Bi boneya salvegera fermana li ser Şengalê şano hat pêşkêşkirin

Ji bo salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an gelê Şengalê bê navber di nava çalekiyan de ne. Yek ji wan çalekiyan jî şanoya ku ji aliyê Çand û Hunera Şengalê ve li Suka Sînunê ji gel re hatî pêşkêş kirine.

 
Navenda Nûçeyan - Civaka Êzidî 7 sale fermana 74’an li pey xwe hiştine, êşên fermanê ji bo civaka Êzidî hêj weke 3’ê Tebaxa 2014’an ne. Di nava van 7 salên derbazbûyî de, ji bo tu fermanên din neyên jiyîn û tola fermana 74’an were sitandin, xwe birêxistin û perwerde kirin. Di salvegera 7’emin a fermanê de ji despêka mehê heya niha bê navber kar û xebatên giring hatine meşandin. Tevahî çalekiyên ji bo salvegera fermanê tên kirin, armanca wan ya sereke şehîdên fermanê û êşa fermanê bibîr binine, her wiha ji bo fermanê bi cihanên nedin jibîr kirin û wekî jenosîd were kabul kirine. Ji bo salvegera fermanan 3’ê Tebaxa 2014’an çalekiyeke din  ji aliyê Sazîya Çand û Hunera Şengalê û Yekitiya Ciwanên Şengalê ve li Suka Sînunê ji gel re şano û sinevizyonek li ser diroka fermanê hate pêşkêş kirin. Sinevizyon û tiyatroya ku ji aliyê Çand û Hunera Şengalê û Yekitiya Ciwanên Êzidî ve hatî amade kirin ji aliyê gel ve bi eleqeyeke mezin hate temaşe kirin.
Tifaq dawiya fermanan tine
Endama Navenda Çand û Hunerê ya Sitiya Nexşa Sîdar Hemo şanoya pêşkêşî gel kirî wiha pênase kir: “Me weke navenda çand û Hunera Şengalê ji bo salvegera fermanê şanoyek amadekir. Min têde rola sereke lîst. Rola min a dayikek rêzan bû. Mijara me ya şanoyê tifaq bû. Ji ber ku em tenê bi tifaqê dikarin pêşiya fermanan bigirin. Em bang li gelê xwe dikin ji bo pêşaroja me azad bibe bi tifaqbin.”
Ciwana bi navê Şiroq Ehmed jî got: “Tiyatroya me li ser mijara îtifaqê bû. Di heman demê de ji ciwanan re jî rexneyên me hene, ji ber ciwan bi kapitalizimê bandor dibin, ev jî dibe sedem kesayetiyên neşiyar ji çand û baweriya xwe bê xeber di nava civakê de pêşkevin. Ciwan ji bo bikarin xwedî li xwe û çanda xwe derkevin divê rastiya civaka xwe û êrişên li ser baweriya xwe bibinin û ji civakê re bibin pêşeng.”