Belgefîlma Baltaja balê dikşîne ser rewşa jinên Lubnanî

Belgefîlma Baltaja rastiya jinên Lubnanî yên bi biyaniyan re zewicîne vedibêje. Her wiha ji ber sedemên siyasî mezhebî li Lubnanê mafê jinan tune ye ku hemwelatîbûniya xwe ya Lubnanî bide zarokên xwe.

CAROLINE BAZZÎ

Beyrûd – Jinên Lubnanî ne tenê ji aliyê zagonan ve ji aliyê Lubnaniyan ve bi xwe jî rastî astengiyan tên. Ev yek hem bi awayê zagonî hem jî di nava civakê de li ser wan tê ferzkirin.

 Belgefîlma bi navê Baltaja, çîrokên çar jinên Lubnanî yên bi biyaniyan re zewicîne vedibêje. Ew jin nikarin hemwelatiya xwe Lubnanî ku mafê wan e bidin zarokên xwe, li gel zordariya zagona ku ji sala 1925’an ve di meriyetê de ye. Jin li ser destdirêjiya li dijî wan a ku li ser medyaya dîjîtal tê kirin diaxivin.

Rêvebera kampanyaya bi navê “hemwelatiya min mafê min û malbata min e” Kerîma Şibo di diyar kir ku wateya gotina “Baltaja” kiryarekî xirab e, weke nîşaneya destdirêjiya elektronîk e bi taybetî rewşa jinên bi biyaniyan re zewicî, li pişt perdeya telefon an kompîteran destdirêjiya ku li wan jinan dikin. Her wiha Balteciyên siyasî jî hene bi bihaneyên nijadperest guhertina zagonê asteng dikin.

Belgefîlm li ser mafên jinan e

Belgefîlma Baltaja, dema jin pêkanîna wekheviyê di zagona hemwelatiyê de dixwazin şîroveyên neyînî bi mafê jinên bi biyaniyan re zewicî diyar dike û êrîşî wan dikin. Em nikarin van şîrove û êrîşan derbas bikin lewma pêwîst e mijar di aliyê zagonî mafnasî de bê çareserkirin û rê li pêşiya destdirêjiyên reşkirin û gefxwarin û tundiya bi riya gotinan û gelek binpêkirinên ku tên cezakirin û sûcdarkirin bê girtin. Ev tişt sînorên azadiya kesayetî û derbirandinê derbas dike.

Kerîma Şibo diyar dike ku belgefîlm 13 deqe ye û du beş e, di beşa yekem de behsa destdirêjî û êrîş û binpêkirinên li ser torên civakî dikin û wiha pêde çû: “Di beşa duyem de jî em behsa bihaneyên siyasî yên li dijî jinên Lubnanî bi kar tînin dikin. Ji bo ku hemwelatiya xwe nedin malbata xwe, tevî axaftina nijadperestî ya siyasiyan dijî hin hemwelatiyan. Nabe tu berpirs an siyasî vî mafî asteng bike, ji ber ku ev hemû bihaneû lewma jî berjewendiyên kesayetî siyasî ne.

Bullying ne azadiya nêrîn û derbirandinê ye

Der barê Bullyinga li ser medyaya  dîjîtal de jî Kerîma Şibo dibîne ku tiştê li ser medyaya dîjîtal dibe ne azadiya nêrîn û derbirandinê ye, mafên jinên Lubnanî ku hemwelatiya xwe bidin zarokên xwe mijarekî tenê mafnasî ye.

Û wiha gotonê xwe didomîne: “Gefan li jinên Libnanî dixwin dema ji wan re dibêjin (ji vir here) weke ku di belgefîlm de diyar dibe, ev ne senaryo ye, ev şîroveyên rastin in, gelek kes nizanin ev şîrove di çend deqeyan de dinivîsin gelek zirarê digihîjîne jinan. Jinên çîrokên xwe di belgefîlmê de vedibêjin ew jinên pêşeng, çalakvanên civakên xwe ne û di kar û malbatên xwe de serkeftî ne. Wan bi xwe bersiva şîroveyên nebaş dan, ev bi xwe jî armanca belgefîlmê ye ku jin bi xwe li hemberî êrîşkaran biseknin, ji ber ku ew tenê xwedî maf in.”

Çima nabe jin hemwelatiyek xwedî hemû mafan be?

