Bi dengê jinan li Reqayê şîn û hevgirtin: Zêmar
Jinên kantona Reqayê, bi vegotina zêmaran an stranên şînê yên aydê çanda xwe, hem hestên xwe vedibêjin hem jî xwedî li çand û mîrateya xwe derdikevin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM
Reqa – Çanda Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çandên Kurdî û Erebî dewlemend e gelek kevneşopiyên xwedî stranên şînê ango zêmar hene. Ev stran bi zimanê Erebî weke "na'l" tên gotin. Ev nav dibe ku ji peyva "na'ah" were ku tê wateya ragihandina mirina kesek.
Jinên kantona Reqaya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, stranên xwe yên xemgîn "Na'ewat" ku kevneşopiyeke devkî ya kevnar a li herêmê ye, vedibêjin. Na'ewat carna cureyek pesindayînê ye û carna jî cureyek şermezarkirinê ye. Bi gotineke din ev helbest hestên xemgîniyê diyar dikin.
Ev helbest, ne bi zimanê Erebî yê klasîk e, bi zimanê axaftinê tên gotin. Jin di pesindayînê de yên herî jêhatî ne, ji ber ku ew herî zêde bi zehmetiyên jiyanê re rû bi rû dimînin û bi îradeya xwe ya bihêz li hemberî hemû şert û mercan li ber xwe didin.
Bîranînên xwe zindî dikin
Xalîsa El-Hesen a 40 salî ji gundewarên bakurê Reqayê ye û di jiyana xwe de gelek ezmûnên bi êş jiyaye. Xalîsa El-Hesen, wiha dibêje: "Nivîsên mirinê wergerandina hestên bi êş ku agirê dilê bi xemgîniyê ve girêdayî ne gur dikin û kesên amade teşwîq dikin ku bîranînên xwe yên bi êş bi bîr bînin û heman hestan bi kesên xemgîn re parve bikin. Di merasîmên cenazeyan de, nekrolojî her dem tê xwendin. Nekrolojî, ji bo windakirina bav, dayik, xwişk, bira û kurekî ye. Dema ku jinek beşdarî merasîmek dibe û her jinek ji bo windakirina hezkiriyekî/ê xwe xemgîn dibe, hestên xemgîniyê di dilan de ji nû ve zindî dibin û li vir malbata kesê hezkiriya/ê xwe winda kiriye teselî dike û xemgînî û êşê parve dike."
Bi stranên şînê xemgîniyên xwe îfade dikin
Xalîsa El-Hesen, da zanîn ku ji bo amadekariyên wan stranan pêdivî bi amadekiriyek nîn e û ev yek ji hestên samîmî derdikeve holê. Xalîsa El-Hesen, diyar kir ku beriya deh salan dayik, bav û hevjînê xwe winda kiriye û wiha got: "Min berê qet hesta windakirina hezkiriyên xwe nizanibû lê bi windakirina dayîk û hevjînê xwe re, hestên xemgîniyê di dilê min de zêde bûn di her merasîma cenaze de ji nû ve vê hestê dijîm. Piştî hevjînê min jiyana xwe ji dest da, berpirsiyariya malbatê ket ser milên min û piştî min dayika xwe jî winda kir xanî vala bû, malbat ji hev cuda bûn. Şîn ne tenê bi şîna miriyan ve sînordar e, di hemû rewşên xemgînî û ezmûnên bi êş ên mîna rêwîtî, dijminatiya xwînê ku malbatan neçar dike malên xwe biterikînin de jî tê jiyîn.”
Hem stranên şînê hem jî yên kêfxweşiyê tên vegotin
Xalîsa El-Hesen, destnîşan kir ku stranên gelêrî yên ji bo dawetan hene bi hinek devokên axaftinê (Tawawih) an (Mawawil) tên gotin. Xalîsa Hesen, wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Gelek stran û stranên gelêrî yên kevneşopî ji bo kêliyên kêfxweş ên mîna dawet an jî vegera kesek ji xerîbiyê hene. Her rewşekî ku kesek an jî civak pê re rû bi rû dimîne xwedî rêûresmên xwe ye. Kêliyên xemgîn û keyfxweş jî xwedî rêûresmên xwe ne. Stran û Na'awat niha di nav ciwanan de nînin. Stranên hemdem dest pê kirine ku bikevin nav çanda civakê û li ser karakterê çandî yê kevnar siya xwe danîne. Hemû stranên niha bêwate û naverok in."
Bi vegotina stranan şîn û xemgîniya xwe dide der
Yazî El Elî ya 57 salî jî da zanîn jêhatîbûna li ser merasîmên olî ji kombûnên şînê tê û wiha got: “Ji bo kesên di kona şînê tê danîn, merasîm di nava jinan de tên belavkirin û li wir jin merasîmên olî fêr dibin. Hinek merasîm hene bi gelemperî tên belavkirin. Min hinek merasîm bi vî rengî ango bi awayekî xwezayî û otomatîk, jiber kir.”
'Jiyan dibistanek e û mirov fêrî pir tiştan dibe’
Yazî El-Elî, gelek endamên malbata xwe winda kir û ji gundê xwe yê li eniya pêş a li Til Ebyedê ku ji aliyê Tirkiyeyê û çeteyên wê ve hat dagirkirin koçber bû. Yazî El-Elî, wiha axivî: "Min dayik û bav, bira, xal û xaltiya xwe winda kirin. Ez ji mala xwe hatim derxistin û min jiyana bi êş û azar jiya. Hemû xwişk û birayên min ji ber şer ji hev veqetiyan û em ji ber şert û mercan careke din hev nabînin. Ev hemû êş dibin sedem ku ez şînek mezin bijîm. Jiyan weke dibistanê ye, her ezmûnek dersê dide mirovan."