Asos Caf: Huner bûye bingehê têkoşîn û îradeya min

Peykarsaz Asos Caf tevî astengiyên civakî û çend caran peykerê wê hate şikandin, rê neda îradeya wê were şikandin û xebatên xwe dom kir. Çîroka têkoşîna wê xwe dispêre vê ku huner jêre bûye bingehê têkoşîn û îradeyê.

HÊVÎ SELAH

Silêmanî – Her sal 15’ê Nîsanê roja cîhanî ya hunerî tê pîrozkirin û di pîrozkirinê de balê dikşînin ser rola huner ya gihandin çandên cûda û parastina azadiya fikir bi rêya reng, mûzîk û şêwekarî. Fikrê vê rojê cara yekem di 2012’an de ji aliyê Komeleya Navneteweyî ya Hunerê ve hate pêşniyarkirin û di sala 2019’an de ji aliyê rêxistina UNESCO ve bi fermî wek roja cîhanê ya hunerê hate nasîn. Armanca sereke ya vê rojê bihêzkirina têkiliyên di navbera berhemên huner, civakî û nasîna hunerê ye.

Roja cîhanî ya hunerê, ji bo bal kişandina ser rola hunerê da aştiyê belav bike û azadiya îfadeyê û çandên cûda dikarin bi hevre bijîn firsendeke. Ji ber huner zimanek gerdûnî ye û pêwîstî bi wergerê nake. Di vê rojê de li seranserî cîhanê çalakiyên cûr be cûr wek pêşangehên şêwekarî, konserên mûzîkê, atolyeyên perwerdeyê û panelên rexneyan tên li darxistin. Di heman demê de îşaret bi parastina hunermend û pêkanîna qadek guncav ji bo hilberînê dike. Bi vî awayî hunermend dikarin jiyanê bedew bikin û peyamên mirovî ragihînin. Li herêma Kurdistanê her sal hunermend û navendên çandan vê rojê bi çalakiyên cûda pîroz dikin û banga hê zêdetir desteka ji bo huner û hunermendan dikin.

Li gelemperî dinyayê bi çalakiyên cûda tê pîrozkirin

Diruşmeya bingehîn a îsal ‘Baxçeyê îfadeyê, bi rêya hunerê pêşxistina civakê ye’. Di vê çarçoveyê de, balê dikşînin ser têkiliya di navbera mirov, xweza û xûliqkariyê de. Di nava çalakiyan de atolyeyên wêne, pêşbaziyên helbest, çîrok, mûzîk û dans hene. Her wiha muzeyên li gelemperî dinyayê û galerî deriyên xwe ji serdanvanan re vedikin, geştên ji bo navendên çandî li dar dixin. Li gelek dibistanan çalakiyên taybet ku xwedekar berhemên xwe pêşan bidin tê li darxistin, bi vî awayî sûd dike ku nifşê nû jê nêz ve hunerê binasin.

Li Başûrê Kurdistanê çalakî tên li darxistin

Roja cîhanî ya hunerê li Başûrê Kurdistanê jî bi awayên mihrîcan, pêşangehên şêwekarî, hevdîtinên hunerî tê pîrozkirin. Di van çalakiyên de hunermend berhemên xwe yên nû didin nasîn. Ji bo girîngiya vê rojê, nêzîkatiya aştiya hunerê û îfadekirina nasnameya neteweyî wek amûrek a mirovî tê bikaranîn. Di heman demê de çavkaniya îlhamê ye ku ciwanan teşwîq bike û ew di qadên cûda de kêrhatiyên xwe pêş bixin.   

‘Hunera peykersazî paşguh bûye’

Peykersaz Asos Caf ji ajansa mere axivî û got: “Ev gelek sale ez di qada hunerê peykersaziyê de bi awayek aka demîk di xebitim. Destpêkê roja cîhanî ya hunerê li hemû hunermendên çar aliyê Kurdistanê pîroz dikim. Ya ji bo min girîng ewe ku hunermend ne di kijan qada hunerê de bi xebitin, ya girîng encama wêye. Girînge ku hunermendek nirxên wek heskirina mirovî, azadiyê û heskirina xwezayê di berhemên xwe de bi teyîsîne. Dema min dest bi qada hunera peykersaziyê kir, ev qad di astekê de hatibû jibîrkirin, ji taybet ji aliyê jinan ve. Hejmara jinên divê qadê de di xebitîn gelek kêm bû û piranî di nava xebatên koman de cih digirtin. Ji ber vê min xwest ez vê qalibê bişkînin û wek yek ji jinên peykersaz min terzek xwe avakir û min hedef kir ku berhemên xwe di qadên giştî de pêşan bidim.”

‘Bi rêya xebatên xwe dixwazim peyama bûna mirov, jin û azadiyê bidim’

Asos Caf  gotinên xwe wiha domand: “Em dikarin di her qadê de peyamên xwe ragihînin. Ez jî bi rêya xebatên xwe dixwazim peyama bûna mirov, jin û azadiyê bidim û ji civakê re xizmetê bikim. Bi taybet dema ez peykerê kesekê çêdikim û hewl didim kesek ku xizmet ji civakê re kirî hilbijêrim. Di destpêka xebatên min de, bi taybet ji aliyê hinek beşên civakê ve gelek astengî ji bo karê min derxist. Heta îro jî hinek peykerên ku min li qadên giştî bicih kirî hatine texrîbkirin, çend caran neçar mam dîsa çêbikim. Herçend evane astengî bin jî rasterast peyamê didin me. Lê belê em ne sekînin û emê xebatên xwe bidomînin. Berhama min ya bi navê ‘dayîka nifşê Enfalan’ yek ji berhemên mine ku ez pê gelek şanazim. Her wiha berhemên min yê ku çîroka keçek ku pêlavan boyax dike gelek bi wate û peyam dihilgire. Ji derveyî vê peykerê ‘Berxwedan’ ku min û havala xwe ya xebatê Zîrek Mîre bi hevre çêkirî yek ji xebatên girîng ku me ji bo Rojava çêkiriye.”

Asos Caf di dawiya axaftina xwe de carek din jinên cîhanê û bi taybet jinên Kurd pîroz kir û wiha got: “Jin li kuderê û di kijan qadan de bin, bila ti caran nesekinin, divê çand û nasnameya xwe ji bîr nekin. Ya girîng ewe bila ne sekinin li pey xeyalên xwe biçin.”