Berhemên nivîskar Nerîman Evdikê li ser rastiya jiyana welatê wê ne
Nivîskar û wêjevan Narîman Evdikê bi xeyalên xwendina wêjeya Kurdî jiyaye û bi van xeyalan ket nava lêgerînê. 3 berhemên kurteçîrokan li ser rastiya jiyanê û girêdana mirov a bi axê re vedibêjin.
ROJDA SEYÎDXAN
Qamişlo - Nivîs xwenasîn e, hin mirov nikarin xwe bidin nasîn bê nivîs û ne di riya pênûsa wan de be nikarin tişta dixwazin bînin ziman. Nivîskara çîrokan Narîman Evdikê ya 33 salî ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û niha li bajarê Qamişlo dijî. Li zanîngeha Dêrezorê beşa wêjeya Erebî xwendiye. Narîman wêje û zimanê Kurdî li akademiya Cegerxwîn a bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê xwendiye û sê berhemên wê yên kurteçîrokan hene.
Narîman li ser serpêhatiya xwe ya zarokatî bi hezkirina nivîsê ev tişt anî ziman: “Ji zaroktiyê ve hezkirina nivîsandin û xwendinê bi min re hebû, ji bo wê min beşa wêjeya Erebî di zanîngehê de hilbijart. Bi xwendina pirtûkan re min didît her wêjevanek bi zimanê xwe xwendiye û nivîsiye. Wê demê wêjeya bi zimanê Kurdî nebû lê destpêka nivîsandina min bi zimanê Kurdî bû û nivîsandina min sade ye tu zimanên cuda tevli nebûne. Xwendina zanîngehê bi wêjeya Erebî feyde li min kir lê ne li gorî xewnên min bû, ji ber ku bi rastî xewnên min jê mezintir bûn. Min di sala 2013’an de berê xwe da Bakurê Kurdistanê li akademiya Cegerxwîn a Amedê 4 salan beşa wêje û zimanê Kurdî xwend, li wê derê xeyalên min ber bi pêkanînê ve dihatin, ez gihîştim asta lêgerîna ber bi berhemdayînê ve.”
Despêkê bi fikar dinivîsî
Narîman desnîşan kir ku dema nivîsiye tirs di hundirê xwe de jiyaye û wiha pêde çû: “Ez di malbateke ku ne dûrî mijara nivîs, rewşenbîrî û hunerê ye de mezin bûme. Bav, bira û xwîşka min derhêner, rewşenbîr û nivîskar in, vê yekê jî hişt ez ji berhemên xwe bi tirs bim. Gelek hunermend û nivîskar dibêjin malbat bi me re bû alîkar, berovajî wê alîkariya malbata min tirsek di dilê min de ava kir. Min li nêrîn, lêkolîn û zanista wan a fireh mêze dikir, ez ditirsiyam wisa ji nişkêve nivîsên xwe bidim weşandin û ji nêrîna wan a zanyar bi xof bûm. Ji mijarên ku min dinivîsandin ditirsiyam ne di wê astê de bin, yan jî neyên ecibandin û ew cesareta min ewqas nebû ez bi malbatê re rûnim û qala nivîsaninê bikim. Ji bo wê ev yek bû sedem ku hinekî di aliyê nivîsandinê de ez dereng bimînim. Ez pir ji rexneyan ditirsiyam ji bo wê min çi dinivîsand vedişart û diqetand ji bo ku nekevin destên malbatê lê îro ez li rexneyan digerim û li ser esasê wê pêşketinên bingehîn bi xwe re çêdikim.”
“Min nivîsên xwe tenê bi dilê xwe re parve dikir”
Narîman bal dikşîne ser pirsgirêkên ku di dema nivîsandinê de bi wan re rû bi rû dima û wiha dibêje: “Di temenekî biçûk de pîşe bi zarokan re dipejire, di temenê 12 salî de min ji xwe re mijar diafirandin û dikirin nivîs. Gelek caran min li dibistanê nivîsên xwe dinivîsandin hin wane hebûn min jê hez nedikirin, tê de bi dizî min dest bi nivîsê dikir. Jixwe pirsgirêkeke din jî min dijî di dibistanên Erebî de qedexe bû bi Kurdî tiştek bihata nivîsandin, ji bo wê heya ji min dihat min nivîsên xwe tenê bi dilê xwe re parve dikir bêyî ku kes hîs bike ez dinivîsînim. Bi rastî jî min nizanibû cureya vê nivîsê çi ye gelo çîrok e, pexşan e yan jî helbest e tenê mijar di serê min de bû û ez li derdora wê digeriyam, ji wêneyên min xêz dikir çîrokek min derdixist. Bi dawîkirina xwendina wêjeya Kurdî li akademiya Cegerxwîn min biryar da ez êdî berhemên xwe ji civakê re parve bikim û ger rojekê pênûsa min nexebite wê rojê ez tune me.”
