Atolya jinên ciwan ên Mexmûrê hat aktifkirin

Atolyeya jinên ciwan a bi navê Şehîd Avyan Buldan ku di sala 2020’an de hat avakirin, ji bo perwerdekirin û pêşxistina jinên ciwan hat aktîfkirin.

BERJÎN KARA

Mexmûr - Bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di sala 2020’an de atolyeya jinên ciwan a bi navê Şehîd Avyan Buldan hat avakirin. Ji ber derfetên kêm ev demek dirêj bû kar û xebatên atolyeyê hatibûn rawestandin. Di 20’ê Kanûna 2023’an de careke din kar û xebatên atolyeya jinên ciwan hatin aktîfkirin. Di atolyeyê de jinên ciwan kêrhatiyên xwe yên karên dest, çand û hunerî pêşkêşî civakê dikin. Li ruxmê bandora rêgirî û ambargoya PDK’ê jî hewl didin kar û xebatên xwe bi awayek serkeftî bi rêve bibin. Jinên ciwan li atolyeyê hem karê xwe dikin hem jî ji bo pêşxistin û rêxistinkirina jinên ciwan derfetên perwerdeyê ava dikin. Perwerdeyên wek saz, gîtar û erbane tên dayîn û ev perwerde ji bo jinên ciwan dibin bingehek ji bo pêşerojê.

‘Armanca me ew e ku jinên ciwan hilberîner bin’

Roj Yildiztan ku di kar û xebatên Atolyeya Şehîd Avyan Buldan de cih digre diyar kir ku armanca çalak kirina atolyeyê pêşxistina jinên ciwan e û wiha got: “Di 20’ê Kanûna 2023’an de me atolyeya Şehîd Avyan Buldan çalak kiriye, ji bo ciwanan di serî de jî jinên ciwan. Armanca me ew e ku ji bo jinên ciwan di aliyê karên dest, çand û hunera xwe de xwe pêş bixin. Her wiha ji bo ku jinên ciwan bizanibin nasnameyek wan a çand û hunerê heye. Her çiqas derfetên me kêm jî bin çi ji destên me tê ji bo ku çanda xwe pêşkêşî civaka xwe bikin, em dikin.”

Roj Yildiztan di dawiya axaftina xwe de bang li jinên ciwan kir û got: “Bila hemû ciwan û jinên ciwan serlêdan bikin. Ji bo ku xwe di aliyê karên dest û hunera xwe de xwe bi pêş bixin. Me di 1’ê mehê de perwerdeya erbanê vekir. Ji bo ku jinên ciwan xwe pêş bixin û ji bo ku demê pêş hewceyî kesê nebin û hêza wan nîşa wan bidin.”

‘Hemû perwerde ji bo me xwedî girîngiyek mezin in’

Duygu Benek a ku beşdarî perwerdeya erbanê ya ku di 1’ê mehê de hatiye destpêkirin buye qala girîngiya perwerda erbanê kir û got: “Divê em wek jinên ciwan bikarin xwe li ser lingan bigirin, beşdarî perwerdeyan bibin. Ji ber ku her perwerdeya ku em dibînin ji bo me pêşerojek saxlem ava dike. Di perwerdeya erbanê de destpêkê mirov hinek zehmetî dikişîne lê ji bo demên pêş perwerdeyek girîng e ango hemû perwerde wisa girîng in.”