Alla Nagorsky û ekîba wê hêkek mirîşkê ya 1000 salî dîtin

Zanyaran ragihandin ku wan di sala 2019’an de li Îngîltereyê hêka mirîşka herî kevn a cîhanê dît û di rojên derbasbûyi da tîma bi serokatiya Alla Nagorsky ya Îsrailê ragihand ku wan hêkek mirîşkê ya 1000 salî dîtine.

Navenda Nûçeyan- Mirovên zanyar û arkeologan di sala 2019’an de 3 hêkên saxlem di bîreke ku jê re tê gotin bîra daxwazê de dîtin lê wan di destpêkê de nizanibû ku ev hêk dê bibin hêkên herî kevn ên li cîhanê bên tomarkirin. Di encama lêkolînê de, derket holê ku ev hêkên herî kevn ên li cîhanê mane û di dema derxistina wan hêkan de tenê yek saxlem maye. Hat texmînkirin ku hêkên 1700 salî ji ber ku li Îngîltereyê di bîreke xwezayê de hatine hiştin sax mane.
Di kolandinên Îsraîlê de hêkên mirîşkan hatin dîtin
Li Îsraîlê tîma kolandinê bi serokatiya Alla Nagorsky, di rojên dawî de hêka mirîşka duyemîn a herî kevn a cîhanê dît. Hêka mirîşkê ya xiranebûyî hat parastin. Hat ragihandin ku hêka qalikên wê hinek şikestî bûn lê dîsa jî ji bo analîzê guncaw e, li Yavne hatiye dîtin. Alla Nagorsky lêkolîna ku jê heyecan digre wiha parve dike: “Balkêş e ku mirov perçeyên hêkan bibîne, ya ku balkêştir e jî ev e  mirov bikaribê hekên sax heta roja me ya îro mayî bibîne. Me destpêke li Qudsê qalikên hêkan ên demên berê dîtin.”
"Pir ecêb e ku mirov bifikire ev vedîtinek hezarsalan e" 
Allaya dibejê ku hêkên mirîşkan di roja me ya îro de di marketan de di kartonan de tenê dikarin demekê bimînin wiha dibêje; "Pir ecêb e ku meriv bifikire ev vedîtinek 1000 salî ye." Alla diyar kir ku mirovahiyê di vê erdnîgariye de 6 hezar sal mirîşkan kedî û mezin kirine û lê zêde dike ku ew ji mercên parastinê matmayî mabûn. Her wiha ew diyar dike ku li herêma kolanê hestiyên 3 pitikên ku hîn lêkolîna wan neqediyaye hatine dîtin.
Projeya  kolandinê ji hêla tîmek arkeolojiyê ve di dema kontrolkirina herêmê de berî projeya avahiyê hat dîtin, Alla destnîşan dike ku li gorî qanûnên Îsraîlê hemû projeyên înşaetê beriya ku bikevin jiyanê ekîbêk rizgarkirinê herêmê kontrol dike û bi şertê ku li gel wan bin destûr tê dayîn.
Werger: JINHA