Belgefîlma bi xelat ‘Hêza’: Serpêhatiyek ji ferman û tolhildanê

Belgefîlma Hêza ya serpêhatiyek ji fermana 74’an û soza tolhildana jinek Êzidî vedibêje heya niha bû xwediyê 15 xelatan. Derhênera Belgefîlma Hêza Derya Denîz ji me re behsa rêwîtiya xwe ya bi Hêza re kir û got: “Min di Hêza de jina têkoşer dît.”

BÊRÎVAN ÎNATÇÎ

Navenda Nûçeyan – Belgefîlma Hêza ya ku serpêhatiyek vedibêje di festîvalên cyda yên navneteweyî de bû xwediyê 15 xelatan. Belgefîlm qala çîroka Hêza dike ku di fermana 2014’an a bi ser Şengalê de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat revandin, piştî ku ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ve hat rizgarkirin û vegeriya Şengalê beşdarî nava refên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bû, di gelek pêngavên rizgarkirina bajaran de cih girt. Derhênera Belgefîlma Hêza Derya Denîz belgefîlmê diyarî jin û zarokên Êzidî yên ku fermana 74’an jiyane, dike.  

Derhênera Belgefîlma Hêza Derya Denîz a piştî Fermana 2014’an di sala 2019’an de berê xwe dide Şengalê û li wir serpêhatiya wê bi serpêhatiya Hêza re dibe yek der barê yekemîn belgefîlma xwe ‘Hêza’ de bersiva pirsên ajansa me da. Derya Denîz li ser naskirina xwe ya Hêza dibêje “Min di Hêza de jina têkoşer dît. Rastiya ku ger jinek biryara xwe bide çawa dikare xwe ji nû ve ava bike dît.”

*Destpêkê em dixwazin Hêza ji te guhdar bikin. Hêza serpehatiyek e ji fermana 74’an û tolhildana ji rastiya fermanê ye. Weke derhênera Belgefîlma Hêza çîroka Derya Denîz çawa bi çîroka Hêza re gihîşt hev?

2014 dema ku li ser Şengalê ferman rabû weke rojnameger min dixwest biçim Şengalê. Lê belê derfeta çûyînê çênebû. Rê bi pirsgirêk bû. Wê demê min li Başûrê Kurdistanê xebatên ragihandinê dimeşand. Dîmenên pir bi hovîtî û bi êş dihatin. Dema DAIŞ’ê êrişî gel dikir, ev dîmenên bi hovîtî dihatin. Hê wê demê daxwaza min a çûyîna Şengalê hebû. Piştî berxwedanê, dema Şengal rizgar bû vê carê jî dîmenên rizgarkirinê dihatin ber destên me. Di nûçeyan de me derbas dikir bi pengavên QSD, YPG û YPJ’ê ewqas jinên Êzidî hatin rizgarkirin. Wê demê min got çi dibe bila bibe ez ê biçim Şengalê. Bi taybetî min dixwest bi jinên ku bi alîkariya QSD’ê hatine rizgarkirin re xebatek bimeşînim.

Lê yekem car di sala 2019’an de derfetek çêbû ku ez biçim Şengalê. Der barê fermanê de me qederek lêkolîn jî kir. Tiştên ku hatine jiyankirin, rewşa wê derê min şopand. Lê ger ji min re bêjin çi tişta Hêza bala te kişand? Bersiva wê ew e ku Hêza jinek Êzidî ya ji destê DAIŞ’ê rizgar bû û di YJŞ’ê de cihê xwe digirt. Dema ku li Şengalê ji min re behsa serpêhatiya Hêza kirin ez bandor bûm. Dibe ku me kêm û kurtasî dizanîbû ku jinên Êzidî çi jiyaye. Lê wê demê ya ku piştî dîlgirtinê û rizgarkirinê biryara beşdarbûna nav refên Yekîneyên Jinên Şengalê dabû Hêza tenê bû. Lê belê pirsgirêkek wiha hebû digotin ‘Hêza bi kesekî re naxive. Ji kesekî re behsa serpêhatiya xwe nake’.

Rêwîtiya bi Hêza re

Min dixwest biaxive jî neaxive jî Hêza bibînim. Piştî ji destên DAIŞ’ê rizgar bû, beşdarbûna wê ya nava refên YJŞ’ê min bi bandor kiribû, ji bo min tişta esas a ku min dixwest wê bibînim ev yek bû. Min xwest li çîroka wê guhdarî bikim. Çawa beşdarî nava YJŞ’ê bû, çawa biryar da? Vê yekê min dixwest guhdarî bikim. Dema ji min re gotin ‘Hêza naxive’ min jî got ‘Ez tenê dixwazim wê nas bikim.’ Em çûn gel wê. Komek şervanên YJŞ’ê hebûn, li wir rûniştibûn. Ez jî li wir bûm û Hêza jî li wir bû. Em bi hev re rûniştin. Wê demê ji Hêza re gotin ‘Ev heval hatiye li jiyana te guhdar bike, meraq dike.’ Min jî xwe bi Hêza da nasîn û min jê re got ‘Ez pir meraq dikim û dixwazim li te guhdar bikim.’ Her wiha min jê re got ‘Ger tu jî bixwazî tu dikarî ji min re qal bikî û ez dîmenê te bikşînim?’  Wê demê Hêza qebûl kir ku bi min re biaxive. Ji ber Kurmanciya min jî pir tunebû, hevalên li wê derê diketin navberê. Bi min re dibûn alîkar ku Hêza min fam bike û ez wê fam bikim. Dema heval wiha ketin navberê Hêza got ‘Na, min jê fam kir ez qebûl dikim ku jê re biaxivim.’

