Bi berhemên xwe çanda Kurdî zindî dike

Jina ciwan Zehra Newzad ku bi berhemên destan çanda Kurdî zîndî dike diyar kir ku Her çend ew mamostehiyê weke erka xwe yê sereke dibîne jî her du karan bi hev re kirin ji bo wê cihê kêfxweşiyê ye.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Destrengî û girîngîdayîna bi çand û hunerê her dem li gel jinên Kurd heye. Bi destên jinan çanda Kurdî zindî tê hiştin. Jina ciwan a bi navê Zehra Newzad xelkê Şarbajêr e û mamoste ye, niha li bajarê Silêmanî dijî, ev sê sal in bi kêrhatiya xwe dest bi çêkirina berhemên dest kiriye. Destpêkê bi nexşandina gulan li ser cilên Kurdî dest bi çêkirina berhemên dest kiriye û berhemên wê ji aliyê gel ve gelek tên hezkirin.

Zehra dema ku di sala 2018’an de xwendina xwe temam dike, tu karek ku bike nîn e. Ji ber wê biryar dide bibe xwedî karê xwe yê serbixwe û piştre dibe mamoste. Niha jî hemû malzemeyên ku ji bo ciwankariyê li ser cilên Kurdî bi dest amade dike û armanc dike ku heta Newrozê gelek berhemên din ên nexşên taybet çêbike.

‘Jinan li gor berê ve girîngî didin çanda Kurdî’

Zehra Newzad wiha behsa karê xwe kir û got: “Ji berê ve jinên Kurd destrengîn in û girîngî bi kel û pelên çandî dane, kumên xemilandî, pûşî, kesrewan û piranî aksasuarên ku li ser cilên Kurdî amade dikim ku di van salên dawî de tên bikaranîn. Armanca min ew e ku ez karê xwe berfireh bikim, weke çawa ji berê ve her jinek dikaribûye xwe di qadekê de bibîne. Di civakan de derketina jinan eyb bû. Lê belê bavê min piştgiriya min kir ku ez girîngî bidim karê xwe û bi pêş bikevim. Tenê astengiya li pêşiya min bi destxistina pêwistiyên nexşandinê ye. Her çend ez mamoste me, mamostehiyê weke erkê xwe yê sereke dibînim jî her du karan bi hev re didim meşandin.”

‘Gelek kes ji berhemên min hez dikin û kêfxweş dibin’

Zehra kêfxweş e ku di dema xebatê de zêdeyî 100 cureyên berhemên dest çêkiriye, ji derveyî wê jî karê kumên xemilandî, nexişandian êlek û kesrewan dike ku ji berê ve jinan bi kar dianî û dibêje: “Cihê kêfxweşiyê ye ku ji bo jinên derdora xwe ez dikaribûm bibim rênîşandar û alîkariya wan bikim. Ger bi gotinekê jî be dixwazim piştgiriya jinan bikim da ku bibin xwedî karê xwe. Ji bo çêkirina her tiştê demek zêde jê re pêwîst e. Hinek caran 7 rojan bi karekî re mijul dibim û hinek caran jî 3 saet, ev kar her çendî dahetek a wê nîn e jî lê belê ez dikarim pêwistiyên xwe pê dabîn bikim û ji bo mezinkirina karê xwe beşek ji dahata xwe pê xerc bikim. Dema ku xelk karê min dibîne spasiya min dikin û dixwazin karê xwe berdewam bikim.”