Ji kurteçîrokan ber bi nivîsandina pirtûkan
Narîman behsa pirtûkên ku nivîsandine û mijara wan kir û wiha domand: “Yekem nivîsa min xwîşka min a derhêner Safînaz xwend, min jê pirsî ma ev nivîsa min çi ye? Ji min re got çîrok e, wê demê min xwe nas kir û cureya nivîsa xwe jî nas kir. Ez hemû tiştên di hundirê xwe de bi riya nivîsê derdixim. Dema ku ez ji Amedê vegeriyam Serêkaniyê şerê wê yê yekemîn qediyabû, min dît ez bi zimanê zarokên vî bajarî çîrokan dinivîsim, min şerê wê nû nas dikir. Di nav bîranînên wan de mam û min xwest ez van bîranînan bikim pirtûkek ji çîrokan, ji ber ku ez deyndarê bajarê xwe bûm. Ji bo çîrokên min dihat gotin ku xwedî hêz, bawerî û vînê ne. Mirovên ku berxwedanî li vî bajarî kirine û hin ji wana parçeyên canê xwe winda kirine poşman nebûne, ji min re qala çîrokên qehremaniyê dikirin. Min bîranînên ciwanên gaziyên şer dan hev û keda wan kir pirtûk. Pirtûka min jî di sala 2019’an de bi navê ‘Berberoj’ hat çapkirin. Pirtûka Berberoj nûxuriya min e, bi tenê li ser xebitîme û çîroka 9 lehengên azadiyê tê de vedbêjim.”
Pirtûkên hevbeş bi nivîskarên jin re
Narîman da zanîn ku pirtûkên wê yên hevbeş bi nivîskarên jin re hene û wiha anî ziman: “Di sala 2017 û 2018’an de du pirtûkên din me çap kirin. Pirtûka bi navê ‘Ewrên Havînê’ pirtûkek çîrokan a hevbeş e bi taybetî di navbera çîroknivîsên jin de, em şeş nivîskarên jin li hev kom bûn û me ev pirtûk çêkir. Jixwe yê min sê çîrokên Kurdî tê de hene û hevala min a nivîskar Botan Hoşê sê çîrokên wê yên Kurdî tê de hene, nivîskarên din jî her yek du çîrokên wan hene. Pirtûka ‘Ewrên Havînê’ çîrokên kevnar û ji rastiya çîrokên vedibêje. Pirtûkeke din jî bi navê’Xewnên bi êş’ ji bîranînên jina têkoşer Dîrok Amûdê ye, ev pirtûk dîsa bi nivîskar Botan Hoşê re hevbeş e. Me xwest ji jiyana berxwedaniya wê pirtûkekê çêbikin, ji ber têkoşer Dîrok jineke pir êşên kevneşopiya civakê kişandiye û bi têkoşîneke bêhempa bi jiyanê re şer kiriye. Şehîd Dîrok pir dixwest xwedîderketinek li çîroka jiyana wê çêbibe, me xeyalên wê pêk anîn û kir pirtûk.”
Projeyên pêşeroja nivîsandina pirtûkan
Narîman projeyên xwe yên pêşerojê anî ziman û wiha bi dawî kir: “Bi rastî ez gelek bêhnfireh im di aliyê nivîsê de ji bo wê ez nikarim demekê hilbijêrim, ez niha li ser pirtûkekê dixebitim ji gelek cureyên kurteçîrokan pêk tê mijarên wê jî di dema pêş de xwendevan dikarin di pirtûkê de bixwînin. Jixwe ez beşdarî 4’emîn mîhrîcana wêjeya Kurdî ya Osman Sebrî li bajarê Qamişloyê bûm, bi çîroka ‘Çolo’ xelata yekemîn min girt. Her wiha di mîhrîcana Viyan Amara ya li ser asta Kurdistanê, min xelata duyemîn li ser çîroka bi navê ‘Orhanê Dîn’ girt. Niha jî ger rojekê bajarê min Serêkaniyê rizgar bibe û em vegerin, ez ê Berberoj pirtûka duyemîn jî çêbikim. Hêviyên me wê pêk werin û em di wê baweriyê de ne ku em ê vegerin Serêkaniyê.”