“Bi çêkirina xeftanê Mexribê hewl didim nasnameya wê ya kevnar biparêzim”

Nisrîn Yahî li ser hunera xwe ya modeldayîna xeftanan dibêje ku ji ber di malbatê de keçek tenê bûye, li dayika xwe nihêriye lewre wê gelekî girîngî dida fistanan û diyar dike ku gava yekem di modeldanê de li ser amûreke biçûk a derziyê ya dayika wê diyarî kiribû dest pê kiriye

HENAN HARIT
Mexrib - Xeftan ji bo jinên Mexribê yek ji kincên kevneşopî yên jinan e, ji ber ku ew çand û estetîkê nîşan dide di her şahî û munasebetên rojên xweş de xemleke bingehîn a jinan e. Xeftanê mexribê fîstaneke bi piyên dirêj e ji qumaşê el-brokar, mobra, moxmel û herîr çêdibe û bi destan tê xemilandin.  
Ev kinc di sedsalên borî de bi saya organîzekirina pêşandanan karibû ji sînorên xwe yên erdnîgarî derkeve û derbasî cîhanê bibe.
Ajansa me bi şêwekara model a Mexribî Nisrîn Yahî ku di sala 2000’î de derbasî cîhana estekîkê bûye re hevdîtin kir. Wê gelek gavên serkeftî avêtine ji bo armanca naskirina kincên kevneşopî karibû gelek şaristanî û çandên cuda bike yek. Ev kinc bêtir di meha Remezanê de û bi munasebetên olî de tên lixwekirin. 
Çîroka Nisrîn Yahî ya bi çêkirina xeftanê Mexribê çawa dest pê kir?
Çîroka min a bi modelê re di zarokatiyê de dest pê kir. Min bi berdewamî kanala Fashion Tv temaşe dikir. Min jî wek her keçeke ciwan tiştên xweş û moda hêvî dikir. Yek ji sedemên ku ez derbasî vî warî bûm dayika min bû. Wê her dem kincên kevneşopî li xwe dikirin. Ji ber ku di malbatê de ez keça tekane bûm, min her li dayika xwe dinêrî, wê gelekî girîngî dida fistanan. Di vir de gava min a yekem di modeldanê de li ser amûreke biçûk a derziyê dest pê kir ku dayika min diyarî min kiribû. Di wê demê de min xwe li ser cilên pêlîstoka xwe, perwerde dikir, bi demê re ez mezin bûm û min xweşikbûna kencên kevneşopî dît. Wê demê min biryar da ku ez derbasî cîhana hunera xeftanan bibim û di heman demê de xewna xwe ya biçûk ku ew jî modeldayîna cil û bergan e pêk bînim.   
Bi nêrîna te behremendî bi tena sere xwe dikare şêwekariyeke serkeftî ava bike?
Mirov nikare înkar bike ku behremendî bingeha serkeftina her şêwekarî ye lê bi pêşketina vê pîşeyê re xwendin jî pêwîst e, vê yekê hişt ku ez behremendiya xwe ya di warê xwendinê de li Parîs û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê keşif bikim.  
Tu modelên xwe ji ku digrî û qumaşê ku tu bi kar tînî çi ye?
Ez hewl didim qumaşên baş ku li gorî zewq û xwesteka gel bin hilbijêrim. Jinên Mexribê bêtir ji qumaşê EL-Kirîp hez dikin lê di çêkirina xeftanê Mexribê de bêtir ez li ser qumaşê Mebre û Herîr kar dikim. Çêkirina xeftan di navbera hefteyek heta bîst rojan de demê digre. 
Modeya xeftanê Mexribê di biharê û meha Remezana 2021’ê de çi ye?
Di van her du salên dawî de modela xeftanê Mexribî bi rengkî kin ku li ser çongan e tê çêkirin, berovajî salên borî ye. Ez hewl didim ku timî dûrî teqlîdê bikevim da ku tiştên nû pêşkêş bikim.
Tu dikarî ji me re behsa şêweyê xeftanên li bajarên Mexribê bikî?
Mexrib welatekî pirçandî ye, ev yek jî bandora xwe li ser çandên wê dike. Xeftanê Mexribê jî bi vê cihêrengiyê bi bandor bû. Mînak xeftan li rojhilatê bajêr bi qalindbûna xwe tên cudakirin ew jî ji ber hewaya sar a li wir e. Li başûrê Mexribê hewa germ e divê ku xeftan ji qumaşê herîr an jî yên tenik were çêkirin.
Sêwekar Nisrîn Yahî di dawiya axaftina xwe de dibêje; “Ez hewl didim ku hemû gel razî bikim û di heman demê de xeftanê Mexribê û nasnameya wê ya kevnar a ku bi mîrata xwe dewlemend e biparêzim.”