“Belgefîlma Nûjiyan dengê jinên Şengalê ye”

Endama pêvxistina belgefîlma Nûjiyan, Zinarîn Zinar diyar kir ku Nûjiyan xweşikbûnê nîşanî me dike û got: “Belgefîlm dengê jinên Şengalê ye.”

DÎCLE DEMHAT

QAMIŞLO-Belgefîlma Nûjiyan di sala 2019’an ve dest bi amadekariya wê hat kirin û di sala 2021’ê de temam bû. Belgefîlm li ser têkoşer û rojnameger Nûjiyan Erhan e ku di 3’yê Adara 2017’an de bi êrîşa pêşmergeyên Roj bi giran birîndar bû, di 22’yê Adara 2017’an de jiyana xwe ji dest da hatiye amadekirin. Nûjiyan Erhan ji bo ku bibe deng û qêrîna jinên Şengalê gelek xebatên bi rûmet meşand. Her wiha Nûjiyan dikaribû fermana gelê Şengalê bi pênûs û kameraya xwe bigihîjîne cîhanê. Ji bo ku meşa bi rûmet a Nûjiyan Erhan her dem di hişê civakê û rêvalên wê de bimîne, ekîba belgefîlma Nûjiyan dikaribû dengê Nûjiyan ê rastiyê derxe holê. Belgefîlm cara ewil di 28’ê Gulanê de li bajaroka Xanesora Şengalê hat pêşandan her wiha di 17’ê Hezîranê de li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat pêşandin. Têkildarî belgefîlma Nûjiyan, Endama belgefîlmê û pêvxistina belgefîlmê, Zinarîn Zinar nêrîna xwe parve kir.

“Bi belgefîlmê min Nûjiyanê nas kir”

Zinarîn Zinar wiha qala tevlibûna karê belgefîlma Nûjiyan dike: “Dema biryar hat girtin ku belgefîlma Nûjiyan were çêkirin, ez jî tevlî vê planê bûm. Cihgirtina di xebatek wiha de ji bo min hesteke pir girîng bû. Em sê hevalên jin Jînda Asmen, Ferîde Zada û ez me bi hev re vê xebatî da meşandin. Ev xebat di navbera sala 2019-2021’ê de hat meşandin. Piranî me li herema Şengalê û Rojava da meşandin. Belê zehmetiyên vî xebatî hebûn em niha van zehmetiyan danyin milek em li encamên vî xebatî binêrin. Ji ber zehmetiyên ku hatine kişandin piranî aliyen teknîkî bûn. Di encama kar de xebatek girîng derket holê û em niha kêfxweşiya wê dijîn. Ji 2019-2021’ê ve ev xebat bi kêfxweşî û zehmetiyên xwe hat meşandin û gihîşt armanca xwe. Ji bo min ev xebat pir baş bû, ji ber ku min bi xwe çend caran hevala Nûjiyan dîtibû. Dema mirov hev dibîne pir baş nas nake lê min bi vê xebatê dikaribû hevala Nûjiyan baştir nas bikim. Dema me vê xebatê dida meşandin ji devê jinên Şengalê vegotina kesayeta hevala Nûjiyan hesteke pir cuda bi min re ava kir. Her çiqas jinên Şengalê qala hevala Nûjiyan dikirin jî xwesteka karê belgefîlma Nûjiyan di kesayeta min de zedetir dibû her dem min digot pêwîst e em zêdetir Nûjiyan bidin naskirin.”

“Hêza herî mezin min ji Nûjiyan Erhan girt”

Zinarîn Zinar da zanîn ku ew cara yekem karekî wiha dike û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Wek kesayet ez di karê belgefîlmê de nû, bêezmûn bûm. Ev belgefîlm di kesayeta min de ezmûnên pir mezin da avakirin. Kesa ku di belgefîlmê de alîkariya min kir, Nûjiyan Erhan bi xwe bû. Îro Nûjiyan Erhan şehîd e lê ew dikaribû li pişt xwe jiyana bi rûmet û bi nirx bihêle ku îro ew bû mamoste, nexşerê û rê nîşanî me da. Îro me li ser jiyan û doza wan belgefîlm çêkir lê ew her dem bi me re dijiya. Nûjiyan Erhan jina şoreşger careke din nîşanî me da.”

“Nûjiyan bû dengê jinên Êzidî”

Zinarîn Zinar destnîşan kir ku wê kesayeta Nûjiyan Erhan ji vegotina jinên Şengalê nas kiriye û wiha domand: “Dema me dest bi xebatek bi vî rengî kir, min kesayeta Nûjiyan ji dengê jinên Êzidî guhdar kir û ez dikarim bibêjim ku min kesayeta wê ji jinên Şengalê nas kir û jiyana wê hîn bibim. Nûjiyan Erhan dikaribû deng, qêrîn û rengê jinên Êzidî li tevahî cîhanê bide nasîn. Ev gel ji 74 fermanan derbas bûye. Li Çiyayê Agiriyê bê wêneyê goreke ji beton, dagirkeran gotibû “Kurdistan li vir binaxkirî ye.” Rêber Apo ji bo Kurdan gotibû “Kurdistan hatiye metingehkirin” îro gelê Kurd dikaribû vê betonê perçe bikin û careke din jiyana bi rûmet hilbijêrin. Ev serkeftin û jiyana bi rûmet jî bi saya bi hezaran şehîd û zarokên Kurdan pêk hat. Rêber Apo dikaribû bi fikir û felsefeya xwe gelê ku di bin beton de hatibû hiştin ji nû ve zindî bike. Pêwîst e em van rastiyan ji fermana Şengalê bi awayekî şênber bibînin.”

