Azza Baydoun bi "Çavên Jinan" pirsgirêkên jinên Lubnanî pêşkêş dike
Azza Baydoyn diyar dike ku pirsgirêkên jinan her dem ne girîng û di asta duyemîn de dihatin dîtin, nemaze di demên krîzan de û li ser vê yekê şîrove dike û dibêje; "Ji pozîsyona min a kesane wêdetir dibînim ku şopandina çalakiya pratîkî di ronahiya qeyranên giştî û taybet de mijarek e psîkolojîk e.”
CAROLÎNE BAZZÎ
Beyrûd- Ew lêkolîner û mamostayek zanîngehê ye. Biryar da ku di mijarên jinên Lubnanê de kûr bibe. Bijîşk Azza Sharara Baydoun nehişt ku rastiya baviksalarî, ramana wê ya azadker ji destên wê bigre. Gelek weşanên wê hene, di nav de "Zayend, tu çi dibêjî" , "Hemwelatiyek, ne jin" û pirtûka wê "Tundûtûjiya nav malê: Zilam diaxifin.54”
Azza Baydoun hin gotarên xwe yên berê di pirtûka xwe ya "Bi Çavên Jinan: Karûbarên Jinên Lubnanî û Pirsgirêkên Wan" de ku mijara sereke ya hevdîtina ajansa me bi wê re bû, ji nû ve weşand.
Pirtûk kar û barên jinên Lubnanê û dozên wan vedibêje
Der barê derketina xwe ya nû de, lêkolîner û çalakvana femînîst Azza Sharara Baydoun ji ajansa me re dibêje; "Pirtûk komek gotaran digre nav xwe, ku piraniya wan di salên berî pandemiyê de hatine nivîsandin. Ew gotar behsa karûbarên jinên Lubnanî û hejmarek pirsgirêkên wan dike. Di nav van mijaran de, mînak, karê malê yê jinan, di têgîna tenduristiya giyanî de guheztina şert û mercên jinan û yên din. Her wiha di nav mijarên ku di pirtûkê de hatine raberkirin, mînak, cudahiya di navbera jin û mêran de di dîtina şîdeta li ser jinan de û li dadgehên olî, "bi taybetî Şeriî Caferî" û cezayê medenî û rêbazên mijûlbûna bi wê re.
Azza Sharara Baydoun ev yek anî ziman: "Di pirtûkê de pêvekek hevpeyvînên ku bi min re bi salan hatî çêkirin heye. Li vir xwendekar sedema weşandina mijarek kesayetî pirs dike. Di pêşgotina pirtûkê de rastkirina vê yekê heye. Ez hêvî dikim ku xwendekar wê bibînin û wiha domand: "Kar û mijarên ku min di pirtûkê de girtine dest ji hêla femînîstên me ve tên destnîşankirin û têdikoşin di hişmendiya civakê der barê wan de bilind bikin û zextê li meclis û hikûmetê bikin da ku wan têxin nav siyasetê û pratîkan.
Di bersiva pirsek der barê hilbijartina mijarên di pirtûkê de, dibêje; "Hin ji van mijaran ji min re wekî lêkolînerek femînîst hewce dike ku ez bi nav bikim. Di nav de lêkolîna bi sernavê “Naxebite lê belê dixebite, jin û karên malê" û lêkolîn di hejmarek taybet a "Deftera Hiqûqî" ya li ser xebata jinan de hatiye weşandin. Ez ji bo motîvasyona kesane bi mijarên din re mijûl dibim. Mînak, ez di semînerek diyarkirî de amade me û ez dixwazim der barê mijarek de nêrîna xwe bibêjim lê derfeta min tune ye, ji ber vê yekê ez gotarek li ser wê dinivîsînim û di rojnameya rojane de diweşînim. Tiştê ku ez dibêjim, mînak e, ji bo gotarek ku di rojnameya rojane "Al-Nahar" de hatiye weşandin ku ew jî "Jinên Lubnanî û Peymana Taif; Ji bîr kirin lê…” An jî carna ez dixwazim bi serpêhatiya xwe bifikirim ku ew jî gotara bi sernavê "Qada ji bo hemû ramanan: Diyalog bi xwendevanên lêkolînek li ser şîdeta nava malê.” Ez hewl didim ku sernav ji xwendevanan re balkêş be. Ez dinivîsînim da ku bixwînim.
Pirsgirêkên me bingeha xwe ji rastiyên heyî digrin
Pirsgirêkên jinan her dem ne girîng û di asta duyemîn de dihatin dîtin, nemaze di demên krîzan de. Azza Beydoun li ser vê yekê şîrove dike û dibêje; "Ji pozîsyona min a kesane wêdetir ku dibîne şopandina çalakiya pratîkî di ronahiya qeyranên giştî û taybet de mijarek psîkolojîk e. Ez jî texmîn dikim ku ev şopandin ji ber sedemên "Siyasî" pêwîst e. Welatê me tijî krîz e ku gelek riyên civakî û çandî hêdî dike û carna jî wan têk dibe. Di nav van rêgezan de yên ku bi karûbarên jinan û pirsgirêkên wan re mijûl dibin hene. Lê wekî femînîst, em êdî wisa qebûl nakin. Ma hûn dizanin ku şerên Lubnanê, mînak, panzdeh salan çalakiya femînîstan asteng kir? Niha em dibêjin ku pirsgirêkên me di bingeh de ne û di dilê rastiyê de ne. Xebata ji bo bicihanîna peywirên ku di çarçoveya wan de tên pêşkêşkirin ji bo me lezgîn e.”
