Anî Kurkod Ciyan, bi nîgarxêziyê hemû zagonên civakî dişkîne

Zagonên civakî û mercên şer, li ser tevahiya civakê û jinan gelek bandoran çêdikin. Ev yek carna jî bi xwe re hin tiştan tînin, bi taybetî di rewşa penaberiyê de gelek caran afrîneriyê bi pêş dixin. Bi hestên veşatî ji êş û tundiyê, hestên mirov, dibin zimanê mirov.

KRÎSTIYAN WAKID
Beyrûd- Ji dijwariya penaberiya şerê navxweyî, heya kuştina bavê wê bi hovîtî, heta gihîştina pendemiya Coronayê, wênesaza ermenî ya lubnanî Anî Kurkod Ciyan bi tekiliya xwe ya kûr a bi xêzkirinê re lêgerîna nasnameya xwe didomîne.
-Sedemên ku te ber bi wênesaziya plastîk ve birine çi ne?
Zehmetî û jiyana dijwar, bi mirov re afrîneriyê diwelidînin. Dê û bavê min Ermeniyên Sûriyeyê ne. Ji ber rewşa karmendiyê, di sala 1966’an de hatin Lubnanê, bavê min xwestibû fabrîqeyek zêrfiroş saz bike. Di 1994’an de nasnameya Lubnanê wergirt lê mixabin, ji ber şerê navxweyî di sala (1975-1990) de em neçar man koç bikin. Ji du saliya xwe heya hejdeh salî, li pangehan bimînin. Min xeyalên xwe xêz kirin. Min xeyala jiyane asayî dikir. Gelo ger jiyan asayî bûya dê çawa bûya? Min pênûsê girt destê xwe û keçikên li ser bisqilêtê, yên di hewza avjeniyê de û tiştên ku min dixwest  xêz dikir.  
Di sala 1995’an de, min bawernameya derçûnê ji beşa rêveberiya karsazî wergit û yekser li bankayê dest bi kar kir. Di wê baweriyê de bûm ku ez ê nikaribim berdewam bikim û wek robotekê bijîm lewre min biryara derketina ji kar da. Dayika min aciz bû, lê dudilî nebûm, ji ber ku nikaribûm weke jineke bê giyan, ji xwezaya xwe dûr bijîm, tenê kar bikim.
Di 22 saliya xwe de min bi awayekî profesyonetir û akadîmîk dest bi xêzkirinê kir. Min dest bi kursan kir li Beşa Hunerên Bedew a Zanîngeha Lubnanê. Yekser bi hestên tiştên min ji wan hez dikir, min dest bi xêzkirina wêneyên ku di xeyalên min de gur bûn kir û ew li ser tabloyan neqişandin.
-Li gorî nêrîna te, huner dikare civaka ku ji hev ketiye ji nû ve ava bike weke civaka Lubnanê?
Ger hunermend rast be ne sexte be, huner dikare civakê şiyar bike bike lê mixabin civaka Lubnanê ji cewhera xwe dûr ketiye, em hewcedarên hunermendên rasteqîn, wekî sazbend Ziyad Alrihbanî ne. Ez bi guhertinê re me lê ne wek tê xuyakirin, mixabin jinên lubnanî hemû dişibihin hev ji ber emeliyata xewşikbûnê, ez pir xemgîn im. Ji ber ku wan nasnamaya xwe winda kirine û ew nizanin ku cudahî tiştekî pîroz e, mirovan ber bi asoyên veguhestina kesayetî ve dibe, diafirîne ji bo vê jî cewher esas e.
-Ji ber kuştina bavê xwe, tu bi nexweşiya derûnî ketî. Gelo wênesazî derman e?
Rast e, bavê min û karmendên ku li gel wî dixebitîn ji hêla dizan ve bi awayekî hov hatin kuştin. Ez li çareyek digeriyam da ku hêrsa xwe bi tiştekî veder bikim. Bi rastî ez di rewşeke têkçûna kesayetî de bûm. Dema min bi pênûsê girt, ez bi ewlehiyê hesiyam lê her di nav şerekî de dijîm û çeka min jî firçeya ku pê hêrsa xwe li ser tabloyan xêz dikim e. Ez hewl didim xeyalên xwe mezin xwedî bikim. Dizanim ev xeyal dê min nexapînin û di wê baweriyê de me ku bavê min ji ezmanan ev hest ji min re dişîne. Erê bavê min rênîşaniya jiyana min e.
