Amed ji bo Rojên Fîlmên Ekolojiyê amade ye

Di navbera 6-8’ê Gulanê de Komaleya Ekolojiyê wê li Amedê şahiya Rojên Fîlmên Ekolojiyê lidar bixe.

Amed – Komaleya Ekolojiyê ji bo bal kişandina talankirina ekolojiyê dê di navbera dîrokên 6-8’ê Gulanê de li Amedê şahiya Rojên Fîlmên Ekolojiyê lidar bixe. Şahî bi piştevaniya jîngehparêzan tê lidarxistin. 

Di şahiyê de dê filmên wek “Kevir û Av” ê Nalîn Acar, “Dîroka Mirina Avê” ya Elî Ergul, “Tovê Xerab” ê Ethem Ozguven, “Eşêvvan, Xewn, Giha” yê Zelal Adak, “Mehla Qore” yê Fatma Çelîk, “Çengek Genim” ê Ardîn Dîren cih digirin. Her wiha dê derhênerên filman pişî nîşandana filman gotûbêj bên lidarxistin. 

Cih û dîroka filmên dê bên nîşandan wiha ne: 

“* 6’ê gulanê ‘Kevir û Av’ û ‘Dîroka Mirina Avê’ - Navenda Hunerê ya Mordemê - saet 19.00

* 7’ê gulanê, ‘Eşêvvan, Xewn, Giha’ û ‘Tovên Xerab’ - Baxçeyê Aromatîk ê Tibî yê Gaia Ekolojî - saet 19-30

* 8’ê gulanê, ‘Mehla Qore’ û ‘Çengek Genim’ - Hewş Kafe - saet 19-30”