Belgefîlma 'Derwazî Xewnekan' li Berlianale hat nîşandan

Belgefîlma bi navê Derwazî Xewnekan ku sînemakara Kurd Negîn Ehmedî derhêneriya wê kiriye, li Berlînale hat nîşandan.

Navenda Nûçeyan – Belgefîlma bi navê “Derwazî Xewnekan” ku derhêneriya wê sînemakara Kurd Negîn Ehmedî û berhemhêneriya wê Elaheh Nobaht kirine, di 73’emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Berlînê de hat nîşandan. Belgefîlma ku çêkirina wê 6 salan domiya, çîroka jineke Rojhilatî ya ku ji bo tesbîta nasnameyê çûbû Kobanê vedibêje. Belgefîm behsa jina ku ne tenê bi kameraya xwe, di dawiyê beşdarî şerê li dijî DAIŞ'ê bû, bi ketine nava şervanên jin ên Kobanê di cîhana wan de şahidiyê kir dike.

'Min li Rojava hêza şervanên jin dît'

Negîn Ehmedî di dema nîşandana belgefîlmê ya li Berlînaleyê de axivî û wiha got: “Nîşandana fîlm kêliyên pir bi heycan bi xwe re anîn. Gelek balkêş bû. Dema ez ketim Rojava min fêm kir ku jin ji mêran bi hêztir in. Lê cewhera rûyê jinan qencî û hezkirin e. Ez jinan der dem dişibînim baranê. Ji ber ku dema baran dibare mirov xweşik dike. Min li Rojava şer û zarokan bi hev re dît ku jin ji bo zarokan têdikoşiyan. Min dît ku ev jinên şervan çiqasî bi hêz û wêrek in."