-Wêneyên we nîşan didin ku hûn hestiyarî û şehwetê bi lêhûrbûnên mezin dinirxînin
Rast e, dîsa ez dibêjim esl heqîqet girîng e ji bo mirov. Ez pir kêfxweş im ku bi xwe re li hev dikim û heqîqetê pêk tînim. Şehweta cinsî niha di nava civakan de hatiye guhertin. Herî zêde bi mijarên cinsî ve girê didin. Bi taybetî li Lubnanê ev yek li pêş e. Gotina nivîskarê fransî Corc Batay li ser şehweta zayendî bala min pir dikşîne. Ew  dibêje; “Tiştekî xwedayî ye pir paqij e giyan û xweşî ye" Baytay dibêje "Helbest me ber bi cihê ku şehweta zayandî dibe û lihevkirinê çêdike ve dibe, lihevkirin jî mayînê diafirîne û ber bi mirinê ve dibe, bi riya mirinê dijî. Helbest mayîn e, wek roja bi deryayê re ye ango divê em li şûna van têgînan, li dijî şer û desthilatdariya siyasetmederên sexte bixebitin.
-Hûn di nîgarên xwe de çi vedibêjin?
Ez dixwazim bi wêneyên xwe re rewşa mirovan bidim nasîn ango gera li rastiya xwe heye. Yanî nîgarên min li hebûn û pêşeroja xwe dipirsin, weke çawa em niha li pêşeroja xwe digerin û dipirsin. 
-Têkiliya we bi rêveberên pêşangehên hunerî re çawa ye?
Ew ne têkiliyeke hezkirin an nefretê ye, ew  têkiliya pir profesyonel e. Ev bû 5 sal bi pêşangeha "Al Bareh" re dixebitim. Têkiliya me li ser bingeheke bawerî û hevaltiyê ye. Hin pêşangeh hene mixabin hunermendan wekî amûrek dibînin û îstîsmar dikin.
Ji xeynî pêşangeha Al-Bareh, nîgarên min li pêşangeha Gliya Hunermend li Urdunê û li Franseyê hatin pêşandan. Lê vê dawiyê li ser vexwendina Navenda Sefareta Fransayê li Lubnanê min di pêşangeha "Ndeslntermo" de li herêma Laroşêl a Fransayê pêşangehek li dar xist.
Helbet berhemên min li Muzeya Tîsî ya Fransayê û ya  Neteweyî ya Urdunê hene.
-Wekî wênesaz bandora vîrusa Covid-19 li ser we çawa bû çi bi xwe re anî?
Bandorek girîng nekir. Jixwe em di hundirê xwe de girtî ne, di zindanê de her û her dijîn. Ne wekî hunermendên li ser dikê ne. Em bi nîgarên xwe di nav çar dîwaran de ne. Xêzkirin hunereke takekesî ye. Bandora vîrusê tenê li ser kêmbûna pêşangehan û dijwariya rêwîtiyê heye. Ji ber ku tenê bi wê em bêhnê digrin.
-Ji bo jinên ku li Rojhilata Navîn malpera me dixwînin peyamek we heye?
Tiştê ku ez bêjim kurtejiyan û tecrubeya min e. Ya girîng divê jin di warê aborî de serbixwe bin, mêr mafên me nadin divê maf were standin. Ew jî bi serbixwebûnê tê qezenckirin. Ya din jin ne bi dayikbûnê xwe temam dike. Ger jin ji seksê hez bike dibêjin fahîşe ye. Dive em xwe ji van kevneşopiyên hişk û paşverûtiyên civakî rizgar bikin û sînoran bi kuştina tirsê derbas bikin. Bi giştî dema jin di warê zîhnî de azad be wê hemû astengiyan jî derbas bike û ji mirovahiyê re karên bikêrhatî bike.