Bi çalakiyên çandî û hûnerî yên dewlemend festîvala jinên ciwan destpê kir

3`emin festîvala şehîd Stêrvan ya Jinên Ciwan di roja yekemîn de li herêma Firatê destpê kir. Festîvala ku bi hemû cûreyên hûnerî tê li darxistin, beşdarvanên wê diyar kirin ku festîval reng, deng, hest, hûner û çanda jinan nîşan dide.

 
BERÇEM CÛDÎ
 
Kobanê- Yekîtiya Jinên Ciwan ya herêma Firatê dibin silogana "Bi rengê jinên ciwan, em ê şoreşa çandî geş bikin" îro dest bi 3`emîn festîvala şehîd Stêrvan kir. 
Festîvala ku li daristana Kobanê tê li darxistin, bi sedan ji gelê Kobanê, ciwan û jinên ciwan, her wiha Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, Malbatên Şehîdan û saziyên civaka sivîl amedene. Daristan bi alên Yekîtiya Jinên Ciwan, posterên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên cangoriyên azadiyê Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl, Leyla Agirî, Avêsta Xabûr, Arîn Mîrkan, Sosin Bîrhat, Destîna û pankarta ji gotina rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan" Çand xweza, exlaq û wijdanê civakê ye" hatiye xemilandin.
Festîvalê bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê destpê kir. Pişt re axaftinan destpê kirin.
Berdevka Kongreya Star ya herêma Firatê Mizgîn Xelîl wiha got: " Di festîvala îro de hemû rengên jin ji çandî, filklorî, berhem, deng û hestan jin diyar e. Ev festîval çanda mezebotamyayê ku jin pêşengiya wê dikin, zindî dike. Gelên xwedî çandên resen her tim rastî êrîşên qirkirinê tê. Ji ber vê em niha salvegera êrîşên çeteyên DAIŞ`ê yên li Kobanê tên, em îro weke jin bi xwedî derketina li çanda xwe peyameke xurt didin tevahî dijminan."
Her wiha jina bi navê Xezal Şêx Ebdî bi navê malbatên cangoriyên azadiyê wiha axivî: "Ez dayîka şehîd Destîna me û bi navê tevahî malbatên şehîdan festîvala Jinên Ciwan pîroz dikin. Ez bi vê munasebetê êrîşên dewleta tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê û hedefgirtina şervanên Tevgera Azadiyê şermezar dikim. Ew şervan weke keçika min Destîna ne, ji ber vê divê ku morale wan her tim bilind be."
Piştî axaftinan bernameya festîvalê bi pêşkêşkirina gelek rengên hûnerê ji aliyê hunermend Lêgerîn Tiyamat, Koma şehîd Hevrîn ya Kevana Zêrîn a stranan, Koma şehîd Delîla ya zarokan a govendê, koma şano ya şehîd Stêrvan, Koma şehîd Dijle ya govenda zarokan a Kevana Zêrîn, Govenda Zarokan, koma mûzikê ya Şehba û Koma Botan hatin pêşkêşkirin. Her wiha xwarinên Kobanê yên gelêrî ji aliyê dayîkan ve hatibûn amedekirin û pêşkêşkirin.
Beşdarvanên festîvalê hest û atmosfera festîvalê ji ajansa me re wiha parve kirin. 
"Festîvala Îsal gelek cuda û balkêş e"
Berdeva Yekîtiya Jinên Ciwan ya herêma Firatê Dîlber Yusif behsa festîvalê kir û got: "Em vê festîvalê diyarî giyana jina ciwan şehîd Stêrvan dikin, ji ber vê em festîvalê bi salvegera wê re li dardixin. Li ser vê bingehê me di roja yekemîn de çalakiyên hûnerî û çandî pêşkêş kirin, wê di roja duyemîn de jî çalakî û pêşbirkên werzîşê werin li dardixin. Festîvala îsal ji ber ku li ser asta herêma Firatê ye û çandên tevahî herêmê pêşkêş dike, ji salên borî cudatir û balkêştir e. Her wiha di festîvala îsal de Navenda Lêkolînên Jineolojî berhemên xwe pêkêş dike."
Berhemên navenda Jineolojî bi rengekî balkêş di festîvalê de amedebûn
Di festîvalê de navenda lêkolînên Jineolojî pêşengeha berhemên xwe ji pirtûk, lêkolîn û  roman, her wiha tiştên gelêrî ku bi riya destan hatine amedekirin û wêneyên jinên têkoşer pêkêş dike. Endama navenda Jineolojî ya herêm Firatê Rîma Ehmed behsa pêşeng û festîvalê wiha kir: "Em weke navenda lêkolînên Jineolojî û Jineolojî Ciwan bi hev re pêşeng di nava festîvalê de vekirye. Ev festîval bû derfeteke mezin ku em bikarbin hemû berhemên xwe bi civakê re û bi taybet bi jinên ciwan re parve bikin. Hemû kesên di festîvalê de amede meraq dikin ka em çi pêkêş dikin, ji ber vê her kes tê û tamaşeyî pêşengehê dike. Di pêvajoyeke wiha de ku hemû êrîş li ser jinan tên kirin, her wiha weke van rojan beriya 7 salan gelê vê herêm bi koçberiyê re rû bi rû bûn, li darxistina vê festîvalê gaveke girîng e."
Jinên enternesyonalîst mohra xwe li festîvalê xistin
Her wisa hunermenda enternesyonalîst ku endama navenda Jineolojî Ciwan e, di festîvalê de stranên bi zimanê Kurdî û Îtalî gotin. Hunermend Lêgerîn Tiyamet hest û kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: "Di festîvala îro de rengê jinên ciwan xwe bi rengekî eşkere nîşan dide. Her wiha ji bo azadiya jin divê ku jinên ciwan serbilind û ji xwe bawer her tim çalakiyên wiha lidarxin. Beşdarbûna min weke jineke enternesyonalîst di vê festîvalê de gelek girîng bû. Min straneke bi zimanê kurmancî got, ev ziman ji bo min zimanekî şoreşgerî ye ji ber vê divê ku were parastin. Her wiha min ji bo parastina zimanê xwe jî stranên Îtalî gotin. Hêviya me heye ku wê jinên ciwan bibin pêşeroja Kurdistanê û tevahî cîhanê jî." 
Kesên ku di festîvalê amede bi cil û bergehên gelêrî li ber çalakiyên hûner govend gerandin. Festîval di roja yekemîn de bi xelatkirina komên beşdar bi dawî bû.