“Belgefîlma Waşûkanî berxwedan û têkoşîna gelê Serêkaniyê vedibêje”

Di dîroka 3’ê Tebaxê de li navenda çand û hunera Mihmed Şêxo ya bajarê Qamişlo – Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê wê belgefîlma bi navê Waşûkanî ji aliyê navenda Şopdarên Rojê ya çandê ve were pêşkêşkirin. Derhênera belgefîlmê Êvlîn Elî da zanîn ku armanca wan ji belgefîlmê ew e ku berxwedanî û têkoşîna gelê Serêkaniyê derxin holê û bi cîhanê bidin pênasekirin.

 
ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo – Navenda Şopdarên Rojê ya çandê, her car ji bo belgekirina rewşa ku gelên Bakûr û Rohjhilatê Sûriyeyê tê de dijîn, belgefîlman amde dike. Bi dirûşma “Dijminê bav û kalan name dostê lawan” navenda Şopdarên Rojê ya çandê ji destpêka sala 2021’ê de amadekariya belgefîlma ni navê “Waşûkanî” dike.  Armanca sereke ji belgefîlmê ew e ku rastiya heyî, berxwedanî û zehmetiyên ku gelê Serêkaniyê dijî ji bo tevahî cîhanê were nîşandan. Her wiha dê belgefîlm di 3’yê Tebaxê de li navenda çand û hunera Mihmed Şêxo ya bajarê Qamişlo – Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê were pêşkêşkirin. Endama navenda Şopdarên Rojê ya çandê Êvlîn Elî ku derhêneriya belgeflîmê kiriye, der barê amadekariya belgefîlêma Waşûkanî de ji me re axivî.
 Amadekariyên belgefilîma Waşûkanî
Êvlîn behsa amadekarî, kişandin û naveroka belgefîlma Waşûkanî kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Beriya çend rojan me reklama belgefîlêma Waşûkanî weşand û amadekariya belgefîlmê ji destpêka sala 2021’ê ve hat kirin. Her wiha di meha Adarê de me dest bi kişandina wê kir. Kişandina belgefîlmê bêhtir di nava kampa koçberan a şêniyên Serêkaniyê de li bajarê Hesekê bû. Naveroka belgefîlm berxwedaniya şêniyên Serêkaniyê, zehmetiyên ku di nava êrîşan de kişandin û niha dijîn, vedibêje. Me hemû kêliyên êrîşa hovana li ser bajarê Serêkaniyê û komkujiyên der heqê gel de pêk hatine di vê belgefîlmê de derxistiye pêş. Bi giştî jiyana şêniyên Serkaniyê berî û piştî êrîş û dagirkeriyê me daye nîşandan. Her kes dizane ku bajarê Serêkaniyê bi navê Waşûkanî tê naskirin her wiha dîroka Waşûkanî bi mîtaniya tê nasîn lewma jî min xwest navê belgefîlmê bikim Waşûkanî. Belgefîlm bi giştî 25 deqe ye û dê di demeke pir nêz de bê pêşkêşkirin.”
Hilbijartina derxistina belgefîlmê ji Serêkaniyê
Êvlîn armanca hilbijartina bajarê Serêkaniyê ji bo çêkirina belgefîlmê anî ziman û wiha pêde çû: “Ev yekemîn belgefîlm e ez derhêneriya wê dikim. Heya ji min hat min xwest bi riya vê belgefîlmê, rastiya hovîtiya dijmin û girêdana gel bi axê re û têkoşîna wan li dijî dagirkeriyê derxim pêş. Di belgefîlmê de beşeke taybet ji bo derxistina berxwedana parêzvanên axê jî min veqetandiye. Ev nêzî 2 salan e ku bajarê Serêkaniyê ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin. Bajarê Serêkaniyê bi komployekê navdewletî û siyaseteke qirêj hat dagirkirin. Heta niha tu kesê berxwedana ku di Serêkaniyê de hat meşandin dernexistiye holê lewma min xwest ez yekem jin bim bi vî erkî rabim. Amadekirina belgefîlmeke bi vî rengî ne hesan e, di aliyê kişandinê de û belgekirina kiryarên ku li wir qewimîn, min gelek zehmetî kişandin. Lê bi alîkariya koma kişandinê, montêr û têkilyên giştî me ev zehmetî derbas kirin û belgefîlma xwe bi awayekî xweş amade kir.”
 “Ji bo belgekirina rastiyên heyî her tim em ê mijarên bi vî rengî bigrin dest”
Êvlîn da zanîn ku ji bo belgekirina rastiyên heyî ew ê her tim mijarên bi vî rengî bigrin dest û wiha bi dawî kir: “Her tim ji bo em rastiyên heyî û kiryarên ku der heqê gelê me de tên kirin bidin nîşandan, em ê bi van erkan rabin û bi riya belgefîlman pêşkêşî civaka xwe bikin. Her wiha mijarên ku dengê me bigihîjînin derve û ji bo her kes rewşa em niha dijîn bibîne, planên me yên bi vî rengî ji bo demên pêş hene. Ez serkeftinê ji vê belgefîlmê re dixwazim û bi hêvî me bibe cihê bandorê.”