Banû Cemal bi berhemên xwe çanda Kurdî diparêze

Jina ciwan Banû Cemal ku berhemên destan çêdike bang li jinên ciwan kir ku ji bo derxistina kêrhatiyên xwe, parastina çanda xwe û bi aboriya xwe ya serbixwe bixebitin.

NIHAYET EHMED

Silêmanî- Li başûrê Kurdistanê jinên ciwan bi fêrbûna berhemên destan hem hewl didin çanda gelêrî biparêzin, hem jî aboriya xwe ya serbixwe bi dest bixin. Yek ji van jinên ciwan jî Banû Cemal e. Ew xwendekara beşa bazirganiyê ye li zanîngeha Silêmaniyê. Ji zarokatiya xwe ve hezkirin û kêrhatiya wê ya berhemên ku bi destan tên çêkirin heye. Li kêleka xwendina xwe berhemên destan ên weke kolyeyên cur be cur, bazin, aksesuraên jinan, nexişandina cilên Kurdî û hwd. çêdike û di malpera xwe ya bi navê “Banû Handmend” de dide nîşandan, li gorî daxwazên xelkê dizayna wan çêdike.

‘Ji bo pêkhatina armanc û destkeftiyan hewldan pêwîst e’

Banû Cemal wiha behsa destpêkirina karê xwe yê dizaynkirina berheman kir û got: “Berhemên min piranî kolye, bazin û madalya û nexşên ciwankariyê yên li ser cilên Kurdî ne. Destpêkê min bi morî û ta dest bi karê xwe kir lê belê niha ez kevir jî bi kar tînim bi riya malpera xwe daxwazên xelkê digrim û li gorî daxwazan berheman dizayn dikim. Bihayê kevirên ku bi kar tînim zêde ye, malbata min di vî warî de alîkariya min dike. Niha ez dikarim bi berhemên xwe dahatek kêm be jî ji bo xwe dabîn bikim. Weke jineke ciwan hewl didim zêdetir girîngî bidim berhemên xwe û di pêşerojê de bibim xwedî cihekî mezin. Ji bo ku bikaribim derfetên kar ji bo jinên ciwan ên din ava bikim. Destpêkê weke jinek ciwan dema ez dest bi karê xwe dikim armanca xwe diyar dikim û reng didim karê xwe. Piranî ez berhemên xwe ji bo parastina reseniya çand û hunera Kurdî çêdikim.”

‘Divê jin alîkariya hev bikin’

Banû Cemîl tevî hemû astengiyan karê xwe berdewam kiriye û wiha got: “Em jinên ciwan rastî rexneyan tên û astengî tên pêşiya me her dem hewl dihat dayîn ku ez dawî li karê xwe bînim û li malê bimînim lê belê divê em bi xwe bi îrade û hêza xwe bersiv bidin. Hêza xwe di aliyên cuda de nîşan bidin. Weke vî karê ku min dest pê kiriye, tu kes nikare min rawestîne. Ji ber wê ji bo alîkariya jinên ciwan ez amade me alîkariyê bidim û wan fêr bikim. Her jina ku bixwaze fêrî berhemên destan bibe û weke min bibe xwedî karê xwe, ez ê alîkarî bikim. Ji bo vê yekê divê jin bi hev re bin, di her aliyê de divê xwe bi pêş bixin û piştgiriya hev bikin.”

‘Tu aliyekî pêwendîdar girîngî nade hêza jinên ciwan’

Banû Cemîl bang li hemû jinên ciwan kir ku ji bo pêşxistina kêrhatiyên xwe hewl bidin û got: “Heta niha bi awayekî baş xebat li ser hêza jinên xwedî kar nehatiye kirin. Her sal di pêşangehên berhemên dest de derfet çêdibin em berhemên xwe nîşan bidin. Maseyên pêşandana berhemên me bi hinek pere ji bo me diyar dikin û ji nîşandana berhemên me dibe derfetek baş. Ji derveyî wê tu alîkariyek nakin di aliyê dabînkirina pêwîstiyên jinên xwedî kar de divê li ser dahata xwe pêwîstiyên xwe dabîn bikin. Peyama min ji bo jinên ciwan ew e ku ji bo pêşxistina karê xwe hevkariya hev bikin. Derfetan ji bo jinên din ên kêrhatiyên wan hene biafirînin. Divê ji bo pêşxistina kêrhatiyên hev piştgiriya hev bikin.”