Bi çêkirina cil û bergan xwedî li çanda Kurdî derdikevin

Şadan Farûq û Şaniya Farûq ên xwişkên hev in dixwazin çanda cil û bergên Kurdî biparêzin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî - Şadan Farûq a xelkê bajarokê Tewêle ye û niha li bajarê Silêmanî dijî, li gel xwişka xwe Şanaz Farûq û dû jinên din ev nêzî 7 meh e malperek a cil û bergên Kurdî bi navê ‘Kuzhaka Kurdî’ vekirine, bi çêkirin û firotina cil û bergên çandî parastina çandê dikin.

Şanya Farûq derbarê karê xwe de wiha got: “Me ev kare ji bo hêlana çanda Kurdî hilbijartiye, ji ber ji bo hemû cih cil û bergên Kurdî li ber xwe dikin. Me destpêkê di nava Kurdistanê de cil û bergên kurdî dikirî û difirot. Lê belê niha em ji welatên derve jî cil û bergên kurdî  hawirde dikin. Niha di her çar werzê salê de cilên Kurdî li tên li ber kirin û giringî didine. Eve cih keyfxweşiyê ye, ji ber di çend salên bûrî de cilên Kurdî ber bi tûnebûnê ve diçû.”

Vanas Serwer a 15 salî yek ji keça Şadane dema ku dibîne dayîka wê bi cil û bergên Kurdî ve mijul dibe û dikeve nava kar û dixwaze weke dayîka xwe cil û bergên Kurdî li ber xwe bike. Vanas Serwer dibêje: “Ez gelek keyfxweşim divê temenî de cilên Kurdî li ber bikin ku nîşana netewiye.”

‘Divê malbat piştgiriya jinan bikin’

Şaniya Farûq got: “Peyama min ji bo jinan ewe ku, ez bi xwe weke jinekê piştgiriya jinên din dikim, daku bikarin her karê bikin û bi serbixin. Hemû kar di destpêkê de girane, lê belê encamên wê xweştire, her jinek armancek wê heye divê li ser armanca xwe berdewam bikin û bikarin bibin xwedî aboriya xwe a serbixwe. Bila hewl bidin cilên Kurdî weke nîşana Kurdî bi parêzin û jin kêrhatiya xwe derbixin holê û malbat jî piştgirî bikin. Ji ber piştgiriya malbatê pêngavek giringe ji bo serkeftina jinê.”