Rêvebera kampanyaya “hemwelatiya min mafê min û malbata min e” Karima Şibo diyar kir ku Dema jin bersiva xwe dide êrîşkar dizane ku ew li aliyê din jineke rastî heye bi bandor dibe û hestên neyînî jî digre û wiha nerazîbûnê xwe anî ser ziman: Jinên xwedî maf tenê dikarin li hemberî wan bisekinin û bersiva wan bidin. Çima nabe jin weke mêran bin di danîna hemwelatiya xwe ji bo zarokên xwe dema bi biyaniyan re dizewicin? Çima dema em behsa mafên jinan dikin, em behsa pîvanên exlaqî, mezhebî û hejmaran dikin? Dema zilamek bi jineke biyanî re dizewice, çima em nabêjin ev guhertinek demografî û mezhebî çêdike? Pirsgirêk ne ku mêr mafên xwe distînin e lê belê pirsgirêk ew dûrxistina jinan ji mafên wan ên sereke ye, di serî de mafê hemwelatiyan bi temamî. Di belgefîlmê de mînaka vê vedibêjin dema jinek Lubnanî behsa çîroka keça xwe ya hemwelatiya dayika xwe ya Lubnanî negirtiye dike, dema keç dixwaze bi xortekî Lubnanî re bizewice, malbata kur wê zewacê red dike.”

Karima Şibo dibêje ku bi bihaneya ku mijarên girîngtir hene Mijarên jinan her dem tên paşxistin û wiha domand: “Ji mafê her hemwelatiyek e dema zirarê ji zagonê dibîne û mafên xwe temam nastîne divê dewlet wê zagonê biguherîne, weke zagona hemwelatiyên ku ji sala 1925’an ve ye ango berî serxwebûna Lubnanê. Lubnan yek ji dewletên ku peyman û lihevkirinên navdewletî mohr kirine ne. Ew yek ji dewletên ku mafên mirovan ên cîhanî amade kirine û hemû mafên kesan bêyî cudabûna zayendî, reng, nijad û hemwelatiyê bibînin misorger dike. Lê zagona Lubnanê cudakariyê dixe navbera mêr û jinan û zagonên nijadperest gelek binpêkirinan dike.”

Maf hemû tiştan digre nava xwe

Kerîma Şibo di berdevamiya axaftinê xwe de got:“Cudakariya navbera herdu zayendan têra berpirsên Lubnanê nekir, şert û merc ji bo danîna hemwelatîbûyînê diyar kirin. Dibêjin jinên Lubnanî dikarin mafê hemwelatiya xwe bidin zarokên xwe ger bi hemwelatiyên din re zewicî bin lê bi gelek hemwelatiyên din re jî ew maf li jinan tê qedexekirin. Hejmarek siyasetmadarên Lubnanî hene piştgiriya vê mijarê dikin lê şert û mercên diyar jê re datînin, li vir siyasetmedar difikirin ku zagonê biguherînin lê ew wisa valahiyek mezin di cudakariya navbera jinan de çêdike. Ev jî ji bo mafên jinan destdirêjî ye û newekheviya pêkanîna zagonê di navbera sivîlên heman welatî de ye. Li şûna em daxwaza wekheviya navbera jin û mêr bikin divê em kampanyayek nû ji bo daxwazên wekheviya navbera mêr û jin û jinek din de bikin, bi vî awayî, em behsa bazirganiya mafan di vê dozê de dikin.”

Kerîma Şibo diyar kir ku hin berpirs jî hene dibêjin dem ne dema guhertina zagona hemwelatiyê ye ji ber rewşa welat a aborî û civakî nebaş û got: “Malbatên Lubnanê krîzên mezin dîtin ji ber nebûna hemwelatiya xwe ji ber krîza li Lubnanê; jin sûdê ji pêşkêşiyên wezareta tendrustiyê nabînin. Dema kesek ji malbata wan dikeve nexweşxaneyê, nikarin di sindoqa niştimanî ya sîgortaya civakî de tomar bikin. Li gel xerca zanîngehê di asta lîsansê de ji bo zarokên jinên Lubnanî bi biyaniyekî re zewicî zor bilind e ne weke xwendekarên Lubnanê bi xwe ne. Tiştên sivîlên Lubnanê îro dijîn, jin û malbat vê yekê  ji dema pêkanîna zagona hemwelatiyê ya cudakar ve rojane dijîn.”

 ‘Jinên Lubnanê di welatê xwe de xerîb in’

Kerîma nerazîbûna xwe ji gotin û şîroveyên nebaş ên der barê jinên Lubnanî yên bi biyaniyan re dizewicin de anî ziman. Di belgefîlmê ku ev mijar heye û dipirse: “Dema ji jinan dixwazin ji welat derkevin gelo ev ne gefxwarin û êrîş mafên jinan e? Gelo ew nasnameya wan wisa jê nagirin? Jinên Lubnanî û malbatên xwe di welatê xwe de xerîb in.”