‘Min di Hêza de biryardariya kesek ku ji nû ve diafirîne dît’

Ya rast wê demê heyranbûna min a li hemberî Hêza dest pê kir. Beriya ez ji Hêza jî bipirsim min xwe îqna kiribû ku dê Hêza neaxive. Min ji wê re got ‘berê ewqas ji min re gotin Hêza naxive min bawer nekir ku tu biaxivî. Te çima qebûl kir?’ Hêza jî ew dem got ‘Pir kes hatin ji bo ez biaxivim. Gelek ji wan jî gotin divê tu bînî ziman. Tu mecbûr î tu qal bikî, bibêjî. Ya rast wan jî rast digotin lê çîroka wê pêyva ‘mecbûr î’ heye li gel min.’ Paşê çîroka wê peyve got: “Dema em ketin destên DAIŞ’ê, DAIŞ’iyan ji me re digotin hûn mecbûr in bibin Misilman, hûn mecbûr in wiha bikin.” Ya rast ev gotina ‘mecbûrbûn’ bi Hêza re bûye mîna refleksekê. Paşê got ‘Dema te got ger tu jî bixwazî, min xwest ez bi te re biaxivim.’ Dixwazim vê bibêjim ku rastiyek wisa jiyaye gotinê jî ewqas ji kûrahî bandorê lê kiriye.

Ya rast ji wê kêliyê û şûnde girêdanekê di navbera min û Hêza de çêbû. Wê demê ez pê têgihîştim ku ya rast tiştê em dizanin li gel tiştên ku hatine jiyîn gelek kêm in. Min fam kir ku gelek tiştên kûr hene Hêza pê şikiyaye. Lewre qebûlkirina wê ji bo min hê bi wate bû. Serpêhatiya xwe qalkirina wê tiştek pir cuda ye lê biryardariya wê ya beşdarbûna nava refên YJŞ’ê pir cuda ye. Naskirina min a Hêza wiha çêbû. Min di Hêza de jina têkoşer dît. Rastiya ku ger jinek biryara xwe bide çawa dikare xwe ji nû ve ava bike dît.

*Belgefîlma Hêza heya niha bû xwedî 15 xelatan. Her wiha beşdarî gelek festîvalên din jî bû. Di van Festîvalan de Hêza bandoreke çawa çêkir? Çima ewqas bal kişand ser Belgefîlma Hêza?

Belgefîlma Hêza destpêkê bûyerek rastî ye. Jinek Êzidî çawa dikeve destên DAIŞ’ê, dema di destên DAIŞ’ê de dîlgirtî ye çi dijî, çawa rizgar dibe û çawa berxwedana xwe didomîne. Ev rastî hemû mirov dikare di belgefîlma Hêza de bibîne. Hêza dibêje ‘Me nizanibû em bi xwe parastina xwe bikin. Mînak ewqa jinên Êzidî ketin destên DAIŞ’ê? Xweparastina jinên Êzidî tunebû.’ Ev rastî pir aşkere hat dîtin bi Fermana 74’an bê parastinî tunebûn e. Dema ku 2019’an ez çûm Şengalê jinên Êzidî bi xwe digotin ‘Şengal ne Şengala berê ye.’ Wê demê çi guherî? Êdî jiyana xwe, têkoşîna xwe ew bi xwe birêxistin dikin. Pergala xwe ya jiyanê bi xwe ava dikin. Pêdiviyê wan bi kesek din nîn e. Êdî dikarin ew bi xwe xwe biparêzin.

Hêza jî weke jinek Êzidî piştî ji destên DAIŞ’ê rizgar dibe û beşdarî YJŞ’ê dibe, li ser navê jinên Êzidî beşdarî pengava rizgarkirina Reqayê dibe. Di belgefîlmê de ev jî tê qalkirin. Hêza çawa diçe Reqayê çawa beşdarî pêngava rizgarkirinê dibe, çawa şer dike? Her kes vê yekê dipirse. Bi rastî jî dibe ku heya niha li ser jinên Êzidî gelek belgefîlm û fîlm hatin çêkirin lê di rastiyê de beşdarbûna YJŞ’ê ya Hêza, çûyîn û bi DAIŞ’ê re şerkirina wê bawer im tu kes wiha nîn e. Ew yek bi Hêza re heye. Lewre ev yek pir balê dikşîne dibe ku di aliyê teknîkî de pirsgirêkên belgefîlmê hebûn. Mirov divê vê rastiyê bêje. Lê naverok, çîrok an jî serpêhatiya Hêza her tiştî temam dike.

