Bi beşdarbûna dayika Arîn Mîrkan mîhrîcan berdewam dike

Mîhrîcana Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê Ye, bi beşdarbûna malbata têkoşer Arîn Mîrkan berdewam dike. Di roja 6`an de du şanoyên cuda ji aliyê komên bajarê Reqayê ve hatin pêşkêşkirin.

Kobanê – Mîhrîcana Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê Ye di 5`ê Cotmehê de bi beşdarbûna komên ji bajarê Reqa, Minbic, Heleb, Efrîn, Kobanê û Rimêlanê dest pê kir.

Îro bi dehan ji şêniyên Kobanê, hunermend, rewşenbîr û wêjevan her wiha dayika têkoşer Arîn Mîrkan ku beşdarî mîhrîcanê bû, berê xwe dan navenda Çand û Hunera Baqî Xido da ku cihê xwe di mîhrîcanê de bigrin.  

Di roja 6`an a mîhrîcanê de ji navenda Çand û Hunera bajarê Reqayê şanoya bi navê "Siwarên deriyan"ku ji romanên wêjeya Îrlandayê  hatiye girtin, hat pêşkêşkirin. Ev şano behsa koçberiyê û xeniqîna di deryayan de dike. Her wiha şanoyeke cuda ji aliyê koma şanogeriyê ya Reqayê ve bi navê "Di koma gemarê de" hat pêşandan. Mijara vê şanoyê jî ew bû ku were nîşandan, qirêja di mêjî de ji ya kolanê xetertir e.

"Ez li Kobanê keça xwe hîs dikim"

Dayika Arîn Mîrkan Wehîde Henan hestên xwe anî ziman û wiha got: "Min rojane nûçeyên êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê dişopand, min di dilê xwe de digot; Xwedê tu hêzê bidî şervanên me da ku bi ser bikevin. Ma min ji ku dizanibû ku wê keça min Arîn bibe çavkaniya hêzê ji serkeftina Kobanê re.  Keça min Arîn fedakar û bi cesaret bû, di zaroktiya xwe de her dem digot; ez ê çavên dijmin birijînim. Min jî jê re stranan digot; Arîna min a çeleng e û di dunyayê de bi nav û deng e. Ev tişt di rastiyê de pêk hatin, keça min çavên dijmin rijandin û di tevahî cîhanê de jî deng veda. Ez bi keça xwe serbilind im û tu carî jî poşmaniyê najîm. Ez îro hatime serdana keça xwe li Kobanê, ez di her bihusteke axa Kobanê de keça xwe hîs dikim. Arîn ne ya min tenê ye, ew di destpêkê de ya tevahî gelê Kurd e û pişt re ya min e. Mîhrîcana ku îro bi navê keça min birêve diçe jî xwedîderketina li çalakiya zaroka min diyar dike."

"Bila gelê me xwe navêjin mirina di deriyan de"

 z îroj hatime serdana keça xwe li Kobanê, ez li her buhsta axa Kobanê bi keça xwe hîs dibim.veda.aqî Xido Her wiha lîstikvana şanoya "Siwarên deriyan" Menet alah El-Tuma peyama ji şanoya wan wiha anî ziman: "Ev tecrûbeya min a yekemîn e di warê şanogeriyê de, ez stranbêj im lê vê carê min xwest ez şanogeriyê jî bikim. Min hinek astengî dît lê dîsa jî bi giştî nirxandinên şanoya me erênî bûn. Şanoya me xwe dispêre wêjeya Îrlandayê, me ev roman bi taybetî hilbijart ji bo ku em bal bikşînin ser rewşa koçberiyê ku em di roja îro de dijîn. Ji ber vê em ji tevahî gelê xwe yê Sûriyeyê re dibêjin, dest ji axa xwe bernedin û berê xwe nedin mirinê."      

Dê îro şanoya "Siwarên Çûkan" a koma şanoya navenda Çand û Hunera Baqî Xido ya Kobanê were pêşandan.