Azza Baydoun bal dikşîne û dibêje; "Di karantînaya malê ya ku li ser me hemûyan hat ferzkirin de, hat zanîn ku di vê karantînayê de, şîdeta nava malê zêde bûye û mexdûrên wê yên yekem jin in. Ger jin li hemberî şîdetê bêdeng bimana û femînîstan dev ji şikandina bêdengiya li dora xwe berdana, bi bahaneya ku "Ne dema xwe ye", dê hewldan û destkeftiyên me yên di vî warî de pûç bimana. Meşandina lêkolînên femînîst û weşandina wan û hem jî lidarxistina semîner û kampanyayên li ser mijarên têkildar, amûrên têkoşînê ne. Ji ber vê yekê, ew di dema pandemiyê de nesekinîn. Teknolojiya nûjen hat bikaranîn da ku bi pêş de biçe. Jin, mîna hemû koman divê bi tu sedemî dev ji şopandina kar û barên xwe bernedin.”
Zayenda dadger di mijara parêzvaniya jina mexdûr de nehatiye diyarkirin
Di beşa yekem a pirtûka "Bi Çavên Jinan: Karûbarên Jinên Lubnanî û Pirsgirêkên Wan," de nivîskar dipirse; "Di darizandinên şîdeta zayendî de ma biryarên dadgeran ji biryarên dadweran cuda dibin?” Li ser vê beşê şîrove dike û dibêje; "Di pirtûka min de lêkolînek pêşîn, hewlek nerm e ku mirov cudahiyên di navbera biryarên dadgeran de di bûyerên şîdeta zayendî de bibîne. Ji bo ku em bersiva vê pirsê bidin, pêdivî bi lêkolînek berfireh heye. Tiştê ku ji hêla vekolîna çend dozên biryarên dadweran ve hatiye destnîşankirin ev e ku zayenda dadger ne di mijara piştgiriya jina mexdûr de, ne jî di giraniya cezayê li hember sûcdar de nayê destnîşankirin. Dadger çi jin be çi jî mêr be, hewl dide parêzeriyê ji mexdûr re bike.
Lêkolîn û diyalogên li ser mijarên jinan û pirsgirêkên wan
Azza Beydoun tercîh kir ku rêbazên di lêkolînên ku ji hêla rêxistinên femînîst ve hatine weşandin de berhev bike da ku berhevoka gotarên di pirtûka xwe de zêde bike. Ew dibêje; "Min lêkolîna ku ji hêla rêxistinên sivîl ên femînîst ve hat weşandin ku di hilberîna lêkolîna jinan de cihên bingehîn in, hilbijart. Min hewl da nêzîkatiyên lêkolînê yên ku di pêkanîna lêkolînên wê de hatine pejirandin vekolînim. Ev lêkolîn bi mebest in û li gorî hewcedariyên pratîkî yên her yek ji van rêxistinan e ku aliyê prensîb armanc dike.”
Hemû lêkolîner di çarçoveya Qanûna Mafên Mirovan û pejirandina wekheviya zayendî de dixebitin
Azza Baydoun diyar kir ku Rêxistina "Kafa", bo nimûne, cîbicîkirina qanûna 293/2014 dişopîne û lêkolîna wê li ser biryarên dadwerî yên têkildar e lê rêxistina "Abaad" ku bi pirsgirêka tevlibûna mêran di têkoşîna li dijî şîdet û cudakariya li ser jinan de mijûl e, lêkolînek li ser nasnameyên mêran dike û ya din jî li ser vegotina destdirêjkaran li ser şîdeta nava malê ye. Ev rêxistin akademîsyenan dikşînin ku lêkolîna xwe bikin. Ji ber vê yekê ew bi gelemperî destwerdana nêzîkatiyên lêkolîna wan nakin. Hemû lêkolîner, bê îstîsna, di çarçoveya Qanûna Mafên Mirovan û pejirandina wê ya wekheviya zayendî de dixebitin. Ev ji xwendevanên van lêkolînan re xuya nake ku lêkolîner rastî her cure çavdêrî hatine.
Di yek ji beşên pirtûkê de ji beşa ku bi lêkolîna femînîst re têkildar e, di bin sernavê "Ciheke ji bo hemû ramanan" de nivîskar bi xwendevanan re eleqedar dibû ku nivîsên wê werdigirin. Ji ber vê yekê ew bi bertekên wan li ser nivîsarên ku dozên jinan de girtine nav xwe mijûl bû. Li ser vê yekê dibêje; "Ez dibînim ku çavdêriya navborî ji bo çalakiya siyasî û femînîstî ya di nav jinan de yan ji bo lêkolînerên di warê lêkolînên zayendî de girîng e.”