcana re û wiha bi dawî kir: “Ez pir caran ji bo pêşengehên karê destan û mîhrîcanên folklorî beşdar bûme û min karê xwe li wir pêşkêş kiriye. Der barê beşdarbûna xwe de min gelek diyarî di asta yekemîn û duyemîn de girtine. Her wiha hin xebatên taybet weke jin me pêşengeh li dar dixist û karê xwe me pêşkêş dikir. Projeyên min ên siberojê pir in lê niha derfeta min nîn e ez bi kar bînim. Cihê min ê ku ez karê xwe tê de bidomînim tune ye, ez karê xwe di malê de diqedînim lê pir caran qerebalix û mêvan hene ez nikarim bixebitim. Ya din jî min anî ziman pirsgirêka ceyranê heye lê her dem di fikra min de heye ez berhemên nû biafirînim û pêk bînim. Mirov ji karekî hez bike wê xweşik derbixe û bila tu kes hêsan lê mêze neke, ji ber her berhem kedeke mezin dixwaze heya bigihîje serî. Qîmetdayîna kedê esasê serkeftinê ye.”