“Em ê xeyalên şehîdên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin”

Zinarîn Zinar di şexsê Nûjiyan Erhan de tevahî pakrewanên azadiyê bi bîr anî û got: “Gelê Şengalê her dem ji bo Nûjiyan Erhan digot ew deng û zimanê me bû. Em dikarin bibêjin ku Nûjiyan dikaribû bibe zimanê gelê ku rastî fermanê hatiye. Loma jinên Şengalê Nûjiyan Erhan pêşenga xwe didîtin. Nûjiyan heta ku şehîd jî ket, erka xwe ya pêşeng bi cih anî û bû deng û rengê jinên Şengalê. Îro daxwaz û armanca me ya sereke ew e ku em xeyalên şehîdên xwe bi cih bînin. Ez dikarim bibêjim ku van rastiyan min di belgefîlma Nûjiyan de dît. Di jiyana me de şehîd nirxên me yên herî pîroz in, îro bi saya bi hezaran şehîdan em dikarin xebatek bi vê rengî bimeşînin û cihê ku şehîd ketine em bi xebatên vê rengê wan bêmirin dikin. Şehîdên me xeyal û mîrasa Kurdistana azad ji me re hiştine, em di şexsê Nûjiyan Erhan de sond dixwin ku em ê xeyalên şehîdên xwe û hêviyên wan bi cih bînin û bi Kurdistana azad re daxwazê wan tacîdar bikin.”

“Di kesayeta Nûjiyan de min erke şoreşgeriyê nas kir”

Zinarîn Zinar da zanîn ku wê di kesayeta Nûjiyan Erhan de erka şoreşgerî dîtiye û wiha domand: “Bi vê xebatê ez careke din ketim wê ferqê ku Nûjiyan Erhan erka me ya şoreşgerî bi me da hîskirin û nîşandan. Divê em ji bo şehîdên xwe çi bikin ez ji wê hîn bûm. Dema min ev xebat da meşandin îdia û armanca min a herî mezin ew bû ku ez bikaribim deng, reng û zimanê jinan binivîsînim û li tevahî cîhanê belav bikim. Ez dikarim bibêjim ku me wek ekîp bi dil vê karê bi rê ve bir. Zehmetî hebû ew jî êrîşên li ser gelê Şengalê bûn ku îro jî hikûmeta Iraqê careke din êrîşî vê gelê dike. Her wiha di nava çolekî de ku gelê Şengalê çawa ferman jiyane me yek bi yek dît. Germahî û serma li pêşiya karê me nebû astengî û em îro dibînin bi derketina belgefîlma Nûjiyan re serkeftina ku me bi dest xistiye li ber çavan e. Armanca me ew bû ku em fedakarî, dilxwazî û armanca Nûjiyan Erhan bidin nîşandan û wê bidin naskirin. Me meşa Nûjiyan a bêwestan û fedakar di belgefîlmê de da nîşandan. Helbet em çiqas li ser şehîdan xebat bidin meşandin dê kêm bimîne. Weke jin erka me ya sereke ew e ku em şehîdên xwe bidin jiyîn. Me dikaribû wek jin vê karê serkeftî bimeşînin. Di destpêka kar de heta roja îro me kêfxweşiya vê karê jiya û îro em berhema karê xwe bi çav dibînin.”

“Min di şexsê Nûjiyan de xweşikbûna jinan dît”

Zinarîn Zinar herî dawî da zanîn ku wê di şexsê Nûjiyan Erhan de xweşikbûna jinan dîtiye û wiha bi dawî kir: “Ez bang li tevahî jinan dikim ku divê em kar û xebatên wiha zêdetir bi pêş bixin. Divê jin hêza ku di cewherê wan de heye derxin holê û wê hêzê nîşanî tevahî kesan bidin. Me sê jin belgefîlma Nûjiyan çêkir û me da nîşandan ku jin hêz in û çi bixwazin dikarin bi ser bixin. Ez ji Nûjiyan fêr bûm ku hemû xweşikî li gel jinan kom bûye û kesayeta Nûjiyan bi xwe xweşik bû. Di kesayeta wê de sekinandin, beskirin û westandin tunebû. Nûjiyan dikaribû bi hewldana xwe tiştan biafirîne, hêz û hebûna xwe diyar bike. Nûjiyan Erhan xweşibûna jinan nîşanî me tevan da. Herî dawî ez di şexsê Nûjiyan Erhan de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim û em ê xeyalên wan bi cih bînin.”