Bi hunera xwe bal kişand ser pirsgirêkên civakê

Jina ciwan a Filistînê Helîme Al- Kahlout ji bo balê bikşîne ser pirsgirêkên civakê projeyên hunerî ava dike.

NAGHAM KARACA

Xeza- Jina ciwan Helîme Al- Kahlout a 27 salî li Şerîdaya Xezayê projeyek hunerî ya nû ku heta niha nehatiye dîtin, ji bo balê bikşîne ser pirsgirêkên civakê ava kir. Helîma Al- Kahlout der barê xebata xwe de ji ajansa me re axivî.

Helîme Al-Kahlout da zanîn ku bi projeya xwe dixwaze peyamên berbiçav bide û bi vî rengî bandor bike û wiha behsa fikrên pirojeya kir: “Fikir li ser bingeha sadebûn û rêzê hatiye avakirin, ji ber wê min ew malzemeyên ku hemû kes bikaribe peyda bike, yên karton hilbijart. Piştre jî ew fikrê ku min plan kiribû ji bo ku bidim nîşandan min ji nû ve vegerand û boyax kir. Dema ku min di malê de li makîneya hûrkirina got nihêrî ev proje hat bîra min. Di roja me de li ber ronahiya teknolojiyê û geşedanên modern min dest bi fikirîna ez ê çawa vê projeyê bixim meriyetê kir.”

Bal kişand ser şer

 Halîma Al-Kahlout bal kişand ser rastiya trajîk a hunerê û wiha got: “Min di nava mehekê û zêdetir de dirêjî û firehiya 120 cm û 160 cm zêdetir di rehendiya mirovekê de helîkopterek mezin çêkir û li vê derê min xwest balê bikşînim ser şerê ku li Xezayê çêdibe. Li Şerîdaya Xezayê pêvajoya siyasî û civakî ku tê jiyîn min sê gezikên dest çêkir û hewl da mesrefa jin û zorokên keç ên nexweş bidim. Min ev serkeftina xwe di pêşangehek navdewletî de nîşan da, ecêbiya fikrên min û kûrahiya wê bala hemû kesan kişand.”

‘Hêviya min ew e ku xwe bigihîjînim welatên cîhanê’

 Halîma Al-Kahlout bi bîr xist ku mirovek serkeftî ji bo bigihîje lûtkeya xeyalên xwe rastî gelek zehmetiyan tê û wiha got: “Ji nîvê zêdetir malbatên Filistînê ji aliyê jinan ve tên birêvebirin. Bi taybetî di bazara serbixwe û bi rêk û pêk de koma herî qels em in. Hêviya min ew e di demên pêş de beşdarî pêşbirk û pêşangehan bibim û fikrên xwe bigihîjînim hemû cîhanê û niha jî dixwazim projeya xwe bixim meriyetê.”