Baweriya yarsanî

Di cejna yarsaniyan a peyîzê ku ji bo pêşewazîkirina zivistanê tê lidarxistin de teqez sêv û hinar tê xwarin.

Navenda Nûçeyan - Yarsan yek ji baweriyên kevnare yên Mezîpotamya û tayîbetî jî Kurdistanê ye. Bewermendên vê baweriyê diparêzin piranî li herêma Kurmanşah, Hewremana Rojhilatê Kurdistanê dijîn. Li hinek deverên Başurê Kurdistanê yên weke Xanqîn û Helepçe jî bawermendên yarsanî tên dîtin.
Peyva yar bi xwe tê wateya heval, san jî heqîqetê îfade dike. Dîroka yarsaniyan heta beriya yahudiyan jî diçe. Yarsanî bi kombûn û şahiyan îbadeta xwe dikin. Li hemberî hemû reşkirinên li ser baweriya wan hatine kirin jî parastin kirine. Ji şahiyên wan xwankar demsala peyîzê ji bo pêşewazîkirina zivistanê tê lidarxistin. Di cejna ku çend rojan dom dike de li gel xwarinên cur be cur teqez sêv û hinar tên xwarin.