Bi berhemên destên Nîgar mirov diçe demên berê

Nîgar Abdullah hewl dide bi riya berhemên destan çanda Kurdî zindî bihêle û biparêze.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Nîgar Abdullah a ji Silêmanî nêzî 10 salan e karên nexşandina çente, kum, kolye yên bi motîfa Kurdî, kar dike. Nîgar Abdullah a di heman demê de parastina çanda Kurdî dike li ser xebata xwe dibêje: “Her jina ku bixwaze karekî bike divê astengiyan nas neke û di karê xwe de bi serkeftî be.”

‘Min bi karê xwe çanda Kurdî zindî kir’

Nîgar Abdullah da zanîn ku niha jiyan zehmet bûye û pêwîstiya jinan bi aboriyek serbixwe heye jin dikarin di hemû karan de serkeftî bin û wiha got: “Di nava van çend salên dawî de çanda Kurdî ber bi tunebûnê ve diçe. Ji ber wê jî fikirîm ku girîngî bidim çanda xwe û min biryar da vî karî bikim. Ez bi karê xwe hem çanda Kurdî zindî dikim hem jî guherînên nû çêdikim. Min karê nexşandinê hilbijartiye, ji ber ku ji berê ve gelek hatiye bikaranîn û kum nêzî 30 şêwazan dihatin çêkirin.”

‘Bila jin kar bikin’

Nîgar Abdullah destnîşan kir ku berhemên destên wê ji aliyê gel ve gelek tên ecibandin û wiha got: “Karê min rastî eleqeyê tê. Dema ku beşdarî pêşangeh û festîvalan dibim xelk ji min re dibêje te demên kevin anî bîra me. Jin gelek destrengîn in û di karên xwe de serkeftî ne. Ez weke jinekê peyama min ji bo jinan ew e ku kêrhatiya wan heye û di malê de ne bila kar bikin û bi vî awayî jî xelk rêzê li karê me digre, ji ber ku ger em guh bidin gotinên xelkê em ê nikaribin tiştekî bikin.”

‘Bi riya online karê xwe pêşkêş dikim’

Nîgar Abdullah di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Min li mal dest bi karê xwe kir û bi riya medyaya dîjîtal xelk karê min dibîne û daxwaz dikin. Ji ber ez nikarim firoşgehê vekim ji ber kiriya wê zêde ye. Ev jî ji min re giran e û wisa li min dike ku karê xwe bi nirxek zêde bifiroşim. Ji ber wê di fetsîval û pêşangehan de ez karê xwe pêşkêş dikim. Ew cih gelek caran kirêyek zêde dixwazin. Ji ber wê nikarim di wê demê de jî bi rêjeyek baş berhemên karê destê xwe bifiroşim. Ji ber wê beşek ji jinan nayên û wisa lê tên ku ji karê xwe sar bibin.”