‘Bawer im her kes vê hêvî dikir: Divê tola xwe bigre’

Rastiyek bi vê rengî jî heye gelek jinên Êzidî yên ji destên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin jî berê xwe dan Ewropayê yan jî çûn Başûr lê di rastî ango serpêhatiya Hêza de, Hêza vegeriya cihê ku lê hat dîlgirtin. Ango vegeriya Şengalê û li wir hatibû dîlgirtin. Ev hemû ji aliyê temaşevanan ve tiştên pir hêja ne, hêja tên dîtin. Di temenekî biçûk de tê destgirtin. Paşê tê rizgarkirin, beşdarî YJŞ’ê dibe û biryara xwe ya tolhildanê dide, tevli şoreşê dibe. Bandora vê serpêhatiyê derbasî temaşevan dibe. Bawer im her kes vê hêvî dikir: Divê mirov tola xwe bigre. Lê belê ne tenê tolgirtin, jiyanea çawa wê were jiyîn. Ev weke lêgerîna azadiyê bû di esasê xwe de. Di belgefîlmê de jî ev tê nîşandan bi vegera xwe vê yekê dike. Lewre mirov ji vê rastiyê bi bandor dibe.

*Herî dawî di Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ya 1'emîn de hêjayî Xelata Jîna Emînî hat dîtin. Serpêhatiya jinekê Êzidî ya serî netewandiye, hêjayî xelata Jîna Emînî ya bû sembola serhildana Jin Jiyan Azadî hat dîtin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin? Atmosfera vê festîvalê çawa bû?

Herî dawî di Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ya 1'emîn de Xelata Jîna Emînî ji Belgefîlma Hêza re hat dayîn. Ev cihê kêfxweşiyê bû ji bo min. Ji ber ku bi rastî her du jin jî jinên berxwedêr in. Dibe ku Belgefîlma Hêza serpêhatiya Hêza vedibêje lê belê di rastiyê de qala hemu jinên Êzidî dike. Lewra dibe ku bi serhildanên Jîna Emînî dirûşma Jin Jiyan Azadî deng veda. Lê belê ev fikrê Rêber Apo bû ger îro jin bi dirûşma Jin Jiyan Azadî tên cem hev û hemu cîhan jî vê tiştê dibihîse ev bi saya fikrên Rêber Apo ye. Em bi vê fikrê hatin ba hev û diyariyek bi navê Jîna Emînî ku bû sembola Jin Jiyan Azadî ji bo min pir bi wate ye. Gelek hêja ye.

Dema mirov behsa vê yekê dike mirov zehmetiyan dijî. Ji bo vê jin gelek bedel dan. Bi hezaran jinên şoreşger, tekoşer ji bo vê dirûşmê jiyana xwe ji dest dan. Ji bo min jî girtina vê xelatê, kombûna van hemu nirxan e. Lewre ji bo min ev cihê şanaziyê ye.

Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ya 1'emîn yekem car li Ewropayê hat çêkirin. Lê belê beşdarbûna derhênerên fîlman ên jin pir baş bû. Beşdarbûna jinan a festîvalê gelek baş bû. Gel jî bi eleqedariyek mezin beşdarî festîvalê bû. Ji derhêneran pirs pirsîn, diyalog çêbûn. Ev hemu tiştên gelek baş û xweş bûn. Lewre bi giştî atmosfera festîvalê pir baş bû. Li hemberî fîlman rexne jî bi pêş ketin. Fîlmek divê armanca wê hebe. Di aliyê sînemayê de jî kêmaniyên me çi ne û divê çawa bên derbaskirin li ser van mijaran guftugo hatin kirin. Bi giştî atmosfera festîvalê pir erênî bû.

Ez hêvî dikim ku festîvalên bi vê awayê li Kurdistanê jî pir zêde çêbibin. Festîvalên fîlmêm Kurdî em li welatê xwe çêbikin pir baş e. Ez dibêjim divê em vê yekê bikin armanc û pêk bînin.

Hinek xelatên ku Belgefîlma Hêza girtiye

Belgefîlma Hêza heya niha di Festîvala Fîlm a Navneteweyî ya Bodenê de hêjayî xelata belgefîlma herî baş, di Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Drukê (DIFF) de xelata fîlma herî serkeftî, di Festîvala Xelatên Fîlmên Jinan ên Serbixwe yên Los Angeles de, di Festîvala Fîlm a Navnetewî ya Film in Focus de, di Festîvala Fîlman a SicilyAmbiense de Xelata Mafên Mirovan a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de, di Festîvala belgefilman a Portekîzê de xelata Don Kîşot, di Festîvala Fîlman a Barselonayê de bi berhema xwe ya belgefîlma “Hêza” xelata Derhênerê Jin a Herî Baş, di Festîvala Xelatên Fîlmê RED ve jî xelata baştirîn belgefîlmê û gelek xelatên din wergirt. Herî dawî di Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ya 1'emîn ku li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê hate lidarxistin de Belgefîlma Hêza 'Xelata Jîna Emînî' girt.