Berhemên jinên Rojhilatê Kurdistanê li Başûr dide nasîn

Jin ji bo li ser lingên xwe bisekinin û dabînkirina jiyana xwe, karên destan çêdikin. Gûna Mihemed jî ji bo piştgirîkirina jinên Rojhilat karên destan li başûrê Kurdistanê di festîvalan de dide nasîn.

Silêmanî- Jinên Kurd li ku derê bin, destrengîn in û hêza wan diyar e. Jinên Rojhilatê Kurdistanê ji bo dabînkirina dahata jiyana xwe û xwe li ser lingên xwe rawestin, gelek karên cuda yên dest çêdikin û berhemên xwe li başûrê Kurdistanê di festîvalên hunerî de didin nasîn.

Berhemên jinên Rojhilatê Kurdistanê di festîvalan de dide nasîn

Gûna Mihemed jinek xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye salane bi berhem, kel û pelên destên jinên destrengîn ên Rojhilatê Kurdistan beşdarî festîvalan dibe û dide nasîn. Gûna Mihmed bi xwe karên destan çênake, lê belê berhemên dest ên jinên Rojhilatê Kurdistanê tîne û di festîvalên Başûrê Kurdistanê de dide nasîn û difroşe. Gelek berhemên dest ên weke text, çente, aksasurên di nava malê de dide nasîn û ev berhem gelek bala xelkê Başûr dikşînin. 

Gûna Mihemed diyar kir ku li başûrê Kurdistanê gel ji karên dest hez dike lê belê ji ber qeyrana aborî nikare bi awayek baş berhemên xwe bide nasîn û got: “Xelkê Başûrê Kurdistan ji van karan hez dike û bihayê kêm dide wan da ku hemû kes bikaribin bikirin.”

‘Berhemên destên jinan gelek tên hezkirin’

Gûna Mihemed got: “Li Rojhilatê Kurdistanê jin bi hev re li malekê karên destan çêdikin ji min re dibêjin karê berhemên min dest hene, ez jî ji wan dikirim. Jinên Rojhilat her karê destrengîn çêdikin û ciwaniyek taybet a wan heye. Ez di wê hêviyê de me ku jin li ser lingên xwe rawestin û berdewam bikin.”