Bi helbestên xwe ronî dide pirsgirêkên ku jin dijîn

Helbestvana Tûnisî Radhia Chehaîbî bi gotinên “Ez bi helbest û romanên xwe mijarên jinan vedibêjim” dibêje ku ew têkoşîna xwe li dijî zîhniyeta serdest a mêr di warê hunerê de didomîne.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis- Helbestvana Tûnusî  Radia Chehaîbî, bi romanên xwe bal dikşîne ser pirsgirêkên jinan. yazdığı şiir ve romanlarda kadın sorunlarına dikkat çekiyor. Radhia Chehaîbî, diyar dike ku helbest asoya mirov vedike û got ku nivîsandina helbestan hesta azadiyê dide mirov.

Radhia Chehaîbî, balê dikşîne ku di navbera ‘Helbestên jinan’ û ‘Helbesta femînîst’ de nakokî hene û wiha dibêje: “Ya yekemîn helbestên ku jin dinivîsînin, ya duyemîn jî helbestên ku behsa meseleyên jinan dikin, jinan ji aliyê cuda ve dinirxînin. Ez bi helbestên xwe behsa bêedaletiya di nava malbatê de, şîdet, marjînalbûyîn û gelek pirsgirêkên din ên jinan dikim.” 

‘Mijara jinan ji bo min esasî ye’

Radhia Chehaîbî, got ku li Tûnisê di warê pêkanîna zagonên mafên jinan de pirsgirêk hene û wiha axivî: “Em dikarin bibêjin zagonên ji rastiyê dûr. Jin di nava civakê de rastî bêmafiyan tên. Di siyasetê de kêm in. Mînak dema ku jin rastî tecawizê tên, ew neçar dimînin hesab bidin. Ji tecawizê jin berpirsyar tên dîtin. Em bi zihniyeta serdestiya mêr tên birêvebirin û ji ber vê yekê jî mijara jinan ji bo min yek ji mijarên esasî ye. Bi helbestên xwe, bi romanên ku dinivîsînim, hewl didim mijara jinan vebêjim.”

‘Helbestên jinan biçûk tên dîtin’

Radhia Chehaîbî, got ku civak li gorî rolan teşe digre û diyar kir ku di nava van rolan de bi giştî xwedîkirina zarokan, karên malê û berpirsyariyên bi vî rengî didin ser milên jinan. Radhia Chehaîbî, wiha domand: “Jinên helbestvan ji ber ku ji nava civakê hatine dûrxistin, di warê çand û siyasetê de jî tên dûrxistin. Mêr naxwazên derkevin derveyî rolên ku ji wan re hatine diyarkirin û gelek berpirsyariyan didin ser milên jinan. Ger jin hesabê vê yekê nepirsin, dema ku hewce bike dozê venekin dê nikaribin derkevin derveyî sînorê ku hatiye diyarkirin. Ger jin xwe bidin paş dê nikaribin beşdarî bernameyên qada ku pê re têkildar in bibin, nikaribin xwe bi pêş bixin.”

‘Çîrokên serkeftî yên jinan hene’

Radhia Chehaîbî, diyar kir ku divê jinên helbestvan li dijî biçûkdîtin û vederkirinê têbikoşin û wiha got: “Jinên helbestvan di dema destpêkê de hinek kêmasiyan dikşînin. Rastî hinek astengiyên civakî tên. Jin pêşketina jinan debar nekin jî, gelek çîrokên serkeftinên jinan hene. Em dibînin ku di warê estetîk, şêwe û standardan de terzeke xweser a jinan heye.”

‘Jinên Kurd helbestên min tercumeyî zimanên din dikin û parve dikin’

Radiha Chehaîbî, got ku ew hê negihîştiye tama xwendina helbestên bi zimanê Kurdî lê di parvekirinên medyaya dîjîtal de dema dîtiye jinên Kurd helbestên wê tercume kirine û parve dikin pir bextewar bûye û wiha domand: “Jinên Kurd helbestên min tercumeyî zimanên cuda dikin û di rûpelên we yên medyaya dîjîtal de parve dikin. Ev piştgirî biçûk be, ev tecrube bû sedem ku ez li ser femînîzmê bibim xwedî agahî. Min fam kir ku jinên femînîst azadiyê dixwazin û girêdayî nasnameya xwe ne. Divê ji bo tişta herî baş em hewl bidin. Ez di pêşangehan de her dem li pirtûkên Kurdî û yên hatine tercumekirin geriyam lê mixabin min nedît. Ez dixwazim vê çanda ku azadiya ku îlhamê dide ye, bi awayê herî baş hîn bibim.”

Radhia Chehaîbî, silavan ji jinên Kurd re şand û wiha bi dawî kir: “Têkoşîna ku Kurd ji bo mafên xwe didomînin, xwedî rastiyek e û mafdar e. Ev têkoşîn xwe di helbestan de jî nîşan dide. Ji helbestên Erebî cuda, projeyeke xwedî nasname ye ku her kes jê bawer dike û dixwaze piştgirî bidê.”