Awazê biçûk bi bilûra xwe awazên Kurdî zindî dike

Awaz Kalê yê 8 salî hezkirina xwe ya ji bo folklora Kurdî bi riya bilûra xwe parve dike û çandeke ku hatiye paşguhkirin di nava nifşên pêşerojê de zindî dihêle.

ROJ HOZAN

Qamişlo - Yek ji çandên foklora Kurdî amûrên muzîkê bilûr e bi nefesê deng jê derdikeve û yek ji alavên muzîka Kurdî ye. Ev amûr di çanda şivantiyê de derketiye pêş û hatiye naskirin, ji hezaran salan ve heya roja îro hatiye parastin. Di dîrokê de gelek bilûrvanên bi nav û deng weke Egîdê Cimo ku bi navê “Mîrê bilûrê” tê nasîn hene.

Awazê biçûk ê 8 salî vê çanda resen diparêze û ji nefesa xwe ya biçûk û nazik hestên hunermendeke mezin vedibêje. Awaz hevaltiyeke xurt bi bilûra xwe re ava kiriye û jê hez dike.  Awaz Kalê li bajarê bajarê Serêkaniyê yê ji aliyê dewleta Tirk ve di sala 2019’an hat dagirkirin, hatiye dinê û niha tevî malbata xwe li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî.

Çanda bilûrvaniyê çi ye?

Çanda Kurdî bi foklor û reseniya xwe dewlemend e. Hunermendên herî mezin di dîrokê de di nav çanda Kurdî de ev nasname girtine û deng vedane. Beriya hezaran salan hemû hunermend û mirovên ku dengê wan xweş bû ji tiştên herî hêsan amûrên muzîkê diafirandin û pê awazên xwe parve dikirin. Bilûr jî amûrekî muzîkê yê nefesê ye û di çanda Kurdî de bi şivanan tê nasîn. Bilûr heşt kunên wê hene 7 li jor in û yek li jêr e, ji cureyên daran ên taybet tê çêkirin. Kesên ku li vê amûrê dixin pêwîst e xwedî nefeseke dirêj bin û bizanibin ji kîjan kuna bilûrê wê nefesa wî bibe awaz. Di roja îro de kesên li vê amûrê dixin kêm mane ji ber heya asteke bilind hatiye paşguhkirin û hunermendên wê pir kêm in. Lê helbet dîsa çanda bilûrvaniyê di nefesa zarokên Kurd de vedijî û awazên foklora çanda Kurdî vedibêjê.

Dixwaze bibe bilûrvanek bi nav û deng

Awaz Kalê behsa hezkirina xwe ya ji bilûrê re kir û ev yek anî ziman: “Di mala me de bavê min Kawa li bilûrê dixist, min hez kir ez bizanibim bavê min çawa lêdixe û wisa ez ji dengê awazên wî hîn bûm. Niha ez di dibistanê de refa duyemîn dixwînim pir caran bilûra xwe bi xwe re dibim dibistanê ji hevalên xwe re lêdixim. Her wiha di koma zarokên Orkestraya Rojava de cih digrim. Dema ez mezin bibim dixwazim bibim bilûrvanekî bi